PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Pazar - 24 Kasım 2024

Protestoyên li dijî Îranê berfirehtir dibin 

Di roja 15’emîn de li seranserî Îran û rojhilatê Kurdistanê li dijî kuştina jina kurd Jîna Emînî çalakiyên herî mezin û grev pêk hatin. Herwiha li gelek welatên cîhanê jî çalakiyên piştgiriyê pêk hatin

Li ser banga partî, rêxstin û aktîvîsan duh di roja 15’emîn a xwepêşandanên li dijî kuştina jina kurd Jîna Emînî de greva giştî pêk hat. Bi roj kolan vala bûn û dikan girtî bûn.

Di saetên piştî nîvro de jî bi pêşengiya jin û ciwanan, li bajarên weke Sine, Urmiye, Kirmaşan, Seqiz, Merîwan, Bokan, Mehabat, Dêgulan û Pewe xwepêşandan pêk hatin.

Li bajarên rojhilatê Kurdistanê hêzên Îranê, bi awayek tûnd li hemberî xwepêşandanan şîdet bi kar anînin. Li Merîwanê xwepêşanderê bi navê Muxtar Ehmedî hat kuştin. Hinek xwepêşander birîndar bûn. Herwiha tê gotin ku li Bokan jî hinek xwepêşander birîndar bûne.

Li Zahîdan jî ku roja înê di xwepêşandanan de 58 kes hatibûn kuştin û 200 kes birîndar bûbûn, duh jî xwepêşandan hebû û hêzên Îranê bi tûndî mudaxale kir.

Li Tehran, Meşhed, Kirman, Erak, Tewrêz, Şehirî Kurd, Ehwaz, Buşehir, Bender Ebas, Reşid û çend bajarên din ên Îranê xwepêşandan hebûn. Di xwepêşanan de dirûşmeya, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bimre dîkdator” berz dikirin. Herwiha li hinek van bajaran jî di navbera xwepêşander û hêzên Îranê de alozî derket.

Roja şemiyê, li zanîngehên Îran û rojhilatê Kurdistanê ji rojên din zêdetir xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê pêk hatin. Daxwaza sereke ya xwendekaran azadiya girtiyên siyasî û kesên hatine binçavkirin bû.

Li gorî daxuyaniya Sendîkaya Xwendekarên Îranê, xwendekaran li Zanîngeha Beheştî Zanist û Teknolojiyê, Zanîngeha Şerîf, Beşê Bijîşkîtiya Didanan a Zanîngeha Azadî ya Tehranê, Zanîngeha Azadî ya Tehranê ya Şaxê Bakuyr, Zanîngeha Azadî ya herêma Ponek a Tehranê û Beşê Ziman û Wêjeyê ya Biyanî ya Tehranê çalakî hebûn û dirûşme ji bo piştgiriya xwepêşanan berz dikirin.

Li bajarên din ên Îranê, xwendekarên Zanîngeha Teknolojiyê ya Îsfehanê, Zanîngeha Fêrdews a Meşhedê û Zanîngeha Zenban çalakiyên nerazîbûnê kirin.

Herwiha welatiyên bajarê Kerec li ber Zanîngeha Azadî çalakî kirin. Xwendekarên Zanîngeha Xurazmî çalakî kirin.

Li bajarên Şêraz û Guherdeştê welatiyan ji derveyî zanîngehê çalakî kirin.

Li derveyî Îranê jî, kurdistaniyan û bi taybet welatiyên rojhilatê Kurdistanê û Îranê li nêzî 150 bajarên welatên cuda yên cîhanê yên weke welatên Amerîka, Ewropa û Asya çalakî kirin û piştgirî dan gelên rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Herwiha zextên Îranê yên li ser xwepêşanderan şermezar kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar