Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Di 10 mehan de 428 kes li Îranê hat darvekirin

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê roja têkoşîna li dijî cezayê darvekirinê de ragihand ku di destpêka sala 2022’yan heta niha li Îranê rêjeya kesên hatine darvekirin, li gorî sala borî ji sedî 89 zêde bûye

Di roja cîhanî ya têkoşîna li dijî cezayê darvekirinê de, Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê bi daxuyaniyekê bilançoya 10 mehên borî ya kesên li Îranê hatine darvekirin aşkera kir. Li gorî daxuyaniyê rêjeya îsal li gorî sala borî jimara kesên ku hatine darvekirin, ji sedî 89 zêde bûye.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat ragihandin: “Jimara darvekirina girtiyan li bajarên Îranê di rêjeyek zêde de bilind bûye. Li gorî bîlançoyên ku hatîn bi destxistin ji destpêka sala 2022’yan ve herî kêm 428 kes ku 2 jê zarok û 12 jê jin bûn ji girtîgehên Îranê li ber çavê xelkê hatine darvekirin. Çavkaniyek fermî û medyaya navxweyî ya Îranê di nava vê demê de tenê sêdaredana 52 kesan ragihandiye. 376 kesên din jî ji çavkaniyên herêmî yên pê bawer û parêzvanên Mafên Mirovan, rêxistina me bilançoyan de qeyd kirine.”

Rêxistinê da zanîn ku hejmara kesên ji serê sala 2022’yan ve hatine darvekirin, li gorî sala borî bi qasî sedî 89 zêde bûne. Sala borî 226 kes hatibûn darvekirin.

Hejmara kesên beluç ku ji serê salê ve hatine darvekirin, bi awayek berçav zêde bûye. Tê gotin 121 kes di nava van deh mehane de hatine darvekirin, yanî ji sedî 35’ê vê hejmarê beluç bûn.

Îran yek ji wan welatane ku cezayê darvekirinê li ser zarokanên temenê wan di bin 18 salî de ye dibire. L gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan ji serê sala 2022’yan ve herî kêm 2 zarok ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê di 10 mehên sala 2022’yan de 12 jin li girtîgehên cuda yên Îranê hatine darvekirin. 11 ji wan bi sucê kuştinên bi qest cezayê darvekirinê li wan hat birîn û yek jî bi sucê peywendiya wê bi madeyên hişber re hebû, hat darvekirin.

Di sala 2002’yan de Hevpeymana Cîhanî ya Dijî Cezayê Darvekirinê, roja 10’ê Cotmehê weke roja cîhanî ya têkoşîna dijî cezayê darvekirinê destnîşankir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar