Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Edûlê û Derwêşên vê demê

Navenda Nûçeyan

Derwêş û Edûlê li çiyayên Kurdistanê bi gelek rûyên cuda derdikevin pêşiya me û em careke din şahidiyê ji destanên Derwêş û Edûlê yên hemdem re dikin ku li Botan, Zap, Avaşîn, Metîna û tevahiya Kurdistanê dinivîsînin…

Em li dîmenên berxwedêrên Werxelê dinihêrin, ku di dilê her kesên xwedî wijdan de dibe birîneke giran. Kêliyên dawî yên Baz û Helbest, ku li hemberî kîmyasalê li ber xwe didin û şehîd dikevin.

Dilê me hemûyan diêşe, hêrsa me mezin dibe. Em gelekî kêm man, me têrê nekir; lewma jî em soza tolhildanê didin.

Gerîlayek serê hevrêyekî xwe yê birîndar datîne ser çoka xwe, xwêdan û xwîna wî paqij dike. Şahidiyê ji kêliya wî ya dawî re dike, dixwaze nefesa xwe bike nefesa hevrêyê xwe. Hêvî dike ku şehîd nebe.

Gelo qet hat bîra me, dema ku gerîlayek şehîd dikeve hevrêyên pê re dikeve nava hesteke çawa? Di dil de kîjan hest der dibe? Ew kêlî, çawa niha dibe dîrok, dîrok dibe niha? Gerîla kîjan sondan dixwe? Ew gotin bi çi rengî li dîrokê dineqişe?

Ew çi hest e, çi fikir e, gotinên ji dil diherikin qet ji bîr naçin. Ji pêşengên Berxwedana Xwerêveberiyê ya Şirnexê fermandar Zeryan Denîz Amed (Ayşegul Kaçar) di dema dorpêçkirina bajarê Şirnexê de, di bin bombardûmana giran de ew kêlî li rojnivîska xwe, li dîrokê neqişand.

Şehadeta hevrêyên xwe û hestên xwe ji dîrok û mirovahiyê re kir mîrate. Edûlê ya serdemê di rûpela 22’ê nîsana 2016’an a li rojnivîska xwe vê yekê dineqişîne:

“Hewl didim ji hestên xwe yên dema dawî re pênaseyekê bibînim. Mînakên dîrokî têne bîra min. Destana Edûlê û Derwêş xwe dubare dike. Rêbertî me; gerîlayên jin dişibîne Edûlê. Destana Derwêş-Edûlê, Destana 12’yan di vê serdemê de ji nû ve pêk tê.

Edûlê keça esîl a eşîra Mîlan e. Ez jî ji heman eşîrê me. Yanî ez bi xwe jî Mîlanî me. Derwêş zilamekî kurd ê leheng, şerker û bi rûmet e.

Edûlê dema ku Derwêşê xwe, lehengê xwe ji dest dide, li ser digirî. Zêmarek bi navê Delala Derwêş dibêje. Derwêş nefesa xwe ya dawî li ser çoka Edûlê dide.

Eger ez xwe bişibînim Edûlê, wê ne pênaseke şaş be. Li ser çoka min jî ciwanên kurd ên leheng ên mîna Derwêş nefesa xwe ya dawî dan. Lê belê firsenda min nebû ku li ser wan bigirînim, zêmarekê bibêjim. Edûlê Derwêşek ji dest da û li ser wê êşê giriya. Gelo min çend Derwêş ji dest da?

Ew Derwêşên serdemê bûn. Wan bi eşqa welêt bi lehengî şer kirin. Herî zêde gava ku min Botan û Zana ji dest da, ev hest kete dilê min. Botan li ser çoka min, bi birîndarî dirûşm diqîriya. Di nefesa xwe ya dawî de digot ‘Bijî Serok Apo’. Bi destê min girtibû, wasiyeta xwe dida. Û min bi vî rengî gelek Derwêş ji dest da. Di vî şerî de min ji gelek mirovan hez kir: Baz, Diyar, Reşo, Mazlûm, Demhat, Sefkan, Zana, Rêzan, Eşref, Gever û hemû. Hewl didim nav li vê hezkirinê bikim. Eger ez bibêjim bi qasî xwişk û birayên xwe wê têrê neke, ji ber ku ez di vê astê de bi xwişk û birayên xwe ve jî nehatim girêdan. Ev dilsozî beriya niha qet bi min re çênebû bû. Ewqasî ji dil, bêhesab û heta mirinê. Hezkirina herî pîroz ew e ku tu di oxira wê de mirinê dide ber çavên xwe.

Niha xwe digihînim pênaseya rasteqîn a eşqê. Em di ezmûna herî giran a jiyanê de xwedî li soza xwe derdikevin. Dema ku neteweya demokratîk ava dikin, bi eşqê em hemû zor û zehmetiyan têk dibin. Ya me eşqa kolektîf e, vaye ez bi eşqa kolektîf ji van hevrêyan hez dikim.

Em Edûlê û Derwêşên Serdemê ne.”

Bi vî rengî em hinekî fêm dikin ku di kêliyên wiha de hesteke çawa dikeve dilê gerîlayekê/î, fermandarekê/î.

Şirnex dibe Werxelê, dibe Şikefta Birîndara, dibe Karker, dibe Zap.

Zeryan dibe Baz, dibe Helbest û dibe bi sedan gerîla ku niha jî li hemberî kîmyasalê li ber xwe didin.

Derwêş û Edûlê li çiyayên Kurdistanê bi gelek rûyên cuda derdikevin pêşiya me.

Û em careke din şahidiyê ji destanên Derwêş û Edûlê yên hemdem re dikin ku li Botan, Zap, Avaşîn, Metîna û tevahiya Kurdistanê dinivîsînin…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar