Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Li Kampa Holê gelek cebilxane û belgeyên DAIŞ`ê hatin dîtin

Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê di roja xwe ya 13`an de berdewam dike. Piştî ku operasyonên li beşa 5 û 6`an a koçberên ji Sûriyeyê bi dawî bûn, niha jî li beşa 8`an a koçberên sûrî pêngav didome.

Li gor agahiyan di operasyonên îro de gelek cebilxane, çanteyên leşkerî, gule, cercûr, pereyên DAIŞ`ê, harddîsk, telefon û defterên ku perwerdeya DAIŞ`ê li ser dihate dayîn yên ku şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê di beşa 6 û 8`an de binax kiribûn, hatin dîtin. Her wiha xwediyên konên ku ev alav li wir derketine, hatin binçavkirin.

Jineke DAIŞ`î ku zarok li ser fikrên DAIŞ’ê perwerde dikirin, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye binçavkirin. Di telefona wê jinê de gelek dîmenên perwerdekirina zarokan derketin holê. Zarokê vê jinê ku 5 salî ye, gef li hêzên ewlekariyê xwarin û bi tiliya xwe sembola “Gurên Boz” ku pênaseya faşîzma AKP/MHP`ê dike, çêkir. Gelek caran têkiliyên MÎT`ê bi şaneyên veşartî re hatiye aşkerakirin. Niha jî li kampê ev nifşê ku tê avakirin bi taybet li ser vê têkiliyê tên perwerdekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di saetên serê sibê de, hêzên pêngavê maske, cil û bergên leşkerî, pirtûk û lênûs dîtibûn ku îdeolojiya tundraw a DAIŞ’ê belav dikin, her wiha hejmareke telefonên destan hatin dîtin.

Tê payîn ku di saetên pêş de Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê mijarê de daxuyaniyekê bide.

Heta van kêliyan de jî operasyonên lêgerînê berdewam dikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar