Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Li kampa Holê pereyên Tirkiye, Çîn û Qatarê hat dîtin

DAIŞ ne rêxistineke êrîşkar a ku tenê li Iraq û Sûriyeyê tê dîtin, lê belê xwe li Rojhilata Navîn û hemû Ewropayê belav kiriye.

Gelek welatên ku di yekemîn xwe birêxistinkirina DAIŞ’ê de alîkarî û piştgirî dan wî niha jî bi rêya rêxistinên mirovî alîkariyan ji malbat û şaneyên DAIŞ’ê yên li kampa Holê re dişînin ku xwe pê ava bikin û rêxistina xwe xurt bikin.

Di Mijdara 2014’an de, David Cohen, Cîgirê Wezîrê Xezîneyê ji bo Terorîzm û Îstixbarata Aborî, Qatar wekî ku hawîrdorek destûrdar ji bo fînansekirina terorîzmê diafirîne bi nav kir. Berpirsên Amerîkî diyar kirin ku Qatar di rastiyê de gelek pere pêşkêşî komên “tundrew” kiriye ku di nav de DAIŞ jî heye.

Li ser lênûsan nivîsa “DAIŞ didome” hat dîtin

Li gel vê rastiyê jî di encama lêgerîna endam û şervanên qonaxa duyemîn ji Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê de gelek pere hatin dîtin. Di nava 16 rojan de pereyên Çînê, Qeterî û Tirkî hatine dîtin. Her wiha li ser lênûsan gotina “DAIŞ didome” hatiye nivsînin. Ji nivîsê de diyar bûbû ku xeta zarokekê ye, li ser fikrê tundrew têne perwerdekirin. Her wiha hîn konên ku di hundir de bi kelpîçan hatibûn avakirin û xurfeyên wê wekî dibistanan hatibûn çêkirin, hatin dîtin ku ev der bi taybetî ji bo zarokan mîna cihê perwerdekirin û mêjî şûştina li ser xeta şerîatê hatine bikar anîn.

Çi karê pereyên Tirkiye, Çînî û Qatarî li Kampa Holê hene?

Di serê mirovan de pirseke wiha çêdibe ku gelo pereyên Qeterî, Çînî û Tirkî li kampa Holê çi dike? Di heman demê de gelek telefonên şikestî tên dîtin, lê belê ev telefon û alavên teknîkî ji aliyê şaneyên DAIŞ’ê ve tên şikandin û şewitandin her wiha di bin erdê de bi şêweyên pir cûda hatine veşartin.

Ji gelek tiştên ku li kampa Holê hat dîtin car din têkiliyê dewleta tirk a bi DAIŞ’ê re radixe ber çavan. Dewleta tirk jî deriyê derbasbûna wan ji Sûriyê, Îraq û Rojhialta Navîn re ye.

Berpirsiyartiya 52 welatan heye

Li hember şane û çeteyên DAIŞ’ê ku kampa Holê wekî dewleta xwe ya biçûk dibînin û avakirine, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê têkoşînek mezin tê dayîn. Armanca Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ew e ku ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî cîhanê biparêzin û wan ji vê xeteriyê xilas bikin. Lê belê ev erk ne tenê ji van hêzan tê xwestin, ev berpirsiyartiya 52 welatên e ku hemwelatiyên wan çeteyên DAIŞ’ê ne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar