Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Dagirker bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êrîş dikin

Dewleta tirk a dagirker ku li hemberî çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bêçare maye, bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êrîş dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Di encama çalakiyên hêzên me de 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin.

Artêşa tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 10 caran bi bombeyên qedexekirî bombe kir. Li Qada Berxwedanê ya Sîdayê çeperên şer ên li Şehîd Felat 2 caran bi çekên kîmyewî, li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê jî çeperên şer ên Şehîd Bahoz 26 saetan bênavber bi çekên kîmyewî û gazên îsotê hatin bombekirin. Her wiha qadên me 3 caran bi balafirên şer, 14 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Agahiyên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

27’ê cotmehê saet di 11:50 û 12:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan tîmên me yên bi tevger bi çekên giran du caran li dagirkeran xistin. Di van çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin.

27’ê cotmehê saet di 13:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

Ji 27’ê cotmehê saet 06:00 heta bi 28’ê Cotmehê saet di 08:00 de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, çeperên şer ên li Şehîd Bahoz bênavber bi çekên kîmyewî û gazên îsotê hatin bombekirin. Dagirkeran dûyê bi jehr bi aspîratorê şand nava çeperên şer.

27’ê cotmehê ji saet 14:30 heta 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer ên li Şehîd Felat 2 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

27’ê cotmehê saet di navbera 13:40 û 17:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, çeperên şer ên li Şehîd Pîrdogan 6 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin. Di heman demê de li gel bombardûmanê gazên kîmyewî jî hatin bikaranîn.

27’ê cotmehê saet di 09:40’î de li Qada Berxwedanê ya Sacayê, çeperên şer ên li Şehîd Xursî bi bombeyên qedexekirî 2 caran hatin bombekirin.

27’ê cotmehê ji saet 15:00 heta 15:10’an li Qada Berxwedanê ya Sîdayê çeperên şer ên li Şehîd Agir 2 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker;

26’ê cotmehê zeviyên gundê Şêlazê yê herêma Metînayê û derdora Ava Zê 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

27’ê cotmehê Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, Girê Amediyê û Girê Cûdî 14 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

27’ê cotmehê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Cûdî û Girê Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

26 û 27’ê cotmehê artêşa Tirk a dagirker hewl da bi kepçeyan çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker hilweşîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar