Êrîşên Tirkiyeyê yên di 17’ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dayîn destpêkirin, didomin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), li herêma navborî şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku di 11’ê îlonê de li Girê Cûdî yê li Herêma Zapê pevçûnên dijwar qewimîn û 10 leşker hatine kuştin. Bi domdarî hat gotin ku navên leşkerên hatine kuştin Savaş, Fatîh, Gokhan, Serkan, Burak, Nacî, Harûn, Mert, Oguz û Fuat in. Hat ragihandin ku qada cenazeyên leşkerên tirk lê ne, ji hêla balafirên şer ve hat bombebarankirin û topbarankirin.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê duh daxuyaniyek parve kiribû û diyar kiribû ku di şerê li Zapê de leşkerên bi navên Harûn, Savaş, Gokhan û Fatîh hatine kuştin. Wezaretê diyar kiribû ku di pevçûnan de Çawişê Pispor ê Peyadar Harûn Yildirim, Çawişê Pispor ê Peyadar Savaş Borlu, Çawişê Pispor ê Peyadar Fatîh Kalkan û Çawişê Biqidem ê Berbazê Peyadar Gokhan Agil di şer de hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.
Di nûçeya ANF’ê de her wiha hat destnîşankirin ku artêşa tirk di hinek tunelan de bombeyên nukleerî yên taktîk û çekên kîmyewî bi kar anîne.