Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şervana YAT’ê: Divê jin ji fikrê DAIŞ’ê rizgar bibin

Şervana Yekîneyên Antî Terorê (YAT) Rojbîn Qehreman a ku beşdarî Operasyona Mirovî û Ewlehî de bûye, behsa armancên vê operasyon kir û got: “DAIŞ zexta herî mezin li ser jinan kir, lewra divê jin ji fikrê DAIŞ’ê rizgar bibin.”

Îro qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehî di roja xwe ya pêncemîn û di fêza sêyem de didome. Îro gelek belgeyên DAIŞ’ê, pereyên Çînê û lênûsên ku dersên şerîetê li ser nivîsîne hatin dîtin. Her wiha tablet, xetên Iraqî û computer hatin dîtin, gelek konên ku ji bo perwerdeya şerîetê, wekî dadgeh, cihê kuştin û îşkencekirina kesên ku di rêya wan de nameşe dihate bikaranîn, hatin dîtin û tunekirin.

Derbarê roja pêncemîn a operasyonê de şervana Yekîneyên Antî Terorê (YAT) Rojbîn Qehreman axivî.

Rojbîn Qehreman, Jiyan Tolhildan a ku fermandartiya gelek operasyonan kiriye bibîr xist û wiha behsa armancên operasyonê kir: “Sala 2021’an de Fermandar Jiyan Tolhildan operasyona Mirovî û Ewlehî bi rêve dibir. Îsal ew şehîd bû, lê belê bi armancên wê îro me ev operasyon da destpêkirin. Qonaxa yekem de me encamê wê girtin, lê belê piştre bûyerên kuştina zêde yên ku li gorî hişmendiya DAIŞ’ê tevnagerin derket holê ji ber vê yekê dîsa operasyon dest pê kir.”

Roja pêncemîn a operasyonê: Pereyên Çînê hat dîtin

Rojbîn Qehreman behsa roja pêncemîn a operasyonê ya di fêza sêyem de kir û pêl da axaftinên xwe: “Di encama lêgerînê de gelek tûnel hatin dîtin, gelek konên bi armanca perwerdehiya şerîatê û dadgehên ku derheqê kesên ku di li gorî wan nedimeşiyan hatin dîtin û rakirin. Di heman wextê de jî gelek çeteyên ku ev hovîtî didan meşandin hatin girtin. Her wiha alavên teknîkî wekî telefon, tablet û computer hatin desteserkirin. Armanca me ya vê operasyonê ew e ku rê li ber bûyerên kuştinê were girtin û ew kesên ku van sûcan dikin werin girtin. Taybet di vê kampê de hejmara herî zêde ya jinan e û yên ku zarokan perwerde jî dikin jin in. Ji lewra divê ku ev hişmendî di jinan de were guhertin. Her wiha pereyên Çînê jî di vê rojê de hatin girtin. Ji lewra ne tenê Iraq û Sûriyê, lê belê gelek welatên derve jî alîkariyê didin van çeteyan, ji ber dîtina pereyên çînê ne tesaduf e. Divê ji derve destekdayîna van çeteyan were sekinandin.”

‘Em dixwazin jin vegerin ser rastiya xwe’

Rojbîn Qehreman wiha dirêjî da gotina xwe: “DAIŞ’ê jin destgirt û fikrê xwe di serê wê de da çandin, heya niha jî ew jin xwe nedaye îqnakirin ku divê xwe êdî ji vî tiştî xilas bike. Ji lewra dema ku jin ji fikrê DAIŞ bawer dikin, zarokên xwe jî li ser vê rêyê mezin û perwerde dikin her wiha cîranên xwe jî bi xwe re dixe ser vê rêyê. Ji lewra em jî dixwazin ku ew jin vegerin rastiya xwe û rê li ber belavbûna vê fikrî bigrin.”

‘DAIŞ zexta herî mezin li ser jinan kir, divê jin ji fikrê DAIŞ’ê rizgar bibin’

Rojbîn Qehreman bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin ku êdî jinên vê kampê li dijî hişmendiya DAIŞ’ê têkoşîn bikin û xwe xilas bikin. Ji ber ku ev fikr xeteriyekê dide avakirin. DAIŞ zext li jinan kir, divê ku jin jî zextê li zarokên xwe neke, divê ku jin êdî hişyar be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar