Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

DYA li Sûriyeyê çi dike?

Di van rojên dawî de dîsa pirsa ku hêzên DYA’ê li Sûriyeyê çi dikin ketiye rojeva raya giştî û gelekî ev pirs dubare dibe. Piştî êrîşên dawî ên milîsên girêdayî Îranê li dijî bargehên Amerîka yên li Sûriyeyê zêde bûn pê re bersiva Amerîkayê jî li dijî wan milîsan zêde bû û hêzên Amerîkayê gelek navendên wan ên li herêma Dêrezorê bombekirin.  Piştî ku Amerîkayê ev bersiva tund da milîsên Îranê dîsa pirsa karê Amerîkayê li wir çi ye hat dubarekirin.

Hêjayî gotinê ye ku êrîşên li dijî hêzên Amerîka yên li Sûriyeyê piştî civîna Tehranê ya serokên Tirkiye, Rûsya û Îranê pêk hatin. Li gorî hin agahiyan wan hersê welatan li ser hewldanên derxistina hêzên Amerîkayê li hev kirine û ew êrîşên milîsên Îranê hewldaneke di wî warî de bû.

Her ku hêzên Amerîkayê li deverekê rastî êrîşê tên di nava raya giştî ya Amerîkayê de jî ev pirs tê kirin û wiha tê gotin: “Gelo çi feydeya Amerîkayê ji belavkirin û bicihkirina hêza wê ya leşkerî li wê herêmê heye.”

Bêguman ew hersê dewlet jî ango Rûsya, Îran û dewleta tirk ji hebûna hêzên Amerîka û hevpeymanên wê aciz in ji ber ku hebûna wan dibe kelem li pêşiya berjewendiyên wan hersê dewletan û herêma desthilatiya wan teng dike. Bi hebûna Amerîkayê re ew nikarin li gorî dilê xwe serwerî, ax û desthilatiya xwe ya li ser Sûriyeyê li hev parvebikin.

Ew dixwazin Amerîkayê tengav bikin û pirsa ku dibêje Amerîkayê li wir çi dike? Dîsa gur û geş bikin. Îranê bi rêya milîsên xwe xwest ku vê pirsê dîsa gur bike lê Amerîkayê di cih de bersivên tund da milîsên Îranê û ew neçar kirin ku gelek cih û navendên xwe biguherînin.

Rûsyayê bi zêdekirina hêzên xwe li Qamişlo û bicihbûna li balafirgeha Qamişloyê xwest ku rê li Amerîkayê teng bike lê Amerîkayê 3-4 kîlometre dûrî wê balafigehê bargeheke din li derdora balafirgehê zêde kir û balafirgeh ma di dorpêça 3 bargehên Amerîkayê de.

Dewleta tirk jî niha bi servîskirina nûçeyên wekî ku Amerîka dixwaze Sûriyeyê bike 4 parçe û ji bo wê yekê li Swêda û Derayê artêşeke nû ava dike, da ku Sûriyeyê parçe bike, bi vê yekê daxwaz dike ku nerazîbûnên li dijî hebûna Amerîkayê zêde bike.

Amerîka jî bi destnîşankirina nûnenerekî nû û zêdekirina alîkariya leşkerî ya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk bersiva hemû aliyan dide û bi vê yekê peyama hebûn û mana xwe ya li herêmê dide hemû aliyan.

Nûçeyên Têkildar