Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ew çi qas hewl bidin jî nikarin me bitirsînin’

Roja şemiyê artêşa dagirker a tirk û çeteyên wê navçeya Til Rifetê ya girêdayî kantona Şehbayê bi top û obusan topbaran kirin û di encamê de ziyanên madî gihaştin malên welatiyan.

Yek ji kesên ku di encama topbarana dewleta tirk de ziyan gihaştiyê, malbata welatiyê bi navê Mihemed Cuma ye ku ji ber şerê bi salan ê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên artêşa tirk a dagirker de, cara yekê ji rojavayê bajarê Helebê ber bi kantona Efrînê ve ku wê demê ewle bû, koçber bûye.

Dema ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di 20’ê çileya 2018’an de dest bi êrişên dagirkeriyê yên li ser kantona Efrînê kirin, malbatê cara duyemîn koçî navçeya Til Rifetê kir.

Piştî koçkirina wan bo cara duyemîn, ji dagirkeriya tirk û çeteyên wê xilas nebûn, ji ber topeke dewleta tirk mala wan dîsa bû hedef û beşeke wê hilweşiya.

Koçber Mihemed Cuma kiteyên hedefgirtina mala xwe wiha anî ziman: “Em li mala xwe bûn û me dengê topbaranê li ser bajarê Til Rifetê bihîst, ji nişka ve me dît ku top li vir bi ser malê de ket, xanî xirab bû û zarok tirsiyan.”

Ji odeya ku herî zêde bandor lê hat kirin, Cuma wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li vê odeyê malbata min rûniştibû, lê şikur ji Xwedê re tu kesî zirar nedît. Dema ku top ket ez jî çend metre dûrî malê bûm, min guhê xwe dida çandiniya xwe.”

Cuma li ser armanca dewleta tirk ya ji hedefgirtina herêmê wiha got: “Êdî gel bi niyetên Tirkiyê yên li herêmê dizane, dixwaze gel ji cih û warên wan koçber bike û wêraniyê li her derê bike, lê em li ser manê bi israr in.”

Cuma anî ziman ku çeteyên artêşa dagirkeriya tirk çiqasî hewl bidin jî ew ji Til Rifetê dernakevin û wiha got: “Em ji vir dernakevin, çi qasî hewl bidin jî dê nekarin me bitirsînin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku kantona Şehbayê bi berdewamî ji aliyê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ve tê bombebarankirin û ev jî dibe sedema şehîdbûna welatiyan û çêbûna ziyanên madî.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar