PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Parlamenterê Îngiliz: Divê OPCW li Kurdistanê lêkolînê bike

Li gel gelek raporên ji herêmên şer ên li Kurdistanê tên jî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) lêkolînên pêwîst nake. Endamê Parlamentoya îngiliz Russel Moyle OPCW rexne kir û got, di serî de têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî divê li ser sûcên şer ên dewleta tirk hîn bêhtir delîl bêne komkirin.

Moyle ku di heman demê de endamê Koma Parlamenterê Partiyan Hemûyan a Tirkiye û Sûriyeyê ye û pêşengiyê ji wê yekê re dike ku raporên li ser sûcên dewleta tirk ên li dijî gelê kurd dixe rojeva parlamentoyê, axivî.

Moyle anî ziman ku yek ji raporên wan dema dawî pêşkêşî parlamentoyê kir, li ser mijara bikaranîna çekên kîmyewî û sûcên şer ên dewleta tirk bû û got, “Parlamentoyê ev rapor qebûl kir ku di asta jêrîn de rûniştinek li ser mijarê pêk anî. Di vê rûniştinê de naveroka raporê ji parlamentoyê re hat aşkerakirin. Lê belê têkildarî vê raporê li parlamentoyê hînê rûniştineke weke rojev bingehîn nehatiye kirin. Mixabin parlamento vê gavê bi taybetî li ser şerê li Ukraynayê nîqaşan dike. Her wiha têkildarî NATO’yê Tirkiye di meseleya Swêd û Fînlandiyayê de li dijî qanûnên navneteweyî tawîzên berfireh dixwaze û vê yekê jî bi taybetî li dijî gelê kurd bi kar tîne. Em dibînin ku di vê demê de Parlamentoya îngiliz mijarên têkildarî Tirkiyeyê dinixumîne. Li parlamentoyê ne tenê ez di heman demê de parlamenterên muxafazkar jî li ser komkujiyên Tirkiyeyê û mijarên têkildarî kurdan nîqaşan dikin. Heta ji destê me tê li parlamentoyê em hewl didin sûcên şer ên Tirkiyeyê yên berê û niha bînin ziman. Bi vî rengî em hewl didin ku balê bikşînin ser mijarê.

Divê li lêkolîn bên kirin

Parlamenter Moyle destnîşan kir ku divê teqez were lêkolîn bê dewleta tirk çekên kîmyewî bi kar tîne yan na û wiha dewam kir, “Lê belê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî li gorî bendewariyên me vê lêkolînê nake. Li ser mijarê ji herêmên kurdan û bakurê Iraqê gelek rapor tên. Bêguman raporên ji herêmên cuda jî hene ku em girîng dibînin. Di vê mijarê de yek ji gavên herî girîng ên bêne avêtin ew e ku divê guh bidin gelê Kurd. Berê jî bi gelê kurd re diyalog hatibû danîn. Ev rewş şerekî navxweyî ye. Bêguman divê çekên qedexekirî neyên bikaranîn û bêguman em li dijî vê yekê ne.”

Di dewama axaftina xwe de Moyle fikarên xwe yên li ser firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê anî ziman û got, “Çend sal berê me serdana Bakurê Sûriyeyê kiribûn û di encamê de jî me karîbû ku ji bo demekê firotina çekan rawestînin. Rawestandina çekan çend salan dewam kir; ji ber ku me ispat kiribû ku dewleta Tirk piştgiriyê dide hêzên Îslamîst û gelê Kurd qetil dike. Mixabin firotina çekan jinûve destpê kiriye û em zanin ku Swêdê jî ev qedexe rakiriye û wê çekan bifiroşe Tirkiyeyê. Hêvîdarim ku ev rewş wê zêde dirêj dewam neke û firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê tavilê bê rawestandin.”

‘Em bi we re ne’

Ji bo rawestandina şerê ku Tirkiye dimeşîne û misogerkirina aştiyê jî parlamenter Moyle got, “Divê em Tirkiyeyê dehf bidin ku bi kurdan re li dora maseyê rûnê. Divê em bikin ku Tirkiye dest ji rewşa paranoyak a têkildarî kurdan berde. Girîng e hêzên NATO jî li herêmê bi nêta aştiyê tevbigerin. Tirkiye niha di pozîsyoneke xurt de ye ji aliyê NATO’yê ve tê parastin, lê belê li şûna ku di meseleyên Swêd û Fînlandiyayê serê mirovan bê tevlîhevkirin divê zor li Tirkiyeyê bê kirin ku bi kurdan re li dora maseyê rûnê. Di hilbijartinên bê de jî divê partiyên muxalefetê karibin encameke baş bi dest bixin. Em dixwazin bibînin ku Tirkiye ji rewşeke metirsîdar xilas bûye û bûye welatekî stabîl.

Em zanin ku lîderên Tirkiye, Rûsya û Îranê êdî hîn bêhtir hevdîtinan dikin, li hev rûdinên, di mijara diyarkirina polîtîkaya derve de danûstandinan dikin. Hêvîdarim ku em ê êdî bibînin ku Tirkiye di çarçoveya pîvanên NATO’yê de tevdigere. Her wiha em dibînin ku Îran û Rûsya di kaosa li herêmê de dibin sedema pirsgirêkên cidî. Ji xwe Tirkiye jî demokrasiyê binpê dike û di vê mijarê de rola van welatan jî heye. Ji bo pêkanîna mafên mirovan û avakirina sîstemeke demokratîk a li herêmê, ev hêz divê lihevker û aştiyane bin. Di vê mijarê de girîng e zext bê kirin û têkiliya NATO’yê ya bi Tirkiyeyê re tenê bi vî rengî dikare bê sererastkirin.”

Parlamenterê Îngiliz Russel Moyle di dawiya axaftina xwe de got, “Parlamentoya me û Kamara Lordan têkildarî tiştên bi serê kurdan ve tê anîn dikarin empatiyê bikin û gelekî bi fikar in. Her wiha lîstikên jeopolîtîk ên li herêmê zerarê dide gelan. Kurd bi tenê hatin hiştin û metirsî li ser wan heye. Em bi we re (ji bo gelên Kurdistanê dibêje) ne û piştgiriya we dikin. Divê em gelek delîlan (mebest sûcên bi çekên kîmyewî ye) kom bikin, van delîlan jî bi rêya şexsan bigihînin cihên pêwendîdar. Ne tenê li ser çapemeniyê, divê em bi cihên rast re hevdîtinan bikin. Di vê mijarê de em ê dengê xwe bilind bikin. Em zanin ku hûn di demeke zor û zehmet de ne û em zanin ku dikarin heq ji vê derkevin. Dua û piştgiriya me bi we re ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar