Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Kampa Holê cihên DAIŞ tawanan lê dike tên rûxandin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 25’ê tebaxa 2022’yan de ragihand ku bi beşdariya hêzên HSD, YPG û YPJ’ê qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlekariyê li Kampa Holê hatiye destpêkirin. Di roja duyemîn a operasyonê de zêdeyî 27 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin, 4 tunel û stargehên çeteyan hatin rûxandin. Di operasyonê de konên ku ji aliyê rêxistinên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ve ji bo perwerde, dadgeh, îşkencexaneyê û înfazê dihatin bikaranîn jî piştî ku hatin tesbîtkirin ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin rûxandin.

Yek ji Rêveberên Kampa Holê Cîhan Henan di derbarê pêşveçûna operasyonê de wiha got: “Operasyona Mirovî û Ewlekariyê ya li kampa Holê hat destpêkirin 2 roj li pey xwe hişt. Rêveberiya kampê jî daxwaza operasyoneke wiha kiribû. Ji ber bûyerê kuştinê û hwd li kampê zêde bibûn. Operasyon heta niha bi serketî berdewam dike.”

Cîhan Henan diyar kir ku konên vala yên li kampê ji bo fealiyetên çeteyan tên bikaranîn û wiha pêde çû: “Nêzî hezar konên vala li kampê hene. Ji ber rewşa 2 salan a li kampê bîlançoya konan dernektin holê. Di sala 2019’an de bi rizgarkirina Baxozê re, rewşa kampê tevî malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên li kampê hatibûn bicihkirin, tevlihev bû. Ji ber vê yekê di mijara konê de tevliheviyek çêbû. Hinekan konên zêde hildan. Çeteyên DAIŞ’ê jî van konên vala ji bo kiryarên terorîstî bikar anîn. Her wiha ji ber rewşa metirsîdar a kampê, aliyên peywendîdar nekarîn rewşa kampê bişopînin û nekarîn konên zêde kom bikin. Ji ber pêkhateyên çeteyên DAIŞ’ê rêveberiya kampê nekarî bikevin kampê û van konan rakin.”

Cîhan Henan, diyar kir ku hêzên ewlehiyê bi destpêkirina operasyonê re ev cih tesbît kirin û ji holê rakirin û got, “Bi van operasyonan ev konên ku  ji bo fealiyetên terorîstî yên DAIŞ’ê dihatin bikaranîn jî dest bi rakirina wan kirin. Armanceke vê operasyonê jî rakirina van konên ku çeteyan ji bo fealiyetên terorîstî bikar tînin e. Ji ber ku DAIŞ van konan ji bo kirina sûcan û veşartina xwe bikar tîne. Piştî rakirina van konan wê ketina hundirê kampê ji bo saziyên sivîl û saziyên alîkariyê ewletir be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar