Di dîrokê de yek ji şerên ku mirovahiyê dikuje û di êşîne şerê îxanetê ye. Di pêvajoya ku em tê de derbas dibin de jî şerê herî li pêş şerê îxaneta bi destê kesên xwe firoş tê kirin rola xwe dide lîstin. Bêguman yek ferdên ku para xwe ji vî şerê qirêj yê îxanetê digirin jî jina azad ya ku xwedawenda civakê tê nasîne.
Di dîrokê de berxwedana jina azad û xwedawenda civakê ya ku li dijî zilamê serdest û desthilatdar di astek herî jor de hertim li pêş e. Ev berxwedan di serdema sumeran de bi pêşengtiya Înana, di serdema babîl, akad û aşuran de bi pêşengtiya Îştaran, di serdema almanan (Bolşevîk’an) de bi pêşengtiya Rosa Luxemburg, di serdema Rafael Trujillo di pêşengtiya sê xuşkan Patria, Minerva û Maria Teresa, di serdema desthilatdariya rejîma Sedam Hûseyîn bi pêşengtiya Leyla Qasim, di serdema şerê îxanetê de bi pêşengtiya Bêrîtanan, di serdema desthilatdariya Erdogan û çeteyên wî DAIŞ’ê de jî bi pêşengtiya Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û Barîn Kobanê, bi van ve girêdayî çirûska ku Jîna Emînî li rojhilatê Kurdistan û Îranê daye destpêkirin û di roja meya îro de jî bi pêşengtiya bi hezaran jinên ji her çar parçeyên Kurdistanê li çiyayên azad berxwedanek bêhempa tê meşandin û ev berxwedan li ber çavên tevahî cîhanê tê kirin û dîrok şahidê vê yekê ye.
Berxwedana jina azad ya ku em niha qala wê dikin, li hemberî hemû cure desthilatdarî û bêmafiya li hemberî tevahî jinan e. Ji ber ku di serdema civaka neolotîk ta civaka xwezayî û ta roja meya îro de ji ber ku jin xwedî mîsyonek herî bilind û çaleke desthilatdaran ne hiştine jin di asta herî jor de cih bigire. Hertim ew kirine kole û dinava civakê de wekî kole hatiye hiştin. Ji ber vê sedemê asta rêxistinbûyîna jina azad a kurd di nava civakê de dayî afirandin berxwedana wê ya li hemberî sîstema desthilatdar û serdest a zilame. Ev sîstem hertim ji bo jinan bûye wek bûyerekî ku bala mirovahiyê bikişîne. Lê belê berovajî vê jina azad ji herdemî zêdetir di asta bîrdozî, leşkerî, siyasî û pratîk de bi awayekî xwezayî xwe pêşxisitî ye û li hemberî her cure êrîş û zilmkaran dikare jinan û civakê biparêze.
Ji ber ku ji hêz, fikir û cesareta wê ditirsiyan hedef girtin
Di van demên dawî de bi taybet li başûrê Kurdistanê dewleta tirk a faşîst ku sîstema wî ya zilamê serdeste bi awayekî vekîr û bi zanebûn jinên kurd û çalakvanên kurd dike armanc. Di çarçoveya şerê teybet de êrîşên îxanetkarî bi awayekî berfireh li hemberî jina kurd a çalak dide meşandin. Bi vê yekê dixweze çavê gelê kurd û civakê bi tirsîne. Destpêkê li bajarên kurdan ên bakurê Kurdistanê jinên kurd bi destê leşkerên ku hatin organîzekirin hatin tecawîzkirin û qetilkirin. Dîtin bi vê yekê nikarin dest bi şerê îxanetê yê li dijî jina kurd kirin. Bi destê sîxuran madeyên hişber û fihûş dan pêşxistin. Lê belê ev yek jî ne giha serî îca bi awaeyekî vekirî li başûrê Kurdistan û rojavayê Kurdistanê dest bi suîkast û kuştina jina kurd kirin.
Di pêvajoya ku niha em tê de derbas dibin de li hemberî jina azad şerekî serdestî ku bi rêya îxanet û kesên xwe firoş ve bi awayekî aktîf di astekî herî jor de tê bi rêvebirin didin meşandin. Li Kurdistan û cîhanê mînakên vê yekê pir in. Ger ku em bi awayekî guncav mînaka vê yekê bidin “Di 4’ê cotmeha 2022’yan de li bajarê Silêmanî akedemisiyen, rojnemevan û lêkolînvana Jineolojî Nagihan Akarsel bi awayekî pilankirî bi destê zilamê serdest û kesên xwe firoş û îxaneteke dijî mirovahiyê ve hat qetilkirin. Çewa ku Rosa Luxemburg dema ku biryara jiyana xwe da û bi gotina xwe ya; “ Ez ê li ser erk, di pevçûnek li kolanê yan jî di zindanê de bimirim.” Ku wisa jî çêbû, çewa ku li gorî gotina Lenîn, “Balîndeya şoreşê” Rosa, dema ku di sala 1919’an de di encama gotinên xedar de hat qetilkirin, heta ku ji laşê wê yê mirî jî tirsiyan û bedena wê di kurahiya rubarê “Spree” de berdan. Berdêla ku wê dayî li gorî pêdiviyên baweriya wê û tiştên ku hilbijartî bûn. Berdêla Nagihan Akarsel jî ne kêmî balîndeya Şoreşê Rosa bû. Ew jî çewa ku Rosa Luxemburg bi gotinên xedar hat qetilkirin, ew jî bi îxanetek ku di dîrokê de ne hatiye dîtin hat qetilkirin. Di kesayeta Nagihan de civak, jiyan, jîn û mirovahî hat qetilkirin.
Armanc girtina lêkolînvana jinolojî Nagihan Akarsel ew bû ku ji hêza wê ya xwedî îdeolojî û felsefeya Rêber Apo bû hat armanc girtin. Ji ber ku xwedî hestên şoreşgerî û tekoşîna jina azad bû û di nav civakê de xwedî rolekî giring bû hat qetil kirin. Ji ber ku Nagihan di nava civakê de, bi taybetî jî li Rojhilata Navîn dabû pey şopa heqîqetê û rastiya zilamê serdest derdixist holê, di aliyê din de jî li pey rastiya heqîqeta jina azad û mafê wê yê dinava civakê de hatî winda kirin de bû, dijmin ji vê hêza wê ya wêrek tirsiyan û ew bi îxanetek ku ji exlaqê civak û mirovahiyê dur hat qetil kirin.
Nagihan Akarsel xwedî rastiyek rasteqîne bû ku dinava civakê de bibû sembola jina azad û rastiya heqîqetê, Nagihan ket pey şopa Gurbetelî Ersoz, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan û Xelîl Dag an heta gihiştî şahdetê jî dest ji pênûs û şopa heqîqetê berneda.
Lê belê di roja meya îro de li çar parçeyên Kurdistan û tevahî cîhanê bi hezaran jinên şoreşger dane pey doza wan jinên şoreşger yên ku canê xwe di oxira vê dozê de feda kirin. Niha li çiyayên azad yên Kurdistanê û rojhilatê Kurdistanê bi sedan jinên xwedî tekoşîn û çeleng di çeper û bajaran de li hemberî vî şerê îxanetê û desthilatdariya qirêj li berxwedidin û bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” çirûska şoreşa jinan li badidin û wê şerê îxaneta li hemberî jinan hat destpêkirin bi dengê “Jin Jiyan Azadî” têk bibin û serkeftinê misoger bikin.