Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kêr giha hestî derbas dike!

Di vê pêvajoyê de ku ewqas li gel berxwedan û têkoşîna ji bo serfiraziya gelê kurd tê kirin, em dibînin; dijmin ketiye mala kurdan û destê xwe li ber kurdan bilind dike, gefa kuştinê, tunekirinê lê dixwe.

Em dibînin li her derê dijminê kurdan li ser mijara kurdan û berjwendiyên welatê xwe li hev dikin. Ji bo bi temamî bigihêjin encamê hinek aliyên kurd didin gel xwe, wan pîroz û yên din jî weke ‘nelet’ pênase dikin, bi ser wan ve diçin.

Lihevkirinên îro dijmin li ser Tevgera Azadî dike, di esasê xwede li dijî hemû destkeftî, naname, çand û hebûna kurd-Kurdistanê ye. Dewleta tirk a dixwaze bi temamî kurdên şiyar, kurdên azadîxwaz û şoreşger tune bike, li gel hemû hêzên ku duh dijmin bû, îro li ser xwîna kurdan li hev dikin, bazarê dikin.

Yek ji vê nimûneyê jî Sûriye ye. Dewleta tirk a serkêşiya wê Erdogan dike, ji bo lîderê Sûriyeyê Beşar El Esad digot; ‘Kesê kujer-qatil’ îro di mijara kurdan de li ber digere di hemû mijarî de tawîz bide û li hev bike. Heta di asta îstixbaratî û hinek gavê dîplomasî de rûniştine. Vê dema dawî Erdogan bi xwe got, ew amade ya li gel Esad rûne û pêwîst bike jî wê rûne.

Heman tişt ji bo Îranê jî derbasdar e. Rejîma Îranê ya ku bi salan bi rejîma xwe ya îslamî ya tundraw zextê li gel dike, hemû dewlemendiyên sererd û binerd ji bo hinek kesî û aliyan bikar tîne, qaşo bi navê li dijî emeryalîzmê ye ketine xizmeta hinek hêz û aliyan.

Gelê Rojhilat û Îranê piştî kuştina Jîna Emînî ya ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve bû yek ji xalên dawî ku hew li ber vê rejîma faşîst û mêjûkdar serî bitewîne. Serî hilda, raperiya. Ev raperîna ku mîna bahoz û firtoneyê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kolanên bajarên rojhilatê Kurdistan û Îranê olan dide.

Gelê got; bes e kêr êdî hestî dibire! Hew bêdengî. Rejîma faşîst jî ji bo vê raperînê serkut bike, kurdan dike hincet û gelek navend û baregehên partî û aliyên rojhilatê Kurdistanê yên li başûrê Kurdistanê bi dron û fûzeyên balîstîk kirin hedef û gelek kes bûn qûrbanî.

Li aliyê din rejîma tirk û Îranê dixwazin bi destdirêjiya li nava karûbarên siyasî jî dike. Li aliyekê Îran û li aliyê din Tirkiye dixwaze di mijara hikûmeta nû de, bibe xwedî cih û gotin, bikare zêdetir di serweriya xaka Iraq û herêmê de destê wan xurtir bibe. Hikûmetek bê avakirin li gorî berjewendiyên wan be. Ev hemû jî wê li dijî Tevgera Azadîxwaz a Kurd be. Li dijî destkeftiyên neteweyî yên gelê kurd be.

Li ser vê yekê nûnerê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Nazim Debax li Tehranê peyamek balkêş da û bal kişand ser metirsiya lihevkirina Tirkiye û Îran dîsa ya mîna peymaneke ya Cezayîr ku di navbera Iraq û Şahê Îranê de pêkhat ku bû sedem ku bi hezaran pêşmergeyên di bin feraman Mele Mustefa Barzanî dev ji çekê berdin. Ev mijar di nava Kurdan de weke ‘aşbetal’ tê zanîn. Ferqa vê peymanê jî ew e ku ev peyman wê di navbera çar dewletên dagirkerên Kurdistanê de pêk bê. Ev yek jî metirsiyeke mezin li ser hemû destkeftiyên netewî-niştîmanî yê Kurdan be.

Hema hê zû ne dereng em dît, sefîrê mezin ê tirk ê Iraqê Alî Riza Guney rojên borî serdana Herêma Kurdistanê kiribû û li gel rayedarên hikûmetê û Barzaniyan civiya. Guney li mala Kurdan, li bin ala Kurdan li xwe mikur hat ku qatilê şoreşger, welatparêz û pêşengên Tevgera Azadiya Kurd in. Her wiha gef kir ku her kesên welatparêz, şoreşger û pêşengtiyê ji Tevgera Azadiya Kurd re bike, wê hedefa wan be. A balkêş vê gotinê li mala yeke qaşo xwe Kurd û niştîmanperwer dibîne kir. Di bin ala ku bi hezaran pêşmerge xwîna xwe rijandî kir. Yek gotin ji devê wan derneket. Ev jî nîşan dide ku êdî ev dijmin û kesên bi veşartî Kurdan êşkence dikir, direvandin, qetil dikir; niha bi vekirî li nava me Kurdan dike. Li ser axa me, li mala me gefê li me dike. Gelo başûrê Kurdistanê, rewşenbîr, siyasetmedar, hiqûqnas tev li kû ne? Çima deng ji van dernakeve? Gelo ev gel raza ye! Bê xem e, ne diferqa vê metirsiyê de ye? Yan jî bi rastî koledariya ku van dewletên mêtinger-qirker ku serkêşiya wê niha Tirkiye dike û dixwaze li ser gel bide ferzkirin, qebûl kiriye?!

Ev zilam ku Kurdan kirî mêhvanê mala xwe, zêdegaviyê dike û Kurdan li mala wan tehdît dike, xwediyê malê bêdeng e. Ev sosret e! Gelo ma çi ma bê gotin, çi ma nehate kirin. Kêr giha hestî, êdî hestî dibire! Wê kengê ew şûr ji kalanan derkeve? Wê kengê xençer ji qilifan xatir bixwaze û li ser dilê neyaran dagirkeran bikeve?

Divê gelê Kurd, hêzên şoreşger, welatparêz, hîzb û aliyên siyasî, dîsa partiyên siyasî, kesayet û rewşenbîr bi eşkere li ber vê xwedî helwest be. Bi pirsin eger ku ev hikûmet, rêveber, hêzên parastinê ji parastina vê xakê, gel û civakê erkdar in, maf û azadiya wan diparêzin, çima helwest nîşan neda? Zilam vekirî gef dike, bêdeng in li ber. Di rewşek wiha de ev Kurd nikare li ber rabe, nikare xençerê li ser dilê dijmin bide. Kurdek mirî û ser nizme.

Vê desthilatê bi vê yekê rewatî li dest da, li gel dagirkanin. Dixwazin dawî li hêzên şoreşger bînin. Kurd li vê desthilatê baldar be, her kes li ber helwest nîşan bide. Li kûderê sazî, dezgeh û navendek yê dewleta tirk a mêtinger hebe, bibe hedef û jinavbirin. Eger ku serokê hikûmeta Başûr û serokê başûrê Kurdistanê, parlemento, dîsa hikûmeta Iraqê li ber vê bêdeng in, ev dem hevkar in, li gel in. Ev yek vekirî binpêkirina serweriya hiqûq û xaka Iraqê ye. Binpêkirina pîvan û normên netewî yên qada navneteweyî ne. Ji bo wê demildest helwestek netewî, gerdûnî li ber Tirkiye bê nîşandan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar