PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

HPG’ê nasnameya gerîlayên di êrîşa kîmyewî de şehîd bûn, aşkera kir

“Êrîşa dewleta tirk a dagirker a 14’ê nîsanê ku ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê destpê kir, li herêma Zapê li berxwedana destanî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ket û li ber têkçûnê ye. Hevrêyên me yên li qada Girê Cehennemê ya li Zapê ji roja destpêkê ya êrîşa dagirkeriyê û pê ve tunelên şer bi xurtî bi kar anîn. Di heman demê de bi tîmên bi tevger jî derbên giran li dagirkeran hat xistin. Artêşa tirk a dagirker ku sûcdarê şer e, bi her rêbazên li dijî mirovahiyê êrîş kir. Hevrêyên me yên li çeperên şer bi îradeya Apoyî bersiv dan êrîşan û rê nedan dagirkeran. Hevrêyên me nêzî du mehan bi rengekî bêhempa li Girê Cehennemê li ber xwe dan û nîşanî tevahiya cîhanê dan ku ruhê fedaî yê Apoyî li ber tu hêzê serî natewîne û ev yek jî bi berxwedana xwe ya hêja ispat kirin. Hevrêyên me ku ji bo pêkanîna armanca azadiyê ya gelê me dilop bi dilop xwîna xwe rijandin, di her kêliya jiyana xwe de dagirker têk birin. Artêşa tirk a faşîst ku nekarî berxwedana hevrêyên me bişkîne, bi sedan carî bi çekên kîmyewî, bombeyên qedexekirî, teqemeniyan, balafirên şer û helîkopterên êrîşê bombe li qadên berxwedanê barand û hemû rê û rêbazên xwe yên nemerdane bi kar anî.

Fermandarên me yên hêja hevrêyên me Zinar, Destan, Diyana, Hebûn û Serdem ku li dijî êrîşên dijmin dil û bedena xwe kirin senger û bi rengekî dîrokî li ber xwe dan, ji ber êrîşa dijmin a bi çekên kîmyewî şehîd bûn. Li hemberî artêşa tirk a mêtinger tawîz ji berxwedana xwe nedan û bûn ji sembolên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê. Berxwedan û tecrûbeya mezin a ku hevrêyên me yên leheng afirandin, ji bo hevrêyan hemûyan bû rêber û di berxwedana heyî de diyarker bû.

Fermandarên me yên fedaî hevrêyên me Zinar, Destan, Diyana, Hebûn û Serdem bi berxwedana xwe bûn temînata azadiyê ji bo gelê me. Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên me bila serê gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Zinar Gulcan Amanos
Nav paşnav: Zinar Xelîl Osman
Cihê jidayikbûnê: Girkê Legê
Dayik-Bav: Refîka-Xelîl
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2022 / Zap
Nasnav: Destan Tendurek
Nav paşnav: Semra Kalin
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Munîre-Galîp
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2022 / Zap
Nasnav: Diyana Norşîn
Nav paşnav: Zehra Yeşîltepe
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Ferziye-Dûrmûş
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2022 / Zap
Nasnav: Hebûn Dîrok
Nav paşnav: Ahmet Akin
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Halîse-Hidir
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2022 / Zap
Nasnav: Serdem Şoreş
Nav paşnav: Mehmet Şenol Încî
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Sureyya-Mehmet Sidik
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2022 / Zap
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar