Di navbera 16’ê tebaxa 2015’an û 14’ê adara 2016’an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê 8 caran qedexeyên derketina derve hatibûn ragihandin. Li gorî rapora Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) li navçeyê di dema qedexeyan de 83 kes hatine kuştin û heta niha cenazeyê 28 kesan radestî malbatên wan nehatine kirin. Ji van cenazeyan yek jê jî yê Nesîm Atabay (20) ê xwendekarê Beşa Felsefeyê yê Zanîngeha Karatekînê ya Çankiriyê ye. Dayika Nesîm Atabay Ayşe Atabay (50) 7 sal in li cenazeyê kurê xwe digre.
Dayika Atabay, Ayşe Atabay ji bo cenazeyê kurê xwe bibîne li Nisêbîn, Qoser, Amed û Meletiyê ji bo DNA’yê xwîn daye. Atabey di vî 7 salî de gelek caran çûye Mêrdînê û mal bi mal pirsa cenazeyê kurê xwe kiriye. Her wiha her cara ku çûye dozgeriyê jî, dozger jê re gotiye “ger encama testa
DNA’yê kifş bibe em ê hata te pê bixin.” Lê hê jî Atabay tu bersiv wernegirtiye. Atabay a ku gava li cenazeyê kurê xwe Nesîm geriyaye, xeber jê re hatiye ku kurê wê Xelîl Atabay (19) jiyana xwe ji dest daye. Kurê wê Xelîl jî li herêma Bestayê di şer de şehîd ketiye.
Ayşe Atabay diyar kir ku ew bi salan e mal bi mal, bajar bi bajar li cenazeyê kurê xwe digere û wiha axivî: “Kurê min di sala 2016’an de li Nisêbînê jiyana xwe ji dest da. Dema qedexeya derketina derve li Cizîr, Sûr û Nisêbînê hat ragihandin kurê min li zanîngehê bû. Gelek aciz bûbû. Pênûsên xwe şikand û ji bavê xwe re got, ‘Mirov tên kuştin ez ê çawa bisekinim’. Wisa got û êdî me tu xeber jê negirt. Piştî qedexeya li Nisêbînê bi dawî bû, ji bo cenaze em çûn Nisêbînê. Em çûn cem her kesî û me li cenazeyê kurê xwe pirsî. Em 10 caran çûn Meletiyê. Em çûn Nisêbîn, Mêrdîn, Amed û Qoserê. Bavê wî li Meletiyê xwîn da û min jî li Nisêbînê. Min yek bi yek ji şêniyên Nisêbînê pirs kir. Ewil digotin, cenazeyê wî di hewşa malekê de hatiye veşartin. Heta ku navên wan jî li ser nivîsandibûn. Hejmara derî gotin. Me hemû agahî dan MEYA-DER’ê û wan jî ew dan dewletê. Dewletê çi jê kir em nizanin. Em her carê diçin dozgeriyê, dozger dibêje, ‘Cenaze tune ye, gava encama testên xwîna te derketin em ê xeberê bidin te’. Ez nikarim razêm. Ez di xew de wî dibînim. Dikim nakim cenazeyê wî nabînim. Hema hestiyeke,yan jî perçeyeke kincê wî jî min bidita ez ê kêfxweş bûbûma.”
‘Ez bi kurê xwe serbilind im’
Atabay anî ziman ku bi salan e ew bi hesreta ku perçeyeke tişteke aydî kurê xwe bibîne û ev tişt gotin: “Ez dizanim ku kurê min li Nisêbinê hatiye kuştin. Lê kes cenazeyê wî nîşanî me nade. Kurê min Xelîl jî li Bestayê şehîd ket. Di her rojên înê de ez diçim wê derê, bêhna min tê. Lê min tu agahî ji Nesîm nestandin. Min hema perçeyeke kincê wî jî bidita ez ev qasî nediqehirim. Ez bi kurê xwe serbilind im. Min tu tiştekî wî nedît. Wekî ku te avêtibin behrê. Li şûna wî giya jî hêşîn nebûye. Xwedê sebrê bide dayikên kezeb şewitî. Divê her kes dengê me bibihîze. Bi xwedê ez tu carî nabêjim xweziya neçûbûya. Çimkî serê min pê bilind e.”
Atabay bi lêv kir ku rûyê kurê wê her tim li ber çavê wê ye û got ku ew ê heta dawiyê li cenazeyê wî bigere. Atabay wiha got: “Her bajarê ku em çûnê, em çûn ser cenazeyan lê ne cenazeyê me bû. Wele her cihê ku em diçûnê jî dozger em digirtin hundir. Heçku derziyek winda bûye. Nabêjin kezeb e. Nabêjin ku ev qasî kezeba dayikan dişewite, evqasî tên û diçin. Lê ne xema wan e. Çimkî ne kezaba wan e. Kesê ku kezaba wî şewitî dizane, lê yê ku kezaba wî neşewitî vê êşê nizane. Xwedê rehmê têxe dilê wan. Em êdî nikarin hêsiran jî bibarînin. Xwedê kezaba kesekî neşewitîne. Heta ez sax bim wê rûyê wî û kenê wî li ber çavê min be. Ez kengî çavê xwe bigirim kenê wî tê berçavê min. Ez bimrim jî ez wî jibîr nakim. Heta ku ruh di laşê min de hebe ez kenê wî, axaftina wî û zanabûna wî jibîr nakim.”