Di dîroka şaristaniyê de di demên 1400’an(BZ) de çar şaristaniyên mezin derdikevin pêşberî me. Hîtît, Asûr, Mîtanî û Misir. Ev her çar şaristanî dem deman rist û rola desthilata hegemonîk a navendî lîstine. Hitît li Anatoliyayê, Asûr li derdora Musulê, Misir li erdnîgariya îro ya Misirê û Mîtanî jî ji Edenê bigire heya Meletyayê erdnîgariyeke berfireh di din serweriya xwe de digirtin.
Rêveberiya Mîtaniyan Hurî bûn. Hûrî ji salên 2000(BZ) heya 1500(BZ) bi awayê dewletên bajarî serwerî dikirin. Lê di salên 1500(BZ) de xanedana mîtaniyan (ew xwe ‘maîtenî’ bin av dikin) dibe rêvebir û desthilata xwe xurt dike. Bi demê re dibe şaristaniya herî mezin a serdema xwe. Her çiqasî hêzeke mezin be jî di navbera du hêzên din de dima. Li bakur-rojava Hîtît û li başûr-rojhilat jî Asur hebû. Bi van herdûyan re di nav gengeşî û pevçûnê de bû. Ji aliyê din ve bi Misirê re têkiliyên xurt pêş xistibû. Nîşaneyên van têkiliyan nameyên hatine nivîsandin û zewacên ku di navbera her dû şaristaniyan a di asta rêveberiyê de pêkhatine ne.
Em ji nameyên ku keyayê Mîtaniyan yê bi navê Tusratta ji fîravunên Misirê Amenhotep lll û Amenhotep lV re nivîsandine fam dikin ku Mîtaniyan têkiliyeke demdirêj danîne. Tusratta di van nameyan de xwe wekî ‘Keyayê Mezin, Keyayê Welatê Mîtannî’(Lugal.Gal, Lugal.Kur) bi nav dike. Bi vê pênaseyê di heman demê de xwe ser keyayên berî xwe re dibîne. Keyayên berê wî tenê sifata ‘Keyayê Welatê Mîtanî’ (Lugal.Kur) bi kar dianîn. Di kolanên li Amarna de bi tevahî heya niha 14 nameyên ku ji Amenhotep lll û hevjîna wî Tiye û Amenhotep lV re hatine nivîsandin derketine holê. (Amarna di dema Amenhotep lV de paytexta Misiriyan bû. Akhenaton û Nefertîtî ew di cihê bajarê Teb de ava kiribûn.) Di van nameyan de hem behsa zewaca keça xwe dike hem jî behsa bazara ku bavê wî bi fîravunan re kiriye dike. Di nameyeke ku ji Amenhotep lV re şandiye de tîne ziman ku wî soza zêrên ku bavê wî daye, neşandine û gilî û gazincan jê dike. Dibêje ‘Dema ku te keça min ji xwe re xwest min soza xwe anî cih lê tu çima zêrên min naşînî.’ Di nameya ku ji Amenhotep lV re nivîsandiye de wiha behsa zewaca keça xwe dike:
“Birayê min, dema te sefîrê xwe Mane şande ba min û te got: ‘Keça xwe wekî zewceya min û xanima Misiriyan bişîne vir.’ Min birayê xwe qet neşikand û got: ‘Helbet!’ Min kesa ku birayê min dixwaze nîşanî Mane da û wî jî ew dît. Dema ew dît, gelek bi pesindayî behsa wê kir. Xwedayê birayê min Amon û xwediya hemû axan û axa birayê min xwedavenda min Šaušga (Šawušga/İštar) keça min layiqê xwestekên birayê min bibîne.”
Ji gotinên vê nameyê em fam dikin ku Îştar xwedavenda Mîtanî ye û Amon jî xwedayê Misirê ye. Lê piştre keybanûya Mîtanî Nefertîtî (Navê wê yê Mîtanî Tutuhepa ye, Nefertîtî di zimanê Misrî de tê wateya ‘bedewî tê’. Ev nav ji aliye Misriyan ve lê hatiye kirin.) û fîravunê Misirê Akhenaton (Amenhotep lV) baweriya Misirê diguherînin. Aton wekî yekane xweda dibînin û hemû perestgehên berî xwe didin girtin. Di heman demê de ji bo paytexta şaristaniyê bajarekî nû (Amarna) jî didin ava kirin. Jixwe li gorî hin zanyaran di kuştina Nefertîtî de tiliya rahîbên Misriyan heye. Rahîban di guhetina ol de Nefertîtî sucdar dikirin. Piştî ku baweriya Aton hate îlankirin û xwedayên din hatin qedexekirin rahîbên berê dev ji baweriya xwe bernedan û di nava qesrê de bibandor bûn. Piştî mirina Akhenaton û Nefertîtî careke din rahîp, xweda û baweriya xwe serwer dikin.
Nefertîtî li Misirê xwedî bandoreke mezin bû. Hem bi bedewiya xwe hem jî bi zanebûna xwe pir derdiket pêş. Lê rahîp û hinek derdoran ew qebûl nedikirin. Ew wekî keseke biyanî didîtin ji ber zanebûna wê hesudî dikirin. Li gorî tê gotin Nefertîtî hêj ji biçûkatiya xwe keseke zîrek bû û di tedawiyê de pispor bû. Dema Amenhotep lll nexweş dikeve, ji bo başkirina wî diçe Misirê. Dema diçe li gel xwe peykera Îştar jî dibe. Keçeke di temenê biçûk de di destekî de pisporiya zanistî, di destekî de baweriya Îştar diçe qesra Misirê. Dema ev taybetiyên wê li ber çavan werin girtin hesûdiya rahîban û kesên niyetxerab jî baş tê famkirin.
Di derbarê Nefertîtî de agahiyên herî berfireh di pirtûka Mîchelle Moran a bi navê “NEFERTÎTÎ-KEYBANÛYA MISIRÊ, KEÇA BÊDAWIYÊ” de derbas dibin. Moran Nefertîtî wiha pênase dike: “Porê wê reş, çavên wê renge tarî, yeke bejin kin û rûdêm bronz bû… ewqasî bedew bû, qralîçeyan bixwe jî çavên xwe jê nedigirtin. Perwerdeyeke baş dîtibû, xwe pir pêş xistibû. Ew keça keyayekî Mîtanî bû. Jineke wisa bû ku yên lê dinihêrtin hem ditirsiyan hem jî hesûdî dikirin… Armanca wê ew bû ku bibe rêberê mirovan, bibe nemir û derbasî dîrokê bibe. Li pey bêdawîbûnê bû…” Dîsa di cihekjî din de wiha behsa Nefertîtî dike: “Nêrîna wê ya polîtîk a jiyanê wiha bû; dixwest bi xwedayekî re bizewice û bibe xwedavend. Lê di rastiyê de jê wêdetir dixwest. Ewqasî zêdetir ku dikaribû bêje ‘Gelo ji ber ku ez gihiştime xwedayan, ew dê min ceza bikin?’ Di heman demê de bi qasî ku mirinê bide ber çavan wêrek bû…”
Nefertîtî û Akhenaton di temenekî piçûk de zewicîn. Lê fikrên wan ên di derbarê mirovahiyê de mezin bûn. Baweriya Aton, xwedayê rojê, di dîrokê de pêşengiya gelek bawerî û olên yekxwedayî kir. Aton, xwedayê yekane bû û di hizra wî de hemû kes wek hev bûn. Mixabin ev wekhevî dijberî baweriya fîravunên berî Akhenaton bû û di derfeta yekemîn de rahîp vegeriyan ser baweriya xwe ya berê. Lê dîsa jî fikir û ramana yekxwedayî kete nav rûpelên dîrokê. Piştî Nefertîtî û Akhenaton, Zerdûşt jî baweriya yek xwedayî pêş xist.
Nefertîtî bûye mijara gelek pirtûk, fîlm û dokumenteran. Lê mixabin kêm kes behsa cîvaka ku jê hatiye dikin. Wekî ku ji asmanan hatibe tê behs kirin. Ango behsa mîtanî û baweriya Îştar nayê kirin. Mîtanî, ji etnîsîteya Huriyan bûn. Hurî etnîsîteyeke li Kurdistanê bûn. Di heman demê de çanda kurdan a îro bingeha xwe ji wir digire. Mesela navê Îştar ji peyva star-sterk tê. Îro hê jî dema tiştek dibe kurd hewara xwe bi Îştar tînin. ‘Ya star’ hewara li Îştar e. Wekî din jî peyva stiran, stirandin, stargeh hêj ji wê deme tên. Ev peyv hemû jî di wateya parastinê de têne bikaranîn. Ango tê xwestin ku xwedavenda Îştar wan biparêze.