Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. Gunay bal kişand ser gelek mijarên girîng.

Ebrû Gunay  bal kişand ser mijarek girîng a di rojevê de ku nîqaşa “Wezîrtiyê bidin HDP’ê” di raya giştî de tê kirin. Gunay bersiva seroka Partiya ÎYÎ Meral Akşener ku gotibû, “Maseya ku HDP lê be, em li wê maseyê tune ne” û wiha got: “Dixwazim hin mijaran bigihînim zelaliyê. Me bi tu partiye re bazara wezîrtiyê nekiriye û em ê nekin jî. Em ê bi dengên gelê xwe bên bijartin û gelê me li cihê ku bixwaze wê me bibîne. Ehliyeta rêveberiyê wê ne hin kes, wê gel wê ehliyetê bide. Wê gel me bîne ser rêveberiyê û em  ê jî li gorî daxwazên gelê xwe pir xweşik bi rê ve bibin.

Em li ser kîjan maseyê ne baş tê zanîn. Dixwazin wê hişmendiya wekî ku HDP dixwaze di Tifaqa Millet de cih bigire çêdikin. Wê ev hişmendî tiştek bi wan nede qezenckirin. Me sala par bi deklarasyona xwe helwest û rêgezên xwe danîbû holê. Em ne di tifaqa Cumhur de ne jî di ya Millet de cih digirin û piştevaniya wan nakin. Derdek me wiha nîne û wê nebe jî. Namzetek ku em tasvîp nekin, em ê wî/wê destek nekin.

Siberoja vî welatî mijara gotinê ye. Divê her kesên ku ji bo partiya sêyemîn a vî welatî ku bike baldar be. Em di pêvajoyek hesas de derbas dibin. Mafê kesî tune ye ku bi rola qeyûman rabe. Divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere û siyasetê bike, lazime her kes hed û hidûdê xwe dizanibe. Ew ê hesab bidin dîrokê, bedela vî karî giran e.

Cihê HDP’ê diyar e

Karê Meral Akşener ango berdevkên wê ne ew e ku pozisyona HDP’ê diyar bikin. Jixwe xelk carek te ji karên te yên ku li gel Mehmet Agar û Tansû Çîller bi rê ve birin nas dike. Tu qet xema nekişîne, tişta ku te ji bo vî welatî wad daye tarîtiya salên 90’î ye. Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî. Ne mase em bi te re li qawexaneyek çayê jî venaxwin. Me gelek caran got û em dîsa bêjin, tifaq û maseya HDP’ê diyar e. Yekîtiya me Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Bi rastî jî ev tifaqa demokrsiyê û guhertin û veguhertnê dixwaze û tekane navnîşana muxalîfan e.

Her wiha hilbijartin kengê tê kirin bila bê kirin, em ji bo wê jî amade ne û em di nava amadekariyan de ne. Têkoşîna me roj bi roj mezin dibe. Em Tifaq û Siyaseta Rêya Sêyemîn in. Em ji bo azadî û demokrasiye tên, çimkî em ê biguherînin.”

Ji Meşa Cûdî bang kir

Gunay di dawiya axaftina xwe banga tevlibûna Meşa Cûdiyê ya dê di 17’ê îlonê de li dijî talankirina xwezaya Botanê pêk tê jî kir û wiha got: “Çapemeniya hêja wekî hûn jî zanin  zext û zoren desthilatdariya AKP’ê her roj devam dike. Heman demê dijminatiya wan li ser xwezaya kurdan jî devam dike. Li Cûdiyê daristan xweza roj bi roj tê qetilkirin. Di 7 mehê dawî de %8’ê daristanên Cûdiyê hatine qirkirin. Em li her derê nasname, ziman û xwazeya xwe dipazêrin. Ji ber wê jî bangawaziya DTK, TJA, DBP, HDP û Tevgera Ekolojî ya Mezopotamya em ê 17 îlonê meşe kî li darxin. Em bi şiyara “Em li dijî şer û talana xwezayê dimeşin.” Ez cardin bangawaziya temamen ekolojistan û gelen Tirkiyeyê dikim, deng bidin qêrîna Cûdî. Em ê bi hevre xwezaya Cûdî biparêzin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar