Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Hisên Hecî: Pirsgirêkên Iraqê bi projeya neteweya demokratîk dikare bê çareser kirin

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan (PADÊ) Hisên Hecî rewşa Iraqê ya siyasî, metirsiya li ser komên baweriyê û gelên  Iraqê axivî. Hecî diyar kir ku Iraq di rewşeke xeter de ye, pêwîst e gelê Şengalê bi aliyên siyasî re di vê pêvajoyê de deskeftiyên xwe biparêze. Hecî her wiha destnîşan kir ku pergala Xweseriya Demokratîk ku niha li Şengalê heta astekê hatiye avakirin, dikare bibe çareserî ji bo tevahiya pirsgirêkên Iraqê.

Hisên Hecî di destpêka axaftina xwe de balkişande ser rewşa Iraqê ya piştî hilbijartinê û destnîşan kir ku dema di sala 2005’an de Destûra Bingehîn a Iraqê hat danîn, ji ber ne di berjewendiya gelan de bû, zêdetir li gorî aliyên siyasî û mezhebî hatiye danîn, nekarî ji gel re bibe bersiv û pirsgirêkên wan çareser bike. Hecî hilbijartina pêşwext a beriya 10 heyvan jî bibîrxist û got: ‘’Xwestin pirsgirêkan çareser bikin û Iraqê ji nû ve komî serhev bikin. Lê ev yek pêk nehat û rewşa Iraqê aloztir bû. Niha Iraq bi nav dewlet e lê wekî din ne sîstem û ne qanûnên dewletbûnê tê de nemane. Ne dikare sînorê xwe biparêze, ne jî dikare xwe birêve bibe.’’

Hisên Hecî bal kişand ser destwerdanên hêzên herêmê yên li ser Iraqê jî û wiha berdewam kir: ‘’ Yê dibe qurbanî gelên Iraqê ne. Ji dema Sedam Hisên ve her ku diçe Iraq aloztir dibe. Di rewşa niha de jî Iraq bûye du beş, Tevgera Sedir û Çarçoveya Hemahengiyê her yek ji wan beşekî ji gel bi aliyê xwe de dikşîne. Ev dabeşbûn rê li ber avakirina hikûmetê digire.’’

 ‘8 sal in bi fikre netewa demokratîk em xwe bi rêve dibin’

Hisên Hecî di berdewamiya nirxandina xwe de projeya neteweya demokratîk wekî çareseriya tevahiya pirsgirêkên li Iraqê dibîne û dibêje : “Ev sîtem mafekî rewa yê gelan e ku xwe bi xwe birêve bibin lê gelo em ji kê daxwaz bikin ku vê sîstemê qebûl bike? Ji ber ku dewlet ber bi hilweşînê ve ye, pêwîst e gelê me bi xwe tekoşîn bike û sîstema xwe bide qebûlkirin. Aliyên dijber çi dibêjin bila bêjin, me hêzên xwe yên parastinê hene, ji fermanê heya niha ev 8 sal in em xwe di bin sîstema netewa demokratîk de birêve dibin.’’

‘Şengal bi Rêveberiya Xweser li ser piyan e’

Hisên Hecî da zanîn ku ew wekî Rêveberiya Xweser a Şengalê deskeftiyên 8 salan ji dest bernadin û ev nirxandin kirin: ‘’Di aliyê qanûnî de jî em ê her li pey bidestxistina mafê xwe bin, heya ku em xweseriyê didin qebûlkirin. Niha Iraq di vê rewşê de ye, Bexda aloz e lê Şengal bi saya Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên parastinê, li ser kar û xebatên xwe berdewam e. Ev sîstem dikare xizmeta gel bike.’’

‘Çavê her kesî li ser sistema li Şengalê ye’

Hisên Hecî dsetnîşan kir ku çavên herkesî li ser sistem û saziyên Şengalê ye, sedemên vê rewşê jî wiha şîrove kir: ‘’Ne ji ber ku gelê Şengalê rastî fermanê hatiye, ji ber wê ye ku gelê Şengalê xwe rêxistinkiriye, hêzên xwe yên parastinê û saziyên xwe yên demokratîk ava kirine. Gelek hewl hatine dan ku vê rêxistinê ji hev belav bikin. Di aliyê siyasî de plan kirin, leşker şandin herêmê, bi PDK’ê û Tirkiyeyê re êrîşî Şengalê kirin lê gelê me gav paş de navêt û li ser bidestxistina mafê xweyê rewa berdewam bûn.’’

‘Ev pêla koçberiyê planeke siyasî ye’

Endamê Mekteb Siyasî yê PADÊ Hisên Hecî di dawiya nirxandina xwe de balê kişand ser pêla nû ya koçberkirinê jî û ev hişyarî da civaka êzidî: ‘’Niha li ser gelê me yê li nav kampan şerekî taybet tê meşandin. Dixwazin gelê me koçberî derve bikin ku venegerin Şengalê. Ev pêla koçberiyê planeke siyasî ya valakirina Şengalê ye. Em bang li gelê xwe dikin ku li Şengalê xwedî derkevin, neyên xapandin. Di nava koçberiyê de jî gelê me tê qetilkirin. Em dibînin cihê ku êzidî tê de bisitirin Şengal e.’’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar