Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Ev e kurdayetî ?

Di 8’ê cotmehê de Sefîrê Bilind ê Bexdayê yê Dewleta Tirk Alî Riza Guney li başûrê Kurdistanê bi Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî re hevdîtin pêk anî. Sefirê tirk, bi neteweperest û bi nîjadperestiya xwe tê naskirin. Di feraseta nîjadperest û neteweperestên tirk de kurd wek mirov nayê dîtin. Wek kole tê dîtin. En li cem wan disekinin dahî bawerî bi wan naynin. Wana wek amûrek ji bo berjewendiyên xwe dibînin. Di van hevdîtinan de jî tenê li ber çapemeniyê kural û kaîdeyên dîplomasiyê pêk tînîn. Li pişt perdê xuyaye ku cuda nêz dibin.

Piştê hevdîtina sefîrê tirk daxuyanî da. Di daxuyaniyê de rojnamevanek pirskir ku bi sûîkasta Nagihan Akarsel dewlata tirk wek berpirs tê dîtin. Ewi jî got raste hemû PKK’yî û alîgirên PKK’ê hedefa me ne. Li ber çavê barzaniyan vê yekê dibêje. Li ber çavê serokê Herêma Kurdistan dibêjî li welatê te ez êrîşên terorî pêk tînim.

Nagihan Akarsel ne jinek ji rêzê bû . Hemû jiyana xwe xistibû bin xizmeta têkoşîn û rizgariya gel û jina kurd. Him ji bo azadiya netew him jî ji bo azadiya jin bi salan têdikoşiya. Ji bo vê yekê jî hatibû başûrê welatê xwe . Lê li ber çavên rayedarên Başûrê welatê wê  gotin me kuştiye. Ev yek hekaretek herî mezin bû. Ev hekaret him li kurdayetî him jî li serwerî û statuya başûrê Kurdistanê hat kirin . Lê rêveberên herêma Kurdistana vê yekê tenê temaşe kirin . Tenê ne KDP û rayedarên wî deng YNK, Goran, Nifşê Nû Yekgirtû ji derneket. Deng ji tu sazî dezgehan derneket. Ev yek ecêb û sosretek giran e. Rewşa min nedît, ne bihîst û ez niaznime. Rewşa li ber mirinê ye.

Di dîroka mirovahiyê de pîvanên dijminahiyê hene. Dijminên hev li gor van pîvanan nêzî hev dibin. Pivanek ew e ku ji paşve lêxistin, namerdiye. Li jin û zarok xistin hovîtiye. Li yekê bêçek xistin, qelêşiye. Lê dewlata tirk him jî paşve, hîm ji li jinek kurd ên bêçek, bi 11 gule qetilkir. Ev yek namerdiye qeleşiye hovîtiyê û di heman demî de ne wêrî û tirsonekiye. En ku dikuje ji li ber çavê kurdek dibêje min bi 11 guleyan ji paşve jinek kurd kuşt. Ew kesên ku xwe wek kurd û rêveberên Kurdistanê dibînin tenê temaşe dikin.

Aliyê din li herêma Silêmanî ev nêzî heftiyeke kujerên Nagihan Akarsel qaşo hatiye girtin. Hatiye an nehatiye girtin kes nizane. Ji ber ku tenê dibêjin me girtiye. Madem we girtiye ew kes kî ye çî ye? Bo çi daxuyanî nayê dayin. Li hemû cihê dinyayê dema kujer tên girtin nasname ya wî aşkera dikin . Lê rayedarên Silêmanî hêj vê yekê nekirine. Ev yek ji pir şik û gumanan çêdike.

Dewleta tirk her roj êrîşên hewayî û bejahî axa başûrê Kurdistanê dagîr dike talan dike. Di êrîşên xwe de tu pîvanên mirovahî nasnake.Ev nêzî 10 rojê Îran ji êrîşên balkatiye û herêmên Biradostê dike. Nûneren Îranê ên başûrê Kurdistanê bi aşbetali û bi dagirkirine tehdit dike. Rayedaren başûre Kurdistanê ji tenê temaşe dikin. Ne serwerî ne ewlehî ne jî statu maye. Tenê berjewendiyên aborî maye. Wiha dewam bike tu tişt li holê namîne.

Nûçeyên Têkildar