Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HRE`yê şehadeta şervanekî xwe ragihand

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervanê wan Zanyar Xelîl (Zinar Efrîn) di 2`yê Ccotmehê de dema peywira xwe pêk dianî, gihîştiye şehadetê

Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Rêhevalê me Zinar Efrîn roja 2’yê cotmehê dema li ser erka xwe bû, di encama krîza dil de gihîşt şehadetê.

Rêheval Zinar ji bajarê Efrînê ye ku bi nirxên xwe yên kurdayetiyê girêdayî ye mezin bûye. Çanda welatparêziyê a malbatê û derdorê wî li ser rêhevalê me Zinar jî bi awayekî berbiçav bandor kiriye. Yek ji berxwedêr û têkoşerê Berxwedana Serdemê a Efrînê rêheval Zinar, çawa ku baya Şoreşa Rojava a ku mirovên dilê wî ji bo azadiyê lê dida bandor kir ew jî ji vê bayê bandor bû. Rêheval Zinar bi ruhê ciwantiyê tev li xebatên şoreşê bû. Di rojên reş û tarî, di demên tengasiyê de xwe neda kêlekê û cihê xwe eniya pêş da girt. Berpirsyartiyên xwe yên li hember gel û erkên neteweyî ên parastina welatê xwe di dem û wextê xwe da pêk anî. Her tim êşa gelê xwe êşa xwe hîs kir û ji bo rizgarkirina bajarê Efrînê hertim amade bû. Lê mixabin dilê wî yê mezin zêde li ber xwe neda.

Her çi qas me bi fîzîkî rêhevalên xwe wenda kiribe jî me wan spartiye dilê xwe û bi ruhê wan ê zindî meşa xwe ya azadiyê bimeşînin. Em wek rêhevalên Zinar û şopdarên lehengên xwe di wê îdia û biryarê de ne ku wê rojekê hemû heviyên wan pêk bînin. Soza me serkeftina me be. Em serî da sersaxiyê ji malbata şehîdê xwe ra û gelê xwe yê birûmet ra dixwazin.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Zinar Efrîn

Nav û Paşnav: Zanyar Xelîl

Navê Dayikê: Fîdan

Navê Bav: Ismet

Cih û Dîroka Şehadetê: 2’yê cotmeha 2022’yan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar