Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HPG: Remza nemir a berxwedana me ne!

HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir û got, “Bi rengekî fedaî tevlî berxwedanê bûn, mîsyona xwe ya dîrokî bi rengekî hêja bi cih anîn û di berxwedana me ya li ser xeta serketinê de bûn remza nemiran.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd bûn ev agahî parve kir:

“Qada me ya Zapê ku di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de şahidî ji berxwedanên bêhempa re kir, îro careke din di bin êrîşên giran ên dewleta tirk a dagirker de ye ku ji bo qirkirina gelê me tevdigere. Li hemberî van êrîşên dewleta tirk a mêtinger ku gelek caran li qada Zapê derb xwar û ders jê negirt, gerîlayên me yên azadiyê li gorî mîsyona dîrokî ya Zapê bersivê didin û derbên giran li armancên dagirkeriyê yên mêtingeran dixin. Ji pêşengên vê têkoşîna destanî û dîrokî hevrêyên me Nûda, Çiya, Demhat, Tolhildan û Cûdî, bi rengekî fedaî beşdarî çalakiyên bi bandor û berxwedanê bûn, mîsyona xwe ya dîrokî bi rengekî hêjayî bi cih anîn û bûn remza nemir a berxwedana me ya li ser xeta serketinê. Hevrêyên me Nûda, Çiya, Demhat, Tolhildan û Cûdî bi fedakarî û wêrekiya xwe bûn ji mînakên bijarte yên xeta azadiya jinê û milîtaniya Apoyî. Ya ku dibe para me jî biserxistina têkoşîna me ya dîrokî ye ku me ji van hevrêyên xwe dewr wergirtine.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Nûda Kedkar
Nav paşnav: Leyla Guzel
Cihê jidayikbûnê: Erzîrom
Dayik-Bav: Îpek-Mehmet Salîm
Dem û cihê şehadetê: 29’ê Tebaxa 2022 / Zap
Nasnav: Çiya Rûbar
Nav paşnav: Duçem Çelîk
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Guneş-Nazim
Dem û cihê şehadetê: 21’ê Tebaxa 2022 / Zap
Nasnav: Demhat Herekol
Nav paşnav: Mehmet Halît Taş
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Kûdret-Sabrî
Dem û cihê şehadetê: 8’ê Tebaxa 2022 / Zap
Nasnav: Tolhildan Hêvî
Nav paşnav: Ûmût Kûrtûlûş
Cihê jidayikbûnê: Duzce
Dayik-Bav: Emîne-Goksel
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Tebaxa 2022 / Zap
Nasnav: Cûdî Malazgîrt
Nav paşnav: Sînan Oncu
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Zemzemû-Muhur
Dem û cihê şehadetê: 31’ê Tebaxa 2022 / Zap
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar