Qasî tê zanîn, li cîhanê, dema ku desthilatiya dewletan tengav dibin û ber bi lawzbûnê diçin, ji berê zêdetir dest davêjin zordariyê.
Jibo temenê desthilatiya xwe dirêj bikin, bi hemû amûrên lêdanê dest bi zulmê dikin. Her cûre şêwazên êşkênce, kuştin, girtin û koçberkirinê didin meşandin.
Jixwe, jiber van şêwazan, ji rejîmên desthilat ên wisa zalim re faşîzm tê gotin. Lewma ev êrîşkariya xedar a vê dema dawî ya “faşîzma Receb û Bahçeli” jî, tê wateya ku ev desthilatiya, êdî lawaz ketiye, berê xwe daye hilweşandinê, êdî ji bo li himberî têkoşîna gelê Kurdistanê, xwe li ser desthilatiyê ragire, dest avêtiye bi karanîna her cûre amûrên kotekiyê û qirkirinê.
Belê di vê dema dawî û bi taybetî vê sala dawî de, giranî daye ser du amûrên şer. Yek; çekên kimyewî, dudu; xiyaneta kurdan a mala Berzanî.
Karanîna xiyanetê, ji bo desthilatdaran siyasetek dîrokî ya stratejîk û kevnar e. Li ser gelê Kurdistanê, ji dema Gilgamiş ve bi Enkîdû despê dike, bi Idrisê Bedlisî, Rayber, Qasimê hevling, Sofi Ebdullayê Sêro dewam dike tê heta Malbata Berzanî yê îro!
Karanîna çekên kîmyewî jî, raste ne qasî xiyanetê kevnar e, lê ew jî ji mêj ve tê bi karanîn. Ya ku dewleta Tirk li xwe mikur hatiye(Ihsan Sabri Çaglayangil), li dijî gelê Dêrsimê, bi karanîna jehra DDTê ve, li dor 80 hezar welatparêz şehîd xistiye û li Hebçê jî, ji aliyê Seddam ve bikaranîna çekên kîmyewî li dor 5 hezar welatparêz şehîd ketine.
Yên vê dema dawî, bi taybetî ku li dijî Tevgêra Azadiya Gelê Kurdistanê hatiye bi karanîn; li Geliyê Tiyarê 36 gerîlla û herî dawî jî li herêma Werxelê, bi karanîna 5 cûre çekên kîmyewî 17 gerîlayên Tevgêra Azadiya Kurdistanê hatine şehîd kirin.
Li gel van mînakên hatine eşkerekirîn, li pir cihên din jî çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirka ve hatiye bikaranîn û her roj, bê navber ev karê dijî mirovahî yê hovane, li dijî gelê Kurdistanê; her çendîn bi giranî li Başûr û Rojava tên meşandin jî, lê armanc her çar parçeyên Kurdistanê ye.
Weke di sernivîsê de jî hatiye destnîşankirin, erê ev êrîşên wisa bê exlaqî yên dijî mirovahiyê tên kirin, ji aliyê rêveberiya Receb Erdogan û Devlet Bahçeli ve, ne ji xurtbûna wan e, belê ji lawaz ketin û tengav bûna wan e.
Lê ya ku divê baştir were naskirin, piştgrî û desteka navdewletî û xiyaneta Kurdistanî ye. Jixwe bêdengiya navdewletî ya li himber vê hovîtiya dewleta Tirk jî, ji vê hilwesta xerab a navdewletî tê.
Divê ev jî were bîranîn ku, vê projeya dijberî îradebûna azad a gelê Kurdistanê, ji aliyê hegemonê cîhanê ve, pêşkêşî Receb Erdogan hatiye kirin.
Her wiha, xwedê giravî partiya herî dijber/opozisyon/muxalefet a Tirkiyeyê CHP ye, ew jî, vê carê hîn aşkeretir li Arteşa Dewleta xwe xwedî derket û berdevkê wê Faik Oztrak, li himber vê komkujiya 17 gerilla ya bi çekên kîmyewî got; “bila kes tu derewan li Memhetçikê me neke, sicîla arteşa me pak e” û hwd!
Îca tê bîra mirovan, gelo di vê çûna Kiliçdaroglu da, ew projeya dabûn R.Erdogan, nabe ku biryar standibin û êdî dabin destê Kiliçdaroglu? Jiber di vê gera wî ya DYAyê de Faik Oztrak jî hebû.
Balkêş e, hîn Kemal Beg li ser vê mijarê daxwiyanî nedaye! Bi tenê parlementerê wan Sezgin Tanrikulu yê Kurdê Amedê, hilwest li dijî êrîşa kimyewî ya arteşa Tirka nîşan da bû. Jixwe hêrs bûna Faîk Oztrak, hinek jî li ser vê hilwesta wî çêbû.
Wisa diyar dibe, vê carê ne dewleta Tirk ne jî hevalbend an fermandayên wê, xwe li himber gunehkariya vê êrîşa bi çekên kîmyewî, nikaribûn weke carên berê, bi xurtî xwe bi parêzin.
Jiber ku di serî de berdewamkirina berxwedana bi îradeyek efsanewî ya gerîla, him bê navber dewam kirina hilwesta gelê Kurdistanê, him jî ya dostên xwe, ya xwedîderketina li gerîlla, him faşîzma R.Erdogan-D.Bahçeli him jî hevalbendên wan ên navdewletî di tirsîne.
Armanca wan a bingehin, li ser gelê Kurdistanê afirandina tirsê bû, lê wisa diyar e ku ew çeka wan li wan vedigere û ew ê hîn pirtir bitirsin.
Bêgûman divê gelê Kurdistanê û dostên xwe, qîma xwe bi vêna neyne. Erê dewleta faşîst li ser sûc hatiye girtin û tirsiya ye, lê ji bo ev êrîşên wan, bi tevayî werin rawestandin û bi taybetî jî piştgriya wan a nevdewletî were qut kirin, divê di hewldan û xebatê de xemsarî çênebe. Berovajî divê xebat û têkoşîn bêhtir were xurtkirin, da ku ev dewleta faşist û qirker were rewastandin.