Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Di bin navê lêgerîna tazî de tacîz

Sariye Taşkesen a ku ji Girtîgeha Sîncanê ya Jinan ji bo daneşîna doze anîn Amedê ji aliyê 5 gardiyanan ve lêgerîna tazî lê hat kirin. Taşkesen diyar kir ku bijîşkê girtîgehê rapora îşeknceyê nedayê.

Li girtîgehên ku her roj bi binpêkirinên mafan di rojevê de ne, li gel bertekên li hemberî lêgerîna tazî, girtî dema ku tên sirgûnkirin û ji bo daneşînên dozan wan dibin bajarên cuda li girtîgehan lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin.

Sariye Taşkesen a li Girtîgeha Sîncanê, bi rêya parêzerê xwe di nameya ku şand de binpêkirinên mafan ên li hemberî xwe ku dema di 29’ê îlonê de ji bo daneşîna doza wê birin Girtîgeha Jinan a Amedê vegot.

Nameya Sariye Taşkesen wiha ye: “Di 29’ê îlonê de min birin Girtîgeha Jinan a Amedê. Ez ê li wê şevekê bimama û piştre vegeriyama. Gardiyanên Girtîgeha Jinan a Amedê ji min re gotin kincên xwe ji xwe bike. Dema ku min qebûl nekir 5 gardiyanan hewl da min tazî bikin. 2 qerdiyanan bi destên min, 2’yan bi lignên min girtin û yek jî li ser çongên min rûnişt û xwest kincên min ji min bike. Îşlik ji min kirin û goreyên di lingê min de jî derxistin. Xwestin tîşort û şalê min jî ji min bikin lê piştî ku min li ber xwe da dest jê berdan.

Di bin navê lêgerînê de bi pêkanînên tacîzê re rûbirû mam. Destên xwe li ser bedena min gerandin  û min taciz kirin. Derbarê vê mijarê de min serî li Wezareta Edaletê, Serdozgeriya Komarê ya Amedê û li gelek saziyên têkildar da. Di 29’ê îlonê de min birin revîrê lê bijîşkê girtîgehê sorbûna laşê min ya ji ber îşkenceya lêgerîna tazî ku li min kirin ji nedîtî ve hat û nekir rapor. Min li Wezareta Tendirustiyê jî giliyê bijîşk kir.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar