Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Çarşamba - 2 Ekim 2024

Almanya: Muxatabê mijarê OPCW ye

Hikûmeta Almanyayê bersiva pêşniyara Partiya Çep a têkildarî sûcên çekên kîmyewî yên dewleta tirk da û got, "Tirkiye di nava mekanîzmaya çavdêriyê ya OPCW'ê de ye."

Artêşa tirk ji 14’ê nîsana 2022’yan û vir ve di êrîşên dagirkeriyê yên li ser xaka başûrê Kurdistanê de bi dehan caran çekên kîmyewî bi kar aniye. Sûcên şer ên dewleta tirk bi rapora Yekitiya Doktorên Navneteweyî ya Dijî Şerê Atomê (IPPNW) ya hefteya borî hat weşandin û wêneyên gerîlayên di rojên dawî de ji çekên kîmyewî bandor bûne di ANF’ê de hatin weşandin, careke din ev yek îspat kir.

Lê tevî gelek belge û bangên rêxistinên sivîl, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ku di qada navneteweyî de saziya muxatab e, bêdeng dimîne. Daxuyaniya vê carê li şûna OPCW ji hikûmeta Almanyayê hat.

Hikûmetê di 19’ê çileya 2022’yan de di rûniştina pirs û bersivê ya li Meclisa Federe de, bersiva pirsa nivîskî ya parlamenterê Partiya Çep Andrej Hûnko ya derbarê rapora IPNNWê ya derbarê sûcên çekên kîmyewî yên dewleta tirk de da û diyar kir ku muxatebê mijarê ne ew in, OPCW ye.

Di bersiva kurt ya ku ji aliyê Şêwirmenda Wezareta Karên Derve Katja Keûl ve li ser navê hikûmeta Almanya hat dayîn de wiha hat gotin:”Haya me ji rapora IPPNW û daxuyaniya Wezîrê Parastinê ya Tirkiyeyê ya di derbarê bikaranîna gaza rondikrêj de heye. Lê tu agahiyek din ji çavkaniyên hikûmetê bi xwe hatibe destxistin tune ye.”

Şêwirmenda Wezareta Karên Derve Katja Keûl bal kişand ku Tirkiyeyê di 29’ê nîsana 1997’an de Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî îmze kir û wiha dewam kir: “Dema ku Tirkiye bû aliyê peymanê, diyar kir ku di envantera wan de tu çekên kîmyewî tune ye. OPCW biryarê dide bê ka peymanê bi cîh tîne yan na û Tirkiye jî wek welatekî alî di nava mekanîzmaya çavdêriyê ya vê rêxistinê de ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar