Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi deklerasyona 2003’yan re nexşerêya çareseriya demokratîk aşkera kir û bang kir ku bila 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bibe mîlata lihevkirin û çareseriyê.
1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê nêz dibe û li her deverê cîhanê şer û pevçûn didomin. Bi taybet Rojhilata Navîn bûye navenda şer û pevçûnan. Ligel vê jî ji meha sibatê heta niha şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê de didome. Li Tirkiyeyê jî AKP-MHP bi salane operasyonên leşkerî didomîne û ligel vê jî li hember Herêma Federal a Kurdistan û Bakur û Rojhilatên Sûryeyê êrîşan didomîne.
Di çavkaniya êrîşên AKP-MHP’ê de pirsgirêka kurd cih digire. Di neçareseriyê de israr dikin û ev 23 sal in li Îmraliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de digirin.
Ber bi 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ve, bangên aştiyê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi salan kir, rojevîbûna xwe diparêze.
Abdullan Ocalan di salên 1993 û 1996’an de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd banga agirbestê û îlankirina agirbestê kir û piştî vê pêngava girîng di 1’ê îlona 1998’an de di Roja Aştiyê ya Cîhanê de di axaftina di televîzyonê de kir, agirbest îlan kir. Abdullah Ocalan tev li MED TV bû û balkişand ser demokrasiyê, got divê komar demokratîk bibe. Abdullah Ocalan di axaftina xwe de wiha got: “Divê Komar bigihêje astek demokratîk yanî demokratîkbûn pirsgirêka esas a Tirkiyeyê ye. Hemû alî dibêjin demokrasî. Partiyên siyasî, saziyên civakî jî dibêjin. Ger ku tenê naxwazin ev di gotinê de bimîne, divê kêmasiyên komarê bên dîtin. Divê rast bê nirxandin. 75 sal in komarê demokrasî neaniye ji gelê xwe re. Derfet nedaye demokrasiyê. Kesî ji demokrasiyê tiştek negirtiye. Ya para civakê ketiye jî demagojiya demokrasiyê bû.”
‘Demokrasiyê ji pirsgirêka demagojiyê derxin’
Abdullah Ocalan di berdewamiyê de diyar dike ku divê demokrasî ji pirsgirêka demagojiyê bê derxistin.
Abdullah Ocalan di axaftina xwe de ji bo bersiva daxwazên aştî û çareseriya demokratîk bide jî agirbet îlan kir û got: “Em dibêjin êdî bes e. Em ji vî şerî re dibêjin êdî bes e. Siyaset wê ji bo gelê me zêdetir bi qezenc be, hewcedariyek mezin bi vê heye û divê ev mifteya li hev geriyaye bê vekirin. Em dixwazin vê mifteyê vekin. Divê ev wisa bê fêmkirin. Wek min her tim gotiye em ji bo demokrasiya welat hêzek mezin in. Em tiştekî din qebûl nakin. Em hêza ronahiyê û demokrasiyê ya ji bo gelê kurd in jî. Şîdetê heta niha tu encam neda.”
‘Ji ber qeslbûnê ev bang nayên kirin’
Ji ber bersiva erênî ji bo vê bangê nehat dayîn Abdullah Ocalan di 12’ê îlona 98’an de daxuyaniyek nû da û got: “Bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê me destê aştiyê dirêj kir û me got bila desthiladariya tirk rast fêm bike û bersivê bidin vê bangê. Em ji ber ku xurt in an jî qels in banga aştiyê nakin. Divê bi taybet ev baş bê fêmkirin. Ji destpêka dîrokê heta niha bi tu awayî çavê me ne li axa kesî, ne li azadiya kesî bû. Em gelekî ku aştiyeke mayînde tercîh dike ne. Wê fêdeya wê ji bo hemû mirovahiyê hebe. Em her tim dibêjin aştî ev ji ber nasnameya mirovahî û dîroka mirovahiyê ye. Wekî din divê bi tu awayî şaş neyê fêmkirin. Lê hîna destê me yê aştiyê li hewa ye. Ev ji meznahiya mirovahiya me ye.”
Deklerasyona lihevkirin û çareseriyê
Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî 15’ê Sibatê re û piştî anîna Tirkiyeyê şûnde bangên xwe yên bo aştiyê domand. Di salên 2000’î de bangên aştiyê yên herî mezin kir. Abdullah Ocalan di 13’ê Tebaxa 2003’yan de deklerasyona ji 10 xalan pêk dihat parve kir.
Di deklerasyona 10 salî de ev tişt cih girtin:
1-Wek pêngava lihevkirin û çareseriyê çarçoveyek demokratîk pêşkêş dikim. Di vê esasê de ev pêvajoya Yekitiya Ewropa jî girîng dibînim. Çarçoveya min aniye ziman li gorî pêvajoya Yekitiya Ewropayê ye. Di vê esasê de;
a-Divê astengiyên li pêş azadiya fikr û raman û rêxistinê bên rakirin, şertên pêkanîna siyaseta serbest bên afirandin.
b-Partiyên siyasî û qanûna hilbijartinê divê li gorî pîvanên demokratîk ji nû ve bên sazkirin. Şert û mercên hilbijartinek serbixwe bê avakirin.
c-Divê qanûneke rêveberiyên herêmî ya demokratîk bê derxistin û divê rayeyên rêveberiyên herêmî bê zêdekirin û demokrasî bê pêşxistin.
2-Têgeha kurd divê bibe têgeha esas a demokratîkbûnê. Divê kurdbûnê bigirin çarçoveya demokrasiyê û di demokratîkbûnê de kurd esas, girîng bên qebûlkirin.
3-Divê mafên çandî yên kurdan bên nasîn, kurd bi çanda xwe, xwe bi awayekî azad îfade bikin. Mafê perwerde, tv, radyo û pirtûkan jî tê de. Divê mijarê de sînorkirin neyê kirin, gel çi diwaze bila wê bike, mafê perwerdê bê dayîn.
4-Divê mafên siyasî û demokratîk yên kurdan bikevin bin ewlehiya qanûnî û destûra bingehîn.
5-Divê vegerin gundan bi awayekî ewle pêk bên û tedbîrên pêwist ên hiqûqî, îdarî, aborî û civakî bên girtin.
6-Divê tedbîrên aborî û civakî bên girtin û cerdevanî bê rakirin. Divê hêz û çeteyên dijrewa bên rakirin. Ji bilî hêzên rewa hêzên ewlehiyê nemînin.
7-Di çarçoveya projeyên GAP’ê de ji bo aboriya herêmê projeyên nû bên pêşxistin.
8-Divê Qanûna Tevlibûna Demokratîk û Aştiyane ya civakî bê derxistin, yên çiyê yên surgunê û yên girtî tev li pêvajoya qanûnî û demokratîk bibin.
9-Ger diyalog û lihevkirin pêk neyê mafê parastina rewa wê wek parçeyek çareseriyê bê destgirtin.
10-Heta niha ji ber polîtîkayên şaş ên hatine meşandin, divê dewlet ji kurdan lêborînê bixwaze.”
Abdullah Ocalan tevî ku desthilatdariyan bersiva bang û deklerasyonên wî neda, wî hewldanên xwe domand. Abdullah Ocalan di hevdîtnên bi heyeta dewletê ya di navbera 2013-2015’an de pêk anî jî bangên xwe dubare kir û gav avêt.