PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Senteza rojhilat û rojava: Komagene

Di dîroka şaristaniyê de senteza çanda rojhilat û rojava bi navê Helenîzmê cara ewil di navbera salên 400-300 (BZ) derdikeve pêşberî me. Yewnan berî ku navê Grek bi kar bînin ji bo xwe peyva ‘helen’ bi kar dianîn. Têgeha helenîzm jî di nîvê sedsala 19’emîn de ji aliye dîrokzanê alman  Johann Gustav Droysen ve hatiye pêşxitin. Droysen têgeh ji bo pênasekirina serdema belevbûna grekan a di pêşengiya Îskenderê Makedon de bi kar anîbû. Ango ji bo kolonîbûn û belavbûna çanda grekî ev têgeh bi kar anîbû. Her çiqasî Droysen ev têgeh ji bo belavbûna çanda grekî bi kar anîbe jî ji ber ku bi qasî çanda grekî bandor li ser rojhilat kir di heman demê de ewqas jî kete bin bandora çanda rojhilat, têgeh bi demê re di wateya senteza çanda rojhilat-rojava de hat bikaranîn.

Îskenderê Makedon gava ku bi artêşa xwe berê xwe da rojhilat di heman demê de bi xwe re gelek zanyar, mîmar û rewşenbîr jî birin. Mamosteyê Îskender Arîsto bi qasî ku fîlozofek bû ewqas jî di derbarê çanda rojhilat de xwedî agahî bû. Lewma bi israr ji Îskender dixwest ku berê xwe bide rojhilat. Îskender ji biçuktiya xwe heya bû kral her dem rojhilat bala wî dikişand. Dema bavê wî mir ew ket cihê bavê xwe ji bo yekitiyê di nav erdnîgariya Grek û Makedonya de çêbike berê şer da rojhilat.  Ji bo vê jî arteşeke xurt amade kir.

Îskender dema derkete sefera dagirkirinê li rojhilat hakimiyeta Persan hebû. Mixabin desthilata Persan ji ber kiryarên destpotîk jixwe riziyabû. Lewma di her şer û pevçûnê de ji aliyê leşkerî ve pers têk çûn. Rojhilat cara ewil ji aliye hêzeke rojava ve hat dagirkirin. Lê astengiyeke mezin li pêşiya Îskender hebû. Civakê Îskender nedipejirand. Ew ji rojhilat re biyanîbûn. Ji bo Îskender xwe bide pejirandin piştî demekê cil û bergên rojhilat li xwe kirin, rabûn û rûniştina xwe, tevgerîna xwe şibande ya rojhilatiyan. Bi jinên rojhilatî re zewicî û wekî kralên rojhilatî tac da serê xwe. Ev guhertin bi xwe re jî sînordar nehiştin, ferman da leşker û fermandarên xwe da ku ew jî bi heman şêweyî tevbigerin. Tê gotin ku 10 hezar leşkerên Îskender bi jinên kurd re zewîcî ne. Îskender bi vê polîtîkayê dixwest serweriya xwe xurt bike.

Bi sefera Îskender re cihguhertina mirovan jî zêde bû. Di navbera rojava û rojhilat de çûn û hatina mirovan zêde bû. Hem ji bo karê bazirganiyê hem jî ji bo zanîna cihên cuda tevgerîn çêbû. Bi qasî ku grekî dihatin welatên wekî Misir, Sûriye û Medya di heman demê de ji van deran jî kes diçûn Grekê. Bi vî awayî ji ziman bigire heya baweriyê di gelek hêlan de civakan bandor li ser hev kir. Ev pêvajo wekî serdema senteza çanda rojhilat û rojava dikare were pênasekirin.

Senteza çanda rojhilat-rojava herî berbiçav di şaristaniya Komagene de xuya dike. Komagene texmînî di navbera salên 72(BZ)-72(PZ) bi qasî 150 sal li bajarên wekî Gurgum, Dîlok, Riha, Semsur û Meletî hakimiyeta xwe domandiye. Têgeha Komagene ji peyvên ‘kom’ û ‘gene’ pêk tê. Di kurdî de peyva ‘kom’ tê wateya grup, civak, ‘gene’ jî tê wateya gel. Bi giştî tê wateya koma gelan. Jixwe di nav erdnîgariya ku komagene serwer bû de gelên wekî ermen, grek, kurd, asurî û hwd. bi hev re dijîn. Ango navê Komagene tam jî rastiyê vedibêje.

Paytexta Komagene Samsat bû. Îro di nav sînorê bajarê Semsûrê de dimîne. Lê mixabin Samsat di bin ava bendava Ataturk de maye. Bajarekî grîng ku heta îro li ser lingan mabû bi zanebûn di bin avê de hiştin.

Bermahiyên Komagene li gelek bajaran di bin avê de mane. Yek ji cihên din ku di bin avê de maye Zeugma ye. Zeugma di nav sînorên Dîlokê de ye. Zeugma jî di bin ava bendavê de hat hiştin. Lê bermahiyên wê di gelek muzeyan de têne pêşandin. Mozaîkên Zeugma her mîna ku yekbûna gelên nîşan bide her der xemilandine. Sikak bixwe jî ji mozaîkan hatine çêkirin.

Rêvebirên Komagene di ferqa gringiya çanda rojava û rojhilat de bûn. Kralên wan bi vê zanebûnê tevdigeriyan. Stratejiyeke kûr dişopandin. Wê demê li rojavayê wê Împaratoriya Roma, li Rojhilat jî bermahiya Îskender Selevkos û Part hebûn. Di navbera du hêzên mezin de li ser lingan mayîn zehmet bû. Tenê ne hêzên mezin her wiha şaristaniyên wekî Keyatiya Ermeniyan ên biçûk jî hebûn. Komagene hêza xwe ji gel digirt. Ji aliye din ve jî stratejiya ahenga di navbera hêzên mezin de dişopand. Mesela gelek caran prensên Komagene bi keçên fermandarên Roma re zewicîne. Hinek caran jî di navbera şaristiyaniyên din û Komagene de zewac pêk hatine.

Komagene şaristaniyeke dewlemend bû. Jixwe ji sikakên mozaîk û bermahiyên mane ev dewlemendî diyar dibe. Bûyereke ku behsa wê tê kirin hem dewlemendî hem jî hêza Komagene dide xuyakirin.

Tê gotin ku di şerê navbera Roma û Partan de Part têk diçin.(BZ 38) Kesên ji ber zilma roma direvin xwe dispêrin Komagene. Her wiha keça kralê Komagene jî bi mîrzayê partan re zewicîbû û piştre bûbû kralê partan. Di şerê bi Roma re de zavayê Antîochos, Pakoros jî hatibû kuştin. Ji ber van sedeman Kralê Komagene Antîochos-1 deriyên xwe ji penaberan re vekir. Fermandarê Romayê Markus Antonîus ji Antîochos-1 dixwaze ku penaberan radestî Roma bike. Lê ew vê xwestekê red dike. Ji ber ku Antîochos-1 şer naxwaze, dixwaze di cihê penaberan de bi buhayê 25 ton zîv pere bide Romayê. Markus vê pêşniyarê qebûl nake û çav ber dide hemû dewlemendiyên Komagene û êrîş dibe ser. Lê di encama êrîşê de Marcus têk diçe. Li Komagene hosteyiya çekên ji pola pêşketî bû û şervanên dildar (di belgeyên Roma de wekî ‘ghorten kommagenes’-xorten komagene- têne binavkirin. (Ji pirtûka Ethem Xemgîn)) hebûn. Roma ew rewş hesab nekiribû û têk çû. Dîsa jî ji bo rewşa aramî xera nebe Antîochos-1 bi Marcus re peymanekê îmze dike. Bi vî awayî aşitî tê parastin.

Di derbarê şaristaniya Komagene de rewşa herî baş em ji Çiyayê Nemrûdê fêr dibin. Çiyayê Nemrûdê yek ji cihên girîng ê Komagene ye. Jixwe cara pêşî bi lêkolînên li vir hatine dest pê kirin agahî di derbarê Komagene de derdikevin holê. Endezyarekî alman ku di çêkirina rêya trena Berlîn-Bexda de dixebite wêneyên peyde kirine dişîne Akademiya Zanîstan a Berlînê. Li ser wan wêneyan lêkolîn tê dest pê kirin. Di encama lêkolînan de têdigihijin ku ew bermahiyên şaristaniyeke serbixwe û cuda ne. Piştî lêkolînên almanan arkeologeke amerîkî li vir xebata xwe didomîne. Arkeolog Theresa Goell berî bimire wasiyet dike ku xweliya wê li Çiyayê Nemrûd ber bi ba bixin. Di 1985’an de piştî mirina wê, xweliya laşê wê li vir dirijînin.

Hem ji bo Çiyayê Nemrûdê bibînîm hem jî di derbarê Komagene de bibim xwedî agahî carekê ez çûm Çiyayê Nemrudê. Ez û sê hevalên bi min re dema em ji Semsûrê vedigeriyan me bere xwe da Çiyayê Nemrûdê. Derketina wir gelek zor û zehmet e. Bi erebê hêdî hêdî em derketin heta cihekî. Piştre jî bi meşê hilkişiyan cem hola peykeran.

Nemrûd yek ji çiyayên herî bilind ê Kurdistanê ye(2134 m bilind). Di nav sînorên bajarê Semsûrê de cih digire. Li gorî hinek çîrokan keştiya Nebî Nuh cara ewil li vir temas bi bejahiyê re kiriye. Navê Nemrûd jî xwedî dîrokeke kevnar e. Di serdama babîliyan de ji bo rêvebirên bajaran têgeha nemrûd dihate bikaranîn. Nemrûd ji peyva, nemird= ne mird-ne mir tê. Di kurdî de tê wateya kesê namire. Di serdema babîliyan de kralan xwe xweda dihesibandin. Xweda jî nemir bûn. Di bûyera Hz. Îbrahîm de jî navê nemrûd derbas dibe. Nemrûd rêvebirê Rihayê ye. Jixwe Semsûr û Riha pir nêzî hev in. Îxtîmaleke mezin navê çiya jî ji wir tê. Her wiha kralê Komagene Antîochos-1 jî xwe di rêza xwedayan de dibîne û tirba xwe li serê çiyayê Nemrûd çêdike.

Li serê Çiyayê Nemrûd beşeke ku ji kevirên biçûk pêk tê heye. Jê re dibêjin tumulus. Li gorî zanyaran bilindahiya wê 55 metre ye. Lê bi demê re ji ber sedemên xwezayî bilindahî daketiye pêncî metre yî. Bi tevahî 30 hezar metrekup kevirên şikestî li ser hev kom kirine. Di binê tumulus de gora Antîochos-1 heye. Dema mirov li tumulus dinêre bi rastî matmayî dimîne. Pêkhateyeke bi qasî avahiyeke 17-18 qatî bilind û bi sedan metre fireh e. Hemû ji kevirên şikeştî yên bi qasî 50-100 gr pêk tê. Çawa ew kevir kom kirine nayê zanîn. Lê li serê çiyayekî ewqas bilind komkirina ewqas keviran karekî gelek zehmet e.

Li serê Çiyayê Nemrûd her wiha li aliyê rojhilat û rojava gelek peyker hene. Komek peyker li aliyê rojhilat, li ser text rûniştî û berê wan li cihê ku roj dihile ye. Heman koma peykeran li aliyê rojava li ser text rûniştî û berê wan li cihê ku roj diçe ava ye. Ango peyker hem hilatina rojê hem jî qulibandina rojê temaşe dikin. Bi qasî tê zanîn cihê ku hilatina rojê û qulibandina rojê herî xweş û baş tê xuyakirin serê Çiyayê Nemrûd e. Antîochos-1 jî wekî di ferqa vê zanînê de be hem gora xwe hem jî peykerên xwedayên ku baweriya wî bi wan tê li wir çêkirine.

Antîochos-1 bixwe jî xwe hem rojhilatî hem jî rojavayî dihesibîne. Ji aliyê bav ve xwe ji Persan (a rast î med in. Lê ji ber ku wê demê Med jî di bin hakimiyeta Persan de bûn navê Pers derdikeve pêş) û ji aliyê dayikê ve jî ji Makedonya (xwe digihîne malbata Îskender) dihesibîne. Xwe wisa dide naskirin. Binavkirin û teşeya xwedayên Komagene jî di heman demê de senteza rojhilat-rojava ye. Antîocho-1 xwe çawa pênase kiribe, xwedayên xwe jî bi wê şêweyê daye naskirin.

Li serê Çiyayê Nemrud li aliye rojhilat û rojava ev peyker hene:

Kral Antiochos –Theos (ji ber ku xwe di asta xweda de dibîne peykerê xwe jî di rêza wan de çêkiriye.)

Herakles-Ares-Artagnes (xwedayê qewet û şer)

Zeus-Ahura Mazda (xwedayê herî mezin û hakimê asîman)

Fortuna (Xwedavenda Komagene)

Apollo-Mithras (Xwedayê şer û rojê)

Antîochos-1 ji bilî xwedavenda Komagene du nav li hemû xwedayan kirine. Yek navê rojavayî yek jî navê rojhilatî ye. Her wiha di teşe de jî rengên rojhilat û rojava hene. Cil û bergên xwedayan rojhilatî, sîmaya wan rojavayî ye. Kumê li serê wan îro jî li gelek deverên Kurdistanê têne bikaranîn.

Ji bilî peykerên xwedayan di heman demê de gelek peykerên teyr û şêr jî hene. Herî zêde jî sembolên teyr hene. Xuyaye li cem gelên Komagene teyr û şêr xwedî remzeke grîng in. Dema ez çûme serê Nemrûdê ez rastî tiştek balkêş hatim. Heya em ji erebê peya bûn û hilkişiyan jor û careke din me xwe berda jêr teyrek li ser serê me sekinî bû. Bi sedan metre li bilindahiya ezmanên Nemrûd wekî ku tiştekî piparêze wisa sabît sekinî bû û çiya raçav dikir. Dibe ku tene wê rojê li rasta me hatibe lê tiştekî balkêş tê de hebû.

Antîochos-1 li serê Çiyayê Nemrûd li ser tehtan vasiyeta xwe nivîsandiye. Vasiyet di heman demê de wekî makezagona Komagene ye. Gelek beşên nivîsê jê çûne. Ji 237 rêzan pêk tê. Di nivîsê de hem behsa jiyana xwe dike hem jî behsa rewşa olî-civakî dike. Destpêka nivîsê de xwe dide nasandin. Piştre sedema çêkirina peykeran vedibêje. Dibêje ku ji ber ew dixwaze li gorî bawerî û çanda pêşiyên xwe jiyaneke oldar bijî û bide jiyandin wî ew peyker dane çêkirin. Ji bo cudatî nekeve navbera xwedayan ew di heman rêzê de wekî hev dane çêkirin. Peykerê xwe jî di rêza wan de daye çêkirin. Ji bo berdewama pergala ku wî ava kiriye bidome jî ew vasiyet nivîsandiye.  Di dawiya nivîsê de wiha dibêje: “Kî hewl bide vê abîdeya rehmetê ku derbasdariya pergala pîroz an jî îradeya nemir teyîd dike xera bike, zirar bide yan jî wateya wê ya rastî biguhere tenê ne ew, hemû sulaleya wî rastî xezeba rehmetiyên bavikê min û hemû xwedayan were, heya ku cezayê xwe bi tevahî bikşîne.” Piştre dibêje ku wî bi çêkirina wan peykeran peywira xwe bi cih aniye û ji zarok û neviyên xwe jî dixwaze ku heman tiştî bidomînin. Heke zarok û neviyên wî jî wekî wî bikin dê rehma xwedayan li ser wan be jî.

Şaristaniya Komagene bi qasî 150 sal bi awayekî serbixwe hikimdarî kiriye. Di wê demê de bi Împaratoriya Roma re ketiye nav gelek şeran. Lê di dawiyê de li hemberî Roma têk çûye û wekî wilayeteke Roma bi walîtiya Suriyê ve tê girêdan. Komagene di dîroka giştî û dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî taybet e. Rola ku di navbera şaristaniyên wê demê de lîstiye hêj bi tevahî derneketiye holê. Lê ji bo pergaleke ku gel bi awayekî aram û di nav aşitiyê de bi hev re dijîn mînakek e. Bêguman dema bi çavê îro binêrin gelek kêmanî hene. Lê li gorî dema xwe şaristaniyeke pêşketî ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar