Rewşa kurdan a parçebûn û nelihevkirinê bi vê dahûrandina me li jor kir ve girêdayî ye. Kurd xwedî mîtolojiyê, efsane, destan, çîrçîrok, dêngbêjiyê bûn. Ligel vê yekê di dîrokê de xwedî felsefe, qanûn, otorîte, nîzam û dewlet nebûn. Kurd ne yek bûn, parçe bûn. Reftarên wan ê parçebûn û neyekbûnê ji gundîtiya wan dihat, paşê bûn bajarî, xwedî îdeolojî, partî, weşanxane, kovar û hwd lê nêrît û kevneşopiyên gundewariyê bi dirûvekî nû dîsa dewam kir.
Gelo kîjan baştir bû? Xwedî dewletbûn an bêdewletbûn. Li jêr lêv li jor simbêl, kîjan bibe tercîh dibe ku ew bibe dezavantaj. Helbet em çi bêjin bêjin em nikarin dîroka ji destçûyî û civaka ku bi rastiyê dirûvgirtî biguherînin. Lê civak û gelê kurd ne azad e bi neheqiyeke weke dagir û mêtingeriyê re rû bi rû maye. Divê bigihîje azadiya xwe û di nav serbestiyê de bijî. Mixabin parçebûn, nelihevkirin li pêş azadiya wî astengeke mezin e. Ji bo ku gelê kurd ji vê rewşa neyînî derkeve divê çi û çawa bibe?
Rewşa kurdan a têdeyî rewşeke wisa ye ku ne tenê civaknasî, ne jî tenê serê xwe dahûrandina serdemekî yan ravekirina çend hêmayan nayê çareserkirin. Divê hemû serdemên dîrokê yên ku kurd tê re derbas bûne bên têgihîştin, bên dahûrandin. Gava me wisa ji seradê re derbas kir wêga divê em civaka kurd weke civakeke nexweş bigirin dest. Nexweşekî/e wisa ku di herika wê ya asayî de, em bêjin zaroktiya wê de mudaxeleyeke dagirkerî û mêtingeriyê lê çêbûye. Hingê jî tedawiyeke asayî wê nikaribe civaka kurd xilas bike. Tedawiyeke derûnî û civakî hewce ye, hem beriya zaroktiyê hem jî serdema trawmaya zaroktiyê û xamatiyê.
Di qada tebabetê de gava kesek ji aliyê derûniyê ve şikestibe tedawiya wî bi metodê psîkanalîzê ve tê çareserkirin. Ji ber rewşa hat dahûrandin civaka kurd ji aliyê derûniyê ve şikestiye û nexweş e, divê tedawiyeke derûniyê bibîne û bê tedawîkirin. Çawa ku bijîşkên psîkanalîst diçine daboriya kûrhişê nexweş ê bûyera pê bandor bûye, kûrhişê nexweş jê paqij dikin û ji derûniya şikestî azad dikin, divê civaka kurd jî heman tedawiyê bê tedawîkirin. Divê noxteya şikeştinê li hemû kurdan bê nîşandan, ronîkirin û zelalkirin. Eger ew bingeha qada şikestinê ji kûrhiş hat derxistin, nav hiş hat xuyanîkirin, pêrazîkirin hingê dermanê çareseriyê di nav vê zelakirinê de ye. Ya grîng anîna civakê vê qonaxê ye. Ya herî dijwar jî ew e; hatina wê qonaxê.
Di vir de ya herî dijwar jî ev e ku ‘zane’ û ‘hişmend’ên kurdan bên razîkirin, qanîkirin û bên ser vê rastiyê. Bi israr ji psîkanalîzê direvin. Xwe nadin ber. Dijminên wan jî ji bo xwe nedin ber bi israr polîtîkayên dijber diafirînin. Ew bixwe, yanî zane û hişmend ji doktor re dibêjin, ez zane me, hişmend im, here ser karê xwe, tu pîs î, nepak î, tu bela serê me yî! Dijmin jî dibêje wan doktor we dixapînin, binêre, çi tîne serê we, çiyan, girtîgehan, mirin û îşkenceyê nîşanî we dide, di riya wan de neçin, felaket e. Bi we maye azadî, demokrasi, yawo werin ser hişê xwe, hûn Geliyê Zîlan, Dêrsimê, Helebçeyê nabînin, her çi bû ew bûn sedemê van mûsîbetan. Aha nebî nebî… ew şaqî ne, terorîst in… zana û hişmend dibêje, yaw ji min re çi ew qas tehde, mirin, zilm û zext. Ez bi ya heyî îdare dikim, aha çapxane û weşanxaneya min jî heye, ala min jî li ser, piçûk be jî partiyeke min jî heye. Dev jê berde ez ê nexweşiya xwe veşêrim lê divê yê herî sûcdariyê dike jî ez bim. Ma devê min şikestiye, ez bi dijmin nikarim ka ez ê qaşo van doktoran jî nikaribim.
Di daboriya nexweş de misoger tehdeyeke şikestinê çêbûye. Şikestina nexweş hêmayên xirab ên kûrhiş in. Nexweş jê direve, naxwaze bi wê tehdeya ku di kûrahiya hiş de maye re rû bi rû bimîne. Eger jin be yan rastî tecawiza bavê xwe, birayê xwe, yekî ji nav malê hatiye. Hem ji tirsa merivên xwe hem jî ji tirsa civakê weke nêrît û tore xistiye kûrahiya hişê wê ji wê newêre, bi ser de diçe, tirs nahêle dîsa vedigere, paşde gav diavêje. Pê re tedawî bi ser nakeve. Eger mêr be jî sedem û travmayên bi vî rengî yan jî yên dişibin van tramvayan derbas kirine. Lê encam eynî ye. Lê berevajî vê, eger travmaya xwe nas û analîz bike tedawî bi ser dikeve û nexweşî çareser dibe.
Şikestina civaka nexweş jî dîroka xirab e. Heta dagirkeriyê jixwe di nav xwe de çi jiyaye, jiyaye; jê dirûvek girtiye. Lê dagirkeriyê ji derve mudaxeleyî jiyana wê ya asayî û xwezayî kiriye. Heta demeke dirêj pê re rê çûye, alîkarî kiriye, weke birayê xwe dîtiye. Dema karê bira xilas bûye derketiye fireqetiyê qaşo bira tecawizî bira yan jî xwişka xwe kiriye. Dîroka gelê kurd bi dehan trawmayên wiha dagirtî ye. Serdema Îslamê ereban tecawizên bi vî rengî kirine. Selçûkiyan li deriye Anatoliyê, Osmaniyan li deşta Çaldiranê, Çeneqeleyê, tirkan li şerê rizgariya Tirkiyeyê, Iraqê, Îranê, Sûriyeyê rojên herî zêde kurdan pişta wan kirine piştî ji xetereyan derketine tecawizî xweş û birayên xwe kirine. Ji ber vê jî trawmayên weke Qoçkgirî, Şêx Seîd, Geliyê Zîlan, Dêrsim, Helebçe, Enfal û hwd derketine rastê. Ev di dîroka kurdan de şikestin û trawmayên mezin in. Eger berî dagirkeriyê qewmînên dîrokî û civakî û ev trawma ji aliyê civakê û pêşengên civakê rast bên dahûrandin, ronî û zelalkirin civak bi tevî dînamîkên xwe dikare bersiva tedawiyê bide û ji nexweşiya parçe û atomîzebûnê bingeha yekparebûnê ava bike. Yên ku em di darê parçe û atomîzebûnê de hîştine ev dîrok û trawma ne. Qaşo hişmend û zanayên me ji rûbûrûmayîna vê dîrok û trawmayê ditirsin, di eynika bejna xwe de timtêleke muhteşem dibînin.
Ji tedawiya psîkanalîz a civakî ya ku me nişanda jî kifş dibe çareya derbaskirina trawmayê û civaka atomîzebûyî dahûrandin, ronîkirin, tespîta trawmayê mudaxeleya îdeolojîk, felsefî, siyasî û rêxistînî ye. Yên ku xwe hişmend û zana dibînin ji ber berjewendiyên xwe û dijwariya qewmînên piştî tramwayê pê re rû bir û bibin ditirsin, ji tedawiyê direvin. Lê rewşa xwe ya heyî qayîl û razî dibin, li hember tedawiyê şerekî carinan eşkere, carinan nixumandî ji dil û can didin. Kesên derdora xwe di bin bandora xwe de digirin û nahêlin derdora wan bi tedawiya doktor bibe enerjiya yekitiyê. Lê beşeke civaka kurd jî heye ku barê ji dîrokê û trawmayê dagirtine û pê kesayeta xwe mohr kirine ji bo hînbûn û berjewendiyên piçûk belkî heta azadiya kurdan jî wî barî li ser pişta daneynin.
Em dikarin rastî û peyitandina tedawî û çareseriya îdeolojîk, siyasî, rêxistinî di şerê serê çiyayên welatê xwe; sengerên Avaşîn, Zap, Garê, Heftanîn û seranser berxwedanên her bihost xaka Kurdistanê de bibînin. Dijdozîneya şikestin, parçebûn û atomîzebûnê berxwedan û têkneçûna sengeran û neçariya dijmin e. Alternatîfa dîroka şikestî û trawmaya parçekir ev e. Heye, li ber xwe dide, bi ser ketiye lê ‘hişmendi’ya parçe û berjewendîperest berê xwe nadê, serî di ber de ye.