PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Pazar - 24 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Gel bi girseyî serdana malbatên şehîdan kir

Gel bi pêşengiya MEBYA-DER’ê bi girseyî serdana malbatên endama YJA-STAR’ê Helbest Koçerîn û endamê HPG’ê Mazlûm Nisêbîn kir.     

Li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên başûrê Kurdistanê di encama bikaranîna çekên kîmyewî de 17 endamên HPG’ê  şehîd ketin. Bi pêşengtiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) bi girseyî serdana malbata endama YJA-Starê Kevser Ete (Helbest Koçerîn) hat kirin.

Malbata Ete li gundê Şilyan a bi ser Şirnexê ve dimîne û malbat li malê mêvanên xwe pêşwazî dike. Girse ji aliyê malbatê ve bi berzkirina dirûşma “Şehîd namirin” hat pêşwazîkirin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên HDP û DBP’ê yên Şirnex û Sêrtê û gelek welatî bi girseyî çûn serdanê.

‘Em ê hesabê komkujiyê bipirsin’    

Di serdanê de parlamentera HDP’ê Nuran Îmîr axivî û diyar kir ku dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ di şexsê Ete de careke din hat nîşandan û got: “Bi salan e li dijî zor û zilma dagirkeran gelê kurd li ber xwe dide. Komkujiyên gelek mezin pêk anîn. Di vê komkujiyê de rola hêzên navneteweyî jî heye. Em ê ji NATO’yê jî û Amerîkayê hesaba vê bipirsin. Em ê xiyaneta navxweyî jî jibîr nekin. Hevala Kevser bi hevalên xwe re heta dawiyê li dijî vê hovitiyê li ber xwe da. Em jî heta ku hebin em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin. Em soz didin malbata xwe em ê ji vê têkoşînê encam bigirin.”

Serdana malbata Ûzûn

MEBYA-DER’ê li navçeya Nisêbîna Mêrdînê serdana şîna malbata endamê HPG’ê Abdurrahîm Ûzûn (Mazlûm Nisêbîn) ê di êrîşên çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest da kirin. Gelek kesên li Taxa Abdûlkadîrpaşa hatin gelhev, heta mala malbatê meşiyan. Ferdên malbatê girse pêşwazî kirin. Di şînê de ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyekê rêzgirtin hate kirin.

Hevserokê Şaxa MEBYA-DER’a Mêrdînê Mehmet Akpinar, diyar kir ku êşa malbatê êşa wan bi xwe ye û wiha got: “Em xwedî li bîranîna wan derdikevin. Nayê qebûlkirin ku şehîdên me bi gazên kîmyewî bên kuştin. Heke dewleteke din bûya, li keseke din hatibûya kirin niha Tirkiye rabûbû li ser pêyan. Divê em li zarokên xwe xwedî derkevin.”

Ahmet Ûzûn ê têkildarî kurê xwe yê di êrîşa çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest daye  bi lêv kir ku kurê wî kesekî “durist û xwedî li kurdbûna xwe derdiket bû”. Ûzûn diyar kir ku naxwazin mirov bi kîmyasalê bên kuştin û wiha got: “Divê hêzên navnetewî ji bikaranîna çekên kîmyewî re bêjin ‘bes e’. Ev zilm e. Rûsya û Ukrayna şer dikin kimyasal nayê bikaranîn. Tirkiye li dijî rêxistinê bikartîne.” Bav Ûzûn, anî ziman ku wê bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nekin.

Dayik Atiye Ûzûn jî ragihand ku kurê wê beriya 7 salan tev li PKK’ê bûye. Dayik Ûzûn diyar kir ku kurê wê bi çekên kîmyewî hat kuştin û xwest ku ev yek bi dawî bibe. Dayik Ûzûn diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî ne mirovî ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar