Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

DYA û îranê meydana şerê xwe veguhestin sûriyeyê

Di van rojên dawî de û di demekê de ku Îran û DYA’yê li ser peymanekî nukleerî ya nû li hev dikin, pê re jî şerê di navbera DYA û milîsên Îranê de qad û meydana xwe diguherîne.

Di salên borî de gelek caran milîsên Îranê li Iraqê êrîşî bargehên DYA’yê dikirin û wiha DYA’ê êrîşî wan dikir. Lê di dema dawî de em dibînin ku êdî ew herdu alî şerê xwe yê bi hevre veguhestine axa Sûriyeyê.

Di 15 û 16’ê meha tebaxê de li rojhilatê Sûriyeyê li herêma Tenef ya li ser sêgoşeya sînorê Sûriye, Iraq û Urdunê milîsên Îranê êrîş birin ser 2 bargehên Amerîkayê.

Amerîkayê jî li Dêra Zorê bersiv da milîsên Îranê û bi balafiorên şer êrîşî bargehên milîsên Îranê ên li derdora çemê Firatê kir, her wiha êrîşî bargehên wan ê li Tedmirê kir û di van êrîşan de gelek milîsên Îranê kuştin.

Der barê mijarê de serokê DYA’yê Joe Biden jî daxuyanî da û got ku heke ew milîs careke din gefan li ewlekariya wan a netewî bixun ew dê darbeyên giran li wan bidin. Her wiha rayedarên DYA’yê hevdîtinên siyasî û leşkerî bi rayedarên Rûsyayê kirin da ku rê û rêbazên bersivdayîna van êrîşan bi hevre nîqaş bikin.

Li gorî şîrovekarên siyasî êdî rewşa Iraqê û krîza siyasî û aborî ya li wî welatî nema dikaribû van şer û nakokiyên di navbera Îran û DYA’yê de hilgire. Lewre piştî ku milîsên Îranê xwe li gelek deverên Sûriyeyê bicih kirin êdî qad û meydana şerê van herdu aliyan bûye axa Sûriyeyê.

Ji aliyekî din ve Rûsyayê jî tev li Îran û Tirkiyeyê dixwazin ku DYA’yê dûrî dosyaya Sûriyeyê bikin û zextê lê bikin ku ji Sûriyeyê derkeve.

Îranê wiha hesab dike ku zextên Tirkiye yên li ser Hêzên Sûriyaya Demokratîk zêde dibin û bi xwe re serêşayên mezin ji DYA’yê re tîne lewre dibe ku Amerîkayê çawa xwe ji Afganistanê vekişand wiha xwe ji Sûriyeyê jî bikişîne.

Bê guman Rûsyayê jî dixwaze ku Amerîkayê ji Sûriyeyê derkeve, bi her awayî Tirkiye û Îranê jî li wan sor dike. Tirkliye bi gefên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê û milîsên Îranê jî bi gef û êrîşên li dijî bargehên Amerîkayê.

Ev hersê hêz bi vî awayî dixwazin ku Amerîkayê xwe ji Sûriyeyê vekişîne û ew hêz di navbera xwe de Sûriyeyê parve bikin.

Rûsyayê bi çavgirtina xwe ya ji êrîşên dewleta tirk re dixwaze hem nava Tirkiye û DYA’yê xera bike, hem jî dixwaze zextê li Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser bike da ku herêmê teslîmî rejîma Şamê bike.

Bêguman li ser parvekirina desthilatiya li ser axa Sûriyeyê nakokiyên mezin di navbera Tirkiye, Îran û Rûsyayê de jî hene lê ev hersê alî jî dixwazin hêzên DYA’yê ji Sûriyeyê derkeve.

DYA’yê jî li gorî tevgerên xwe yên dawî û êrîşên berfireh ên li ser bargehên milîsên Îranê peyamekê dide wan hersê hêzan ku ew zû bi zû dest ji Sûriyeyê bernade ji ber ku piştî Iraqê ev cihê lingekî wê yê bikêrhatî ye li Rojhilata Navîn.

Nûçeyên Têkildar