PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Jinên Tîrêjên Rojê: Li Stenbolê 3 polîs hatin kuştin

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê di encama çalakiyên Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê de, 3 polîs hatin kuştin. Înîsiyatîfe ragihand ku çalakî ji bo bîranîn û tolhildana 17 gerîlayên di encama êrîşên bi çekên kîmyewî de şehîd bûne, hatine lidarxistin.

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê têkildarî mijarê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku li hemberî êrîşên çekên kîmyewî yên dijî gerîlayên azadiyê li Stenbol û Sakaryayê li hemberî polîsên dewleta tirk û nokerên wan çalakî lidar xistine.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“18’ê cotmehê li Stenbol-Gokturkê, yekîneyên me bi şev saet di 02.00’yan de li hemberî polîsên dewleta tirk a faşîst ên dewriye digeriyan, bi teqemeniyan û çekên ferdî çalakî kirin. Di encama çalakiyê de xisareke mezin li wesayita polîsan bû. Ji polîsên tirk ên di hundirê wesayitê de yek mir, 2 jî birîndar bû. Ev agahî bi çavkaniyên xwecihî hat piştrastkirin.

18’ê cotmehê li Sakarya-Sapancayê 4 wesayitên luks ên AKP’iyan ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.

19’ê cotmehê li Stenbol-Çatalcayê yekîneyên me ji du baskan ve li qereqola polîsan xistin. Destpêkê bi teqemeniyan li hewşa qereqolê li polîsan hat xistin û ji du baskan ve bi çekên ferdî lê hat reşandin. 2 polîs hatin cezakirin, 2 jî bi giranî birîndar bûn. Piştî çalakiyê yekîneyên me bi rengekî ewle ji qadê çûn.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku çalakî ji bo bîranîna 17 gerîlayên azadiyê û hilanîna tola wan hatine lidarxistin ku hat destnîşankirin ku wê hesabê şehîdan ji hikûmeta dewleta tirk a faşîst û hevalbendên wê qat bi qat bê pirsîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar