Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Perspektîfa nû a DYA’yê li Iraq û Sûriyeyê

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Di van rojên dawî de, DYA’yê dest bi operasyoneke nû a siyasi û leşkerî kiriye. Li pey hev heyetên leşkerî û siyasî dişîne Iraqê-Başûr û Suriyeyê-Rojavayê.

Bi serokatiya Orgenaral Curillo yê fermandarê Hêzên Navendiyê DYA’yê û CENTCOM’ê, şandeyekê, berê birêdike Erbîlê, paşê derbasî Rojavayê dike. Li Başûr, bi Mesrûr Berzanî re rûdinê, li Rojava jî bi serokê giştî yê HSD’ê Mezlûm Kobanê re rûdine.

Rojekê berî vê şandeyê, hêyetek ji Wezareta Karê Derve yê DYA’yê, di heman çarçovê de derbasî Rojava-Qamişlo dibe. Li gel nûnerên Rêveberiya Xweser a Rojava, PYNK, PYD û ENKS’ê rûdinin.

Di heman rojan de, heyeteke din a DYA’yê, di rêveberiya Nikolay Lifi de, li Erbîlê peya dibin û li gel Mesûd Berzanî hevdîtinan didin meşandin.

Helbet van heyetan, hema ne ji xweber û ji bo kareki piçûk daketine van qadên tijî alozî û şer!

Weke tê zanîn û dîtin, li Iraqê ji mêj ve ye, qeyraneke tund û tûj heye. Her wiha çareseriyeke nêz jî, diyar nake.

Li Sûriyeyê û Rojavayê jî, heman qeyrana giran dewam dike. Li her du qadan jî, êrîşên qirker û dagirker ên dewleta tirk bênavber dewam dike.

Li aliyên din, nakokiyên navbêna Îranê û DYA’yê jî dijwartir û kûrtir dibin. Li gel peymana nuklerî ya ku ew ê di navbêna DYA’yê û Îranê de bihata îmzekirin, hîn pêk nehatibû, êrîşa herî dawî ya Îranê ya li Deryaya Sor bir ser hêzên DYA’yê, weke benzîn li agir were reşandin, pêşbîniya şerekî mezintir ê navbêna DYA’yê û Îranê xûrtir dike.

Şandina li pey hev a ewqas heyetên payebilind, ji bo van herêmên mijara gotinê ne, guman û fikara ku DYA’yê, amadekariya pêngaveke bi hêz û berfireh a van herêman mezintir dike.

Belê mijara herî giring ji bo gelê Kurdistanê, di vê politikayê de, rola giring a ku di vê dema nuh de dide Kurdistanê ye!

Ji ber ku bi heyeta Barbara Lifi re, Biden nameyeke(peyameke) balkêş şandiye ji Mesûd Berzanî re ku tê de gotiye, “em giringiyeke mezin didin Kurdistanê û Kurdistan di nava mijarên pêş ên DYA’yê de cih digrin û hwd.

Di heman demê de, hewldanên ku hêzên peşmergeyan bikin yek li Başûr bi xurtî ketiye rojeva van heyetan. Her wiha mijarên aloziyên Bexdayê; pêknehatina rêveberiya nû a Iraqê û hwd.jî, di rojeva wan de hatiye guftûgokirin.

Li Sûriyeyê jî, li ser çareserkirina pirsgirêkên girtiyên DAIŞ’iyan li wargeha HOLÊ û deverên din, di hevdîtinan de bi xurtî li ser hatine sekinandin. Bi vêna re, ji bo yekîtiyeke siyasî di navbêna hêzên Rêveberiya Xweser û ENKES’ê de were avakirin, hewldane.

Li gel gringiya van heyetan û mijarên ku hatine axaftin di van hevdîtinan de, hebûna generalekî payebilind ê DYA’yê ku fermandarê hêzên DYA yê Iraq û Suriyeyê jî, bi general Curillo re, wateya van hewldanan mezintir dike.

Di vê navbênê de, R. Erdogan, li dawiya vê heyvê ji bo civîna ŞANGAYÊ hatiye vexwendin. Piştî vê civînê derbasî civîna bilind a NY dibe.

Divê neyê jibîrkirin ku R. Erdogan, di civîna berê ya NY de, li ser nexşeyê, ji bo ‘KEMBEREKE TIRK’ ava bike li sînorê Rojava û Başûr, pêşkêş kiribû. Tu deng ji kesî derneket, li dijî vê sosret û plana dagirkeriya R. Erdogan. Gelo vê carê ev sosretî dubarê bibe, dîsa ew bêdengî dewam dike?

Her wiha gelo çendîn agahî û amadekariya hêzên Kurdistanê, ji vê plan û projeya DYA’yê heye?

Nûçeyên Têkildar