Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

NPG’ê gerîla pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ji bo şervan û fermandarên Pêngava Şehîd Diljîn-Şehîd Şervan Êrkendî yên Egîdên Botanê peyameke pîrozbahiyê weşand.

Di peyama Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) de wiha hat gotin:

“13’ê cotmehê li qada Kato Xelîla ya navçeya Şax a Wanê, li dijî dagirkeran bi rê û rêbaza serdema nû çalakiyeke koordîneyî ya gerîla hat lidarxistin. Tîmên YJA Starê yên bi tevger, ji sê baskan ve bi çekên ferdî li yekîneya dagirker xistin, ku xistibûn bin kontrolê. Di encamê de 10 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Vê çalakiya YJA Starê ya serketî careke din raxist pêş çavan ku rêbaza tîmê pispor a Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê teqez encamgir e. Dewleta tirk a mêtinger bi rêya medya xwe ya şerê taybet derba giran a ku xwar, hewl da veşêre û tenê kuştiyekî xwe yê di vê çalakiyê de aşkera kir. Tîmên bi tevger ku ji nişka ve li her deverê derbên xurt li dijmin dixin, bi vê çalakiyê jî Pêngava Şehîd Diljîn-Şehîd Şervan Êrkendî ya Egîdên Botanê ya li qadê xurt kirin. Şerê tîm ê pispor ku rêbaza şer a demê ye bi rengekî rast û afirîneriyeke bilind xistin meriyetê. Ev darbeya li dagirkeran hat xistin ku îdîa dikirin bi teknîkê li dijî gerîla serwer e, propagandayên şerê taybet ên dagirkeran ku xwe dispêrin derewan careke din pûç kir û di performansa şer a Gerîlayên Azadiyê de bû mînakeke serketî ya hunera bicihanîna asta pêşketî ya taktîkê.

Hêzên me ku li bakurê Kurdistanê li gel bi sedan operasyon û bi hezaran êrîşên dagirkeran xwe diparêzin û di heman demê de bi ruhekî bilind ê êrîşê û afirîneriya mezin a taktîkê çalakiyên bi bandor dikin, bi rengekî şênber raxistin pêş çavan ku rêbaza tîmên pispor ên bi tevger meşa li ser xeta serketinê ye.

Di serî de tîmên me yên YJA Starê ên bi tevger ku ev çalakî kirin û derba giran li dagirkeran xistin, em hemû hevrêyên şervan û fermandarên tev li Pêngava Şehîd Diljîn-Şehîd Şervan Êrkendî ya Egîdên Botanê bûne, bi îrade û baweriyeke mezin şer dikin, ji ber serketina wan pîroz dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar