Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

DAIŞ rêxistina Fermana Reş, PDK jî ya Fermana Spî ye!

Êzdîn Şengalî

Gef û êrîşên li ser civaka êzidî û stargeha wê ya pîroz Çiyayê Şengalê ji dîrokê heya roja me ya îro berdewam dike. Ev rastî îspata wê yeke ye ku êrîşên li ser êzidiyan ne demkî ne lê dîrokî ne û ne tenê li ser beşekê civakê ye lê li ser hemû civakê ye. Ango ev êrîşên li ser hebûna Êzdayetiyê, tê wateya qirkirinê. Em civakek bifikirin ku bi hezaran salan e şûrê fermanê her li ser serê wan e. Bi qeydên fermî 74 ferman lê di rastiyê de bi sedan talan û malwêranî.

Nexwe lazim e em pirsekê ji xwe bikin, gelo ev civaka qedîm çawa kariye hebûna xwe heya roja me ya îro berdewam bike? Li şûna civaka êzidî, qewm an jî baweriyeke cûda bûna belkû navê wan jî ji roja me re nemana. Wê çaxê lazim e em berê xwe bidin kûrahiya rastiya vê civaka qedîm, rê û rêbazên wê yên parastina hebûne, şêwazên wê yên berxwedanê û pergala wê ya civakî. Ji ber ku di vê mijarê de seranserî û li gor xwe nirxandin zehf e. Li milekî nêrînên oryantalist li milekî jî şîroveyên rojane û bê ser û ber hene.

Rêber Abdullah Ocalan, gelê kurd wekî civakekê di nav ‘pençeya qirkirinê’ de binav kiribû û her wiha civaka êzidî jî wekî ‘çanda kok’ a gelê Kurd. Nexwe civaka ku herî zêde rastî êrîşên qirkirinê tê civaka êzidî ye. Li milekî bi kuştin û talanan ‘Fermana Reş’, li milekî jî bi siyaseta qirkirina çandî ‘Fermana Spî.’ Dîroka êzidiyan, çîroka van her du cûre qirkirinan e. Û civaka êzidî di her du qadan de jî li ber xwe daye, ser daye lê sir nedaye. Hebûna civaka êzidî ya li cîhanê nîşaneya herî xurt a berxwedana çandî ye. Tu civak qasî êzidiyan berxwedana çand, ziman, ol û baweriyê pêş nexistiye.

Niha em di çarçoveya van rastiyan de berê xwe bidin roja me. Piştî fermana 2014’an civaka êzidî bû rojeva hemû cîhanê û bi berxwedana xwe DAIŞ’ê têk birin ku nûnerê herî xurt a Fermana Reş bû. Piştî ku DAIŞ şikest, vê carê lêz û bezê dan Fermana Spî ku nûnerê wê jî PDK ye. Ango, ji bo êzidiyan DAIŞ sembola Fermana Reş e, PDK jî sembola Fermana Spî ye. Em bala xwe bidinê, PDK ji bo êzidî venegerin Şengalê, ji bo terka Şengalê bikin û berê xwe bidin Ewropayê çi ji dest were dike. Ji xwe, Rêber Abdullah Ocalan piştî fermanê ev hişyarî li civaka êzidî kiribû û banga vegera li Şengalê kiribû.

Rêber Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê banga vegera Şengalê dike, PDK û malbata Barzanî jî ji bo êzidî dest ji Çiyayê Şengalê berdin hemû derfetên xwe seferber dike. Gelo kî dixwaze Êzdayetî bijî û car din geş bibe, kî dixwaze Êzdayetî di nav pergala kapîtalîst de bihele û tiştek jê nemîne. Bersiv wekî ava zelal e, her kî berê êzidiyan dide reya koçberiyê ew dijminê Êzdayetiyê ye. Fermo li siyaseta PDK’ê binêrin û vê rastiyê bibînin.

Lê civaka êzidî li hemberî Fermana Spî jî li ber xwe dide. Ruxmê rêgiriya PDK’ê,ruxmê êrîşên hewayî yên dewleta tirk û ruxmê siyaseta dorpêçkirin û teslîmgirtinê ya hikumeta Kazimî jî bi hezaran malbatên êzidî vegeriyan ser axa xwe ya pîroz û hê jî vedigerin. Eger em bi zimanê gel bêjin, PDK ji ber vê rewşê ‘har û dîn bûye’, ji ber vê rojane li ser civaka êzidî şerê taybet dimeşîne, gefa mirin û girtinê li wan dixwe, sîxurtiyê li vê civaka pîroz ferz dike.

Ev siyaseta PDK’ê mehkûmê têkçûnê ye. Nîşaneya wê vegera êzidiyan a Şengalê û xwedîderketina li bîr û baweriya xwe ye. Ev mehek e ku li Şengalê Cemayî têne pîrozkirin. Ji kampên Başûrê Kurdistanê jî di nav de bi dehezaran êzidî tevlî Cemayiyan dibin, rê û resmên xwe yên olî digerînin, qubên xwe yên pîroz nû/ciwan dikin, qewl û beytên xwe yên ku zimanê heqîqeta wan e dibêjin. Ev berxwedaneke mezin a çandî ye, ev bersiva civaka êzidî ji PDK û hemû hêzên qirker re ye.

PDK her ku êrîşê Êzdayetiyê dike li qube û silavgehan diqelibe, her ku dek û dolaban digerîne ev dek û dolab li ber agirê pîroz a êzidiyan dibin xwelî. Hêza PDK’ê têrî şop û nîşaneyên pîroz ên êzidiyan nake. Cemayiyên vê salê, mizginiya vegera li Şengalê û şikandina siyaseta qirkirina çandî da herkesî. Agirê pîroz dilê dostên êzidiyan germ dike û çavê xwêrnexwazan jî kor dike.

Nûçeyên Têkildar