Cara yekem e li ser rûyê dinê, li nava karûbarê hikûmetekê wezîrek wiha bi virekiya xwe binav bûye û li ser kar bi serbilindî li nava malê û civaka xwe digere.
Diyare we hemû xwîneran zanî ez behsa kê dikim. Wezîrê tirk ê bi navê Suleyman Soylû ye. Paşnavê bi xwe Soylû ye ango bi esil, lê bi derew û viran xwe lewitandiye. Li gel vî mêrikî pîvanê viran tune, bi xwe wisa têde bûye hosta ku ger xelatek ji ber virekiyê li cîhanê hatiba dayîn, wê teqez namzet û berbijêrê herî zêde navê wî bê hildan û Tirkiye pê şanaziyê bike wê Suleyman Soylû ba.
Soylû ne tenê bi erka xwe ya Wezîrê Karê Hundir, hemwext li gel virektiyê bi deklerekirina reqemê pêlavên gerîlayên PKK’ê nîşanê alemê dide ku bi Mela Barzaniyê fîlozof û zanyar re pariyek nanê têsî xwariye. Hûnê niha bêjin çawa. Mêrik bi xwe dibêje, ‘ez reqema pêlava wan jî dizanim’ ji vê diyar e ku Soylû wan pêlavan bi destê xwe pakêt dike û dişîne. Gelo ji bo min jî pêlavek naşînî. Reqem bidim, 39-40 temam e. Lê bi qurban baldar be, bila marqeyek baş be.
Hûn zanin ku vira vî camêrî ya herî dawî çi bû? Dema dawî li Mêrsînê du gerîlayên YJA Starê yên bi navê Sara û Rûken bi hostetiyeke pir xurt û nazik, xwe gihandibûn navendeke weke mala polîsan ku xwedî ewlekariyeke mezin e, çalakiyeke fedayî kiribûn. Di serî de ev zilamê virek hê tiştek li holê tune, ji tirsa xwe lewitandî, ne li benda wê, hema ji ber xwe ve navek avêtibû holê ku gotibû ev karê Dilîşah Ercan e. Berê ev nav li ba wan di mijarên cuda de hebû, hema ji bo xwe pispor û kêrhatiya îstixbarata xwe nîşan bide, lez û bez ev nav eşkere kir. Jixwe wî bi xwe, xwe pîs kiribû, di ser de rabû saziya xwe ya îstixbaratê MÎT’ê jî pîs kir.
Piştî ku HPG’ê daxuyanî da derket holê ku rûyê rast ê di serî de Soylû û MÎT’ê nîşan da, bê ka çiqasî şepirze bûne.
Piştî vê daxuyaniyê Soylû kete nava hewldanê; herî dawî qet em şaş nekirin, vê carê got, ‘Bi paraşotê ji Minbicê hatine Tarsûsê’, berdê xalo bê pere ye…hêdî hêdî. Mirov berdide ne ewqas jî, ha me got bi paraşotê jî hat. Baş e ew îstixbarat û sînorê te ewqas bawerî dida û xwe pê mezin dikir bi gotina we ‘Çûk nafirin’ ha va derbas kirin.
Qet rûyê te sor nabe, qet dema diçî nava mala xwe tu hîs nake; ew zarok çawa li te dinêre. Qey ar bi te re nîne. Nîne; ma heba vê ev halê te ba. Radibî her roj hejmaran didî, ’20 kes man, 50 kes man; qediya, vê biharê vê peyîzê’ , te tiştek ji bo xwe nehişt.
Wele li dinê ger xelatekê li ser vira wezarekek bê dayîn, berî her kesê wê bidin te. Di vê mijarê de tu hemûyan di toza li pey xwe de dihêlî. Te hemû namzet û bernamzet derbas kir. Yekaneyî Silo…
Ka rojên pêş em binêrin tê bi rengek çawa dîsa derkevî pêşiya me, ji xwe zêde divê em şok derbas nekin, lê dîsa jî karê te diyar nîne. Bi reqem û rengê nû me dîsa bixî nava şokê.
Lê wer xuya ye ku weke pîşeyek ji bo xwe lêkiriye, vê pîşeyê jî wê heta dawî bibe. Ditirsim ku tu di vê pîşeyê de hema tenê bimînî… dawiya dawî axirê piştî te ev pîşe li ser rûyê dinê tine bibe. Tu yekane hosteyê vî pîşeyî bimînî û wisa ciheke li nava dîrokê bi vî rengê xwe li xwe bigirî û biçî… Ji ber bê qîmetiyê û bêkêrbûnê wê ev pîşeya te zêde neajo….