Neteweperestek tirk ku berê ji CHP’yê wekî parlamenter hatibû hilbijartin, bîadî Erdogan kir û bû AKP’yî. Ev parlamenterê nijadperest, 14 sal berî niha di sala 2008’a de di doza Ergenekonê de ji alî rejîma Erdogan hatibû zîndanîkirin û nêzî 5 salan di hepsê de mabû.
Belê, em dizanin her dû alî jî neyarê kurda ne û tenê yek derdê wan heye: Qirkirina kurda! Ji bo vê yekê hatinçûyîna wan ên di nav hev de ne derdê me ye. Bila herin werin; bila serê hev jî bixwin. Lê ya balkêş, dema serê hev jî dixwin û dema neyartiya kurda jî dikin yek tiştekê wan, ango neyartiya wan ên li dijî kurda nagûhere. Welê neyar in ku xwîna kurda vexwin têr nabin.
Ev yek bi axaftinên Erdogan carek din jî aşkera bû. Ev kesê neyarê kurda dema derbasî AKP’yê bû, Erdogan jê dipirse, “Çend zarokên te hene?” Piştî ku hîn dibe yek zarokek wî heye, bi peyvek bala wî dikşîne: PKK’yi 5, 10, 15 zarokan çêdikin…
Belê bi yek peyvek hemû hestên xwe yên nijadperest û faşîst aşkera dike. Ev yek peyv nîşana siyaseta sed salan in. Amanca qirkirina kurda, ji her derê vê peyvê difûre.
Qesta wî ji PKK’yê bêgûman kurd in. Dinya alem dizane ku şervanên PKK’yî azeb in an jî azeb dijîn û di jiyana wan de cîhê zewacê tune ye.
Peyva Erdogan, her wiha dijminatiya li dijî jinan jî aşkera dike. Ew bi axaftinên xwe ve carek din jî dide zanîn ku jin ji bo wan tenê ji bo welîdîna zarokan heye.
Bi van peyvan êdî em baştir dizanin ku di navbera Erdogan û Hîtlerê de misqalî zere ferqek tune ye. Heta Hîtler, li ber Erdogan wekî melaykeyek dimîne.
Ev neyartî, carek din xwe bi karanîna çekên kîmyevî û jehrî ya li dijî şervanên PKK’yê jî xwe nîşan da. Em dizanin ciyê dilêşiyê ye lê dîsa jî gelek ji me wan dîmenên şervanên PKK’yê ku tûşî gazên kîmyevî hatibûn, temaşe kir. Mirov dema wan dîmenan temaşe dike, ji mirovahiya xwe fedî dike. Namûsek neyartiyê heye. Lê diyar e, êdî di tirkên nijadperest û faşîst de ew namûsa neyartiyê jî nema ye. Di şerê rasterast de nikarin bi şervanan. Bi hemû teknîkan nikarin pêşî li berxwedana kurda bigrin. Ev car bi çekên qedexekirî, bi gazên kîmyevî êrîş dikin. Mixabin, hemû saziyên navdewletî jî ev hovîtî temaşe dikin.
Ya rast, ew dîmen nehatibûna weşandin jî, divê tu şika kesek ji karanîna çekên qedexekirî nebûna. Mînaka şîreta ji bo zarok çêkirinê, ango peyvên “PKK’yî 5, 10, 15 zarokan çêdikin” her tişt bi zelalî aşkera dike. Ma ji vê faşîstiyê re, ji vê neyartiyê re şahid lazim e? Şahid, kiryarên wan in. Diviyabû kiryarên wan têr bikira. Lê diyar e PKK’yî, ji ber ku kiryarên qirêj ya rejîma faşîst têr nekirine ev car neçar mane ew dîmenan weşandine.
Madem ew dîmen hatine weşandin, wê çaxê divê hemû kesên xwedî xîret û şeref jî serê xwe bi hêsanî nikaribin deynin ser balgêha xwe. Divê bi her cure xebatê ve li dijî vê rûreşiyê rawestin. Divê xebateke welê were dayîn ku dawiya tu faşistan ji Hîtler û Sedamê cudatir nebin.
Ev gotin nayê wê wateyê ku her kes li hember faşîzmê çek hilbigire û şerê dijminên mirovahiyê bike. Şer tenê bi çekan nabe. Herkesek dikare bi gor rê û olaxên xwe tevbigere. Yên hunermend bi hunermendiya xwe, yên rojnameger bi rojnamegeriya xwe, yên nivîskar bi nivîskariya xwe, yên siyasetmedar û dîplomat jî bi siyasetmedarî û dîplomatiya xwe dikarin şerê faşîstên tirka û piştgirên wan ên navneteweyî bikin. Ji bo vê yekê jî PKK’yîbûn hewce nake. Tenê mirovbûn, însanbûn bes e.