Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...
Çarşamba - 2 Ekim 2024

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

KONGRA-GEL: Divê tu sedem rê li ber beşdarbûna festîvalê negire

Dîwana hevserokatiya KONGRA-GEL daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya li Ewropayê tê lidarxistin, di jiyana gelê Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e. Digel ku her festîvalek ji bo gelê me yê li Ewropayê dijîn qada kombûna çandî û civakî ye, li aliyê din kombûneke siyasî ya gelekî girîng e ku peyamên demdemî yên ‘Têkoşîna Azadiyê’ ya gelê me tê dayîn. Di vî warî de beşdarbûna van festîvalan gelekî girîng e.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Lê bi taybetî 30’yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya ku îsal tê lidarxistin, di pêvajoya ku em tê de ne xwedî cihekî gelekî taybet e. Rejîma dewleta tirk a faşîst a sed salî di nava krîz û hilweşînê de ye. Her çendî faşîzm li hundir û derve hemû derfetên xwe seferber bike da ku hilweşîna xwe rawestîne û dijminatiya xwe ya li hemberî gelê kurd herî zêde bike jî, nikare têkçûna xwe bisekinîne.

Hedefa yekemîn a ku faşîzmê lê êrîş kir Girava Îmraliyê ye. Rêber Apo, tecrîda li ser navenda şerê taybet a tirk ku 24 sal in hemû konseptên xwe yên şikandina îrade û teslîmiyetê, têk bir. Faşîzm li hemberî berxwedana Rêber Apo bêçare ye.

Têkoşîna sedsalê

Faşîzma dewleta tirk di wê baweriyê de bû ku bi veberhênana giran a di şerê teknîkî de weke çareya dawî wê bikar anî, encam bigire. Serkeftina mezin a ‘Têkoşîna Sedsalê’ ya gerîlayên Kurdistanê ya li dijî şerê teknîkî ku bi vîna Apoyî pêk hat, careke din îspat kir ku tu hêz nikare vîna gelê me yê ji bo azadiya xwe li ber xwe daye bişkîne. Gerîlaya azadiya Kurdistanê bi doktrîna xwe ya nû ya şer ne tenê ji bo gelê me, ji bo tevahiya mirovahiyê ya ku daxwaza azadî û demokrasiyê dike, bûye hêvî. Faşîzm jî li hemberî berxwedana gerîla bêçare ye.

Rejîma dewleta tirk a faşîst a ku li hemberî ‘gelê azad, kurdên azad’ ku Rêber Apo temsîl dike têk çû, hema bêje PDK’ê, yanî malbata Barzanî, çû bi hawara wan ve. Malbata Barzanî; ku hemû dewlemendiya welatê xwe û gelê xwe ji bo rizgariya desthilatdariya xwe diyarî dewleta tirk a dijminê gelê kurd kir, ew temsîlê kurdê kole, xayin û hevkarê ku ji ber ku baweriya xwe bi gelê xwe neanî teslîmî dijmin bûye, dike. Lê belê her tiştê vê xiyanetê êdî aşkera ye. Bi taybetî di vê dema dawî de çar parçeyên Kurdistanê bi polîtîkayên xwe yên hevkariyê hatin teşhîrkirin û riswakirin. Yanî bi hilweşîna faşîzma dewleta tirk re, xanedana malbata Barzanî ya hevkar-kole jî têk diçe.

Di vê pêvajoya ku ji bo gelê me jiyanî ye, 30’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî di 17’ê îlonê de bi şîara ‘Em ê Kurdistanê li dijî dagirkerî û qirkirinê biparêzin, em ê Rêber Ocalan azad bikin’ tê lidarxistin. Peyama ku ev festîvala ku di dema rûxandina faşîzm û xiyanetê de bide raya giştî û hemû aliyên peywendîdar, pir girîng e. Ji bo vê jî divê tevlibûna festîvalê gelekî xurt be.

‘Bang li hemû gelê me yê Ewropa’

Em bang li gelê xwe yê li Ewropayê  dikin;

Ji bo lezkirina hilweşîna desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya qirker û misilmanên sexte,

Ji bo bidawîkirina xiyaneta hevkar a ku hemû nirxên gelê me difiroşe dijmin,

Ji bo bersivê bidin tecrîd, îşkence û qetlîamên li zindanan, hestiyên şehîdan ên di kîsikê de hatine teslîmkirin.

Ji bo bersivdayîna heqaretên li ser ziman, nasname, nirxên neteweyî û civakî yên gelê me,

Ji bo em dengê xwe bigihînin welat û saziyên ku li hemberî çekên qedexe yên li dijî gerîla tên bikaranîn, bêdeng dimînin.

Ji bo dawî li komkujî, tacîz û destavêtinên li dijî zarok û jinan li çar parçeyên Kurdistanê were kirin,

Weke kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, ji bo bersiva berxwedana Rêber Apo û gerîla bidin,

Divê her kes bi derdora xwe re bi girseyî beşdarî 30’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bibe.

Bila ji bilî mirin û nexweşiyê sedemek din rê li me negire ku eam beşdarî festîvalê bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar