Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Sara Serhildan: Divê ciwan bibin kabûsa faşîzmê

Endama Komalên Jinên Ciwan Sara Serhildan:"Divê ciwanên zanîngehê bibin kabûsa faşîzmê. Dikare vê bike, ev hêza wî heye. Bi milyonan ciwanên zanîngehê hene. Berî niha bi gelek caran di zanîngehan de derketinên mezin çêbûne. Divê kes li hêviya pêşengekî nebe.”

Endama Komalên Jinên Ciwan Sara Serhildan ji sîteya Komalên Jinên Ciwan re der barê pêvajoyê û hovitiya dewleta tirk  nirxandinan kir.

Di destpêka axaftina xwe de Sara Serhildan şehîdên azadiyê silav kir û ev tişt anî ziman: “Wek tê zanîn şer di şeş mehên dawî de şeklê xwe yê herî dijwar girtiye. Şîdet di asta herî bilind de tê jiyîn. Ji aliyekî ve tecrîda li ser Rêber Apo roj bi roj girantir dibe. Ya rastî bi qedexeyên weke qedexekirina hevdîtinê, qedexekirina meşa Rêber Apo, tecrîd di nav tecrîdê de didin jiyîn. CPT’ê herî dawî di navbera 20-29’ê îlonê de serdana Îmraliyê kir. Di encama vê serdanê de diyar kirin ku wê di nava 6 mehan de encamên vê serdanê bên aşkera kirin, weke ku henekê xwe bi mejiyê gelê kurd dikin. Nefreteke mezin a hêzên navneteweyî li hemberî Rêber Apo heye, tolhildanê dixwazin. Ji ber vê jî êrîşeke ewqas mezin heye. Ji ber vê yekê tecrîd ewqas girantir dibe. Ji ber mezinahiya berxwedana Rêber Apo, ji ber mezinahiya îdeolojiya Rêber Apo, têkoşîna wî, fikrên wî nefreteke mezin heye, ji ber ku ev fikir bandorê li hemû cîhanê dike, ji ber ku hemû cîhanê ber bi berxwedana li dijî faşîzmê ve dibe. Şerê tolhildanê heye. Li hemberî vê berxwedana mezin a Rêber Apo heye.”

Pêvajo me wek berê ye

Her ku roj bi roj tecrîd girantir dibe, weke nîşaneya vê tecrîdê şerê li Kurdistanê roj bi roj hov û girantir dibe. Şerê li Herêmên Parastina Medyayê bi taybetî jî li Zap, Avaşîn û Metîna di van rojên dawî de bûye şerê herî dijwar. Di van rojên dawî de bikaranîna çekên kîmyewî, taktîkî yên nukleerî û termobarîk zêde bûye. Herêmên Parastina Medyayê rojê bi dehan caran tên bombe kirin. Rewşek heye ku her saet, her saniyeyek her roj di şer de derbas dibe. Agahiyên şihadeta 17 gerîlayên azadiyê yên dawî di çapemeniyê de hatin parve kirin. Bi her awayî, dîmenên ku gerîla li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî, dîsa bi şerê tunelan, berxwedaneke çiqasî mezin û sermirovî nîşan da, di çapemeniyê de hatin parve kirin. Dîmenên herî dawî yên du hevalên me çawa bi awayekî hovane şehîd bûn, di çapemeniyê de hatin parve kirin. Di wêneyan de diyar e. Aşkera ye ku bi binpêkirina hemû nirxên mirovahiyê re şerekî çiqasî nemirovî, dijminane tê meşandin. Ji xwe hûn jî dişopînin û dizanin.”

Mijar dema dibe kurd berê siyasetê diguhere

Sara Serhildan got ku em bi dijminekî ku biryara kuştina kurdan û tasfiyekirina PKK’ê daye re rû bi rû ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rastiyeke şer a bi pêşengiya Komara tirkiyeyê, bi hevkarên PDK’ê li kêleka wê, bi tevlibûna hemû hêzên navneteweyî û her kesê ku ji destê wan tê, dibin şirîkî vê şerî. Û şer roj bi roj girantir dibe. Bikaranîna çekên kîmyewî roj bi roj zêde dibe û her roj bi rêbazeke hovane derdikeve pêşberî gerîlayên Kurdistanê û qirkirinan dike. Di vê wateyê de sînoran nas nake, pîvan, prensîba wê nîne. Rastiyeke dijmin heye ku hemû nirx, hemû hiqûqa navneteweyî binpê kiriye û bi kîneke mezin êrîş dike. Li dijî vê yekê li cîhanê gelek rêxistin hene. CPT, Rêxistina Kontrolkirina Çekên Qedexe ye. Di vê wateyê de gelek rêxistin hene. Saziyên ku divê tedbîr, prensîb an jî awayên meşandina vî şerî bişopînin û kontrol bikin ev in. Ji xwe re peywireke wiha danî, lê îro hemû bêdeng in. Tevî tehdîda Rûsyayê ya bikaranîna çekên nukleerî li dijî Ukraynayê, dibe ku alarma roja qiyametê li seranserê cîhanê were lêdan, an jî dibe ku DYA gefê li Îranê bike ji ber ku Îran dikare çekên nukleerî hilberîne. Dibe ku werin û destwerdanê li Iraqê bikin, ji ber ku berê li Iraqê madeyên kîmyayî dihatin bikaranîn, lê îro rastiyek heye ku hemû li hember vî sûcî bêdeng in.”

Gerîla zarokên vî gelî ne

Sara Serhildan li ser êrîşên çekên kîmyewî ev tişt anî ziman: “Her roj çalakî hene, li gelek cihan çalakî pêş ketine. Çalakiyên banga hestiyariyê li pêşiya van saziyan bi pêş ketine, lê hemû bêdeng in, li pêşberî wehşetê bêdengiyeke mezin heye. Ev bêdengî hê jî didome. Hin tişt hene ku hatine kirin, lê têra rawestandina vî şerî nakin. Ew ne kiryarên mezin in ku karibin wî bikar bînin ku bikaranîna çekên kîmyayî rawestîne. Her kesî li ser vê biryar daye. Bêdengiya wan tê wateya erêkirinê. Bêdengiya wan tê wateya hevparê vî şerî. Hemû cîhan û rêxistinên navneteweyî li dijî gerîla serî hildaye û tevî hemû derfetên kêm berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Gerîla xwedî berxwedaneke bêhempa ye. Xew nake, naxwe, venaxwe. Tevî hemû bêmimkûniyan jî berxwedaneke mezin nîşan dide. Ev nîşaneya herî mezine ku serkeftina gerîlayên azadiyê nîşan bide û wê bigihîne lûtkeyê. Ji vê pêve tiştekî din nîne. Lê planeke tasfiyeyê heye ku hemû hêzên wî tê de seferber û hevpar in. Ji bo vê jî bi dijwarî dixebitin û bi hovaneyî êrîş dikin. Dîsa her roj, li her derê komkujî pêk tên. Êrîş li ser hemû Kurdistanê pêk tên. Gelê kurd tên qetil kirin, jin tên qetil kirin, ciwan tên qetil kirin, êrîşî zarokan dikin. Her roj êrîş û tecawiz hene. Bi taybet li Bakurê Kurdistanê destavêtin her roj pêş dikeve. Rejîma şerê taybet her roj qatil, tecawizkar û ajanan perwerde dike û dişîne Kurdistanê. Ji bo qirkirina gelê kurd tên Kurdistanê, ji bo qirkirina jinên kurd tên. Ev her roj di medyayê de cih digirin. Li gel vê jî divê hemû gelê me rabe ser piyan. Em ji vê civakê tên. Em li Bakurê Kurdistanê di dibistanên asîmîlasyonê yên faşîzma tirk re derbas bûn. Me li zanîngehên wan xwend. Lê jiyan nabe, lewma dijmin destûrê nade. Nahêle Kurdek bijî. Ji mirinê xerabtir kir. Dibêje: “Tu ê bêdeng bimînî, tu tiştekî nebêjî, jiyana ku ez dixwazim bijî, hûn ê ne kurd bin.” Ji bo vê jî pêwîste gelê kurd riya xwe hilbjêre, yan ew ê ne kurd be yan jî dê were û tevlî vê berxwedanê, vî şerî bibe. Ji ber ku rêyek din tune. Em li virin ji ber ku rêyek din tune. Ji ber ku rêyek din tunebû em tevlî gerîla bûn. Ger em dixwazin jiyanek bi rûmet, ger em dixwazin jiyanek azad pêk bînin, ji bo vê yekê hatina têkoşînê, pêwîstî bi hatin û beşdarbûna vê têkoşîna azadiyê heye.”

Êrîş roj bi roj zêdetir dibin

Serhildan di axaftina xwe de bang li ciwanên zanîngehê kir û wiha got: “Ciwanên zanîngehê pêşengê tevgera ciwanan e. Ciwanên rewşenbîr xwedî mîsyoneke wiha ne. Dîsa tevgera ciwanan li Bakurê Kurdistanê xwedî mîraseke mezin, kevneşopiyeke mezin e. Ciwanên Bakurê Kurdistanê di her hewldana êrîşa li ser Kurdistanê, li dijî gelê kurd û her hewldana qirkirinê de bi berxwedaneke mezin daketin qadan. Di pêvajoya Rojava de têlên sînor hilweşandin. Têl derbas kirin, sînor derbas kirin, tevlî vî şerî bûn û bersiva pêwîst dan dijmin. Divê ew dîsa bike, berpirsiyariyeke wisa heye. Di vê wateyê de rolek mezin dikeve ser milê ciwanên Bakurê Kurdistanê, bi taybetî ciwanên zanîngehê û jinên ciwan. Ji ber ku di serî de ew li hember vê pêvajoyê berpirsyar in. Gerîlayên ku bi kîmyawî şehîd bûne an jî dijmin hewl daye wan şehîd bixe, hemû xwuşik û birayên we ne. Ev êrîşên dijmin heya niha jî berdewam dike, êrîş roj bi roj hovane dibin.”

Li ser qirkirina kurdan li hev kirine

Sara Serhildan di axaftina xwe de got ku ew jî ji nav vê pergalê hatine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkiliyên me hebûn, hevaltiya me di vê pergalê de hebûn. Têkiliyên me yên nêz bi kesekî ji vê pergalê re hebûn. Ji ber vê yekê li Kurdistanê her malek malbatek gerîla ye, her malbat malbatek şehîdan e, malbatek girtiyan e. Rastiyek wisa heye. Gerîla û gelê bakurê Kurdistanê yek in. Di navbera wan de têkiliyek neşikestî heye. Gelê kurd ji bilî Gerîlayê Azadiya Kurdistanê, Rêber Apo û PKK’ê tu kesî din nas nake. Îro ew bi hemû cîhanê re rû bi rû maye. Yanî hemû cîhan bû yek û biryara qirkirina kurdan dane. Ev şerê şerê li dijî Kurdane û şerê qirkirina kurdan e. Şerekî bi tevahî tinekirin û qirkirina kurdan e. Şerekî qirkirinê yê mezin tê meşandin. Her roj êrîş pêk tên. Rejîma şerê taybet her saniye difikire ka ez çawa dikarim bi rêbazeke hovanetir û nefretir dawî li vî gelî bînim. Ji aliyê din ve divê ciwanên gelê me bi taybetî jî li zanîngehê têbigihêjin ka ez çawa dikarim vê yekê bisekinînim, ez ê çawa bersivê bidim vê hovîtî û faşîzmê û xwe berdim kolanan.”

Rewşa tê jiyîn tê dîtin

Serhildan diyar kir ku rewşa heyî ji aliyê her kesî ve tê dîtin û wiha got: “Em dizanin di dîmenên ku xuya dikin jî, di her kesekî ku mêze dike de hêrsekî mezin dide ava kirin. Em pişterastin ku li gelek deveranbi hezaran ciwan hene. Bi hezaran ciwanên ku dixwazin bi çirûskek di destê xwe de tiştekî bişewitînin hene, dixwazin biçin hesabê vî dijminî bipirsin û tola xwe hilînin. Em vê yekê dizanin, ji ber ku em jî wisa bûn. Ji ber vê em hatin û beşdar bûn. Em beşdarî vî şerê azadiyê bûn. Ji ber vê yekê divê hemû ciwanên Kurdistanê werin û beşdarî vê têkoşîna azadiyê bibin. Yên dikarin çalakiyan bikin divê çalakiyan bikin, yên dikarin beşdar bibin divê beşdar bibin. Rewşeke awarte heye. Şer roj bi roj hovane dibe. Her gava ku em radiwestin ew dibe sedema tiştekî din. Em di her kêliya ku em disekinin û bêdeng dimînin de em dibin hevkar. Di qetilkirina zarok û xizmên xwe de dibin hevparê komkujiyan. Divê hevkarî nebe, bêdengî nebe. Ji ber ku rewşeke awarte heye. Rastiyek dijmin heye ku roj bi roj hovtir dibe.

Divê di vê çarçoveyê de çalakî bên kirin. Li gelek cihan çalakî hatin li darxistin. Îro li her derê cîhanê çalakî tên li darxistin. Jina kurd Jîna Emînî ya ji Rojhilatê Kurdistanê, ew jî ciwaneke kurd bû. Li Îranê ji aliyê polîsên exlaqî ve hat qetil kirin. Îro li seranserê cîhanê li dijî qetilkirina Jîna Emînî çalakî tên li darxistin û di van çalakiyan de tenê dirûşma “Jin Jiyan Azadî” tê gotin. Ev dirûşma ku Rêber Apo diyar kiriye ye. Wateya wê heye. Rêber Apo herî zêde bandorê li jinan dike, herî zêde jin ji Rêber Apo bandor dibin. Ji ber ku herî zêde jin hewceyê azadiyê ne. Ji ber ku herî zêde pêwîstiya jinan bi îdeolojiya Rêber Apo heye. Îro li qadên berxwedanê, li Herêmên Parastina Medyayê rastiya gerîlayek jin heye. Çavê hemû jinên cîhanê li tevgera jinên kurd e. Hemî ji xwe re mînak digirin. Em berzkirina silogan û riya çalakiyan dayînin aliyekê, rastiya jinê heye ku ji hemû tevgerên cîhanê û hemû jinên cîhanê re bûye pêşeng û mînak. Ji ber vê yekê divê jinên ciwan ên kurd hesabê van êrîşan ji dijmin bipirsin. Divê ew tola vê hilîne. Ajanekî tirk, faşîzma tirk divê wê cesareta xwe nebe ku were hevalê me yê ku pêşengê xebata me ya Jineolojiyê ye, li Silêmaniyê, li navenda Başûrê Kurdistanê, bi 11 guleyan qetil bike. Li Kurdistanê divê êdî wê cesaretê nebîne ku destê xwe deyne ser tu jineke ciwan. Hêza ku nahêle kes vê cesaretê bibîne jinên ciwan, jinên Kurdistanê ne. Ev hêz herî zêde dikare vê hovîtiyê bi kesayeta xwe bide sekinandin.”

Serkeftin wê bi şerê gel ê şoreşgerî pêk were

Sara Serhildan da zanîn ku serkeftin dê bi têkoşîna hevpar a gerîla û şerê gel ê şoreşger pêk were û wiha pê de çû: “Ya ku em jê re dibêjin Şerê Gel ê Şoreşger e. Gerîla çi ji destê wî tê dike. Lê li hemberî vê yekê tirseke din a faşîzma AKP-MHP’ê heye. Weke ku ew pir bi hêz in hewayek heye. Lê ew bi qasî ku reklam dikirin ne bi hêz in. Ew dizanin ku ew pir nêzîkê dawiyê dibin. Ew ji bo rûniştinê di lezê de ne. Ew dizanin ku ewê hesabê tê xwastin bidin. Dizanin ku kurd, jinên ciwan ên kurd wê hesab ji wan bipirsin. Ji ber vê jî hemû hêza xwe seferber kirin e. Aboriya xwe, dîplomasî, artêş, leşker her tiştî seferber kirine û kirine nava vî şerî. Divê em hemû hucreyên xwe, hemû hêza xwe, hemû rêxistinbûna xwe seferber bikin û di vî şerî de xwedî rol bin û li berxwe bidin. Tenê bi vî awayî dê ev şer, ev hovîtî bê rawestandin.

Di vê wateyê de ciwan, jinên ciwan û ciwanên zanîngehê yên Bakurê Kurdistanê xwedî roleke mezin in. Şehîd Baz Mordem ciwanekî Amedê bû. Kesekî ku li kolanên Amedê mezin bibû ye. Dîsa Helbest Koçerîn jineke ciwan a Botanê bû. Ciwanên Botanê, ciwanên Amed, Serhat, ciwanên amdeyî, ciwanên zanîngehê, ciwanên li tirkiyeyê, li metropolan divê hemû ciwan rabin ser piyan. Divê hesab ji dijmin bipirsin. Destê digihêje gerîlayê kurd, gihandina Rêber Apo, gihandina gelê kurd divê bê şikandin. Divê bi tolhildanê bersiva dijmin bê dayîn. Hin çalakî li her derê pêş ketine, lê ev kiryar ne bi hêz in ku şerê heyî an jî bikaranîna çekên kîmyewî rawestîne. Çend çalakî hene ku dijmin dixwaze me bixe nava wan. Ji bo vê jî divê ti kes wijdanê xwe rehet neke û bi çalakiyên weke daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiya rûniştinê xwe nexapîne. Ev kiryar ne bersiva vê yekê ne. Ev girseya ku dadikeve girseyên pir bi hêz nînin, divê bi hezaran û mîlyonan biherikin. Li Bakurê Kurdistanê bi milyonan kurd û bi mîlyonan ciwanên kurd hene. Eger bi milyonan ciwanên kurd dakevin kolanan û qadan tijî bikin wê faşîzma tirk çi bike? Nikare tiştekî bike. Ji ber vê yekê divê em bi mîlyonan biherikin.”

Dem dema seferberiyê ye

Serhildan bal kişand ser rewşa heyî û wiha got: “Ev pêvajoyeke seferberiyê ye. Pêvajoya seferberiya çalakiyê, pêvajoya seferberiya tevlêbûnê ye. Rêveberiya rêxistina me daxuyaniyek da û Komalên Ciwan li ser nav3e pêngava “Werin Cenga Azadiyê” banga seferberiyê kir. Divê herkes tevlî vê berxwedanê bibe. Ji ber ku ew berpirsiyar e, ew erkdar e. Ji ber ku gerîlaya azadiyê temînata hebûna gelê kurd e. Ji ber ku ji bo gelê kurd ji bilî gerîlayê azadiyê, Rêbertî û PKK’ê tu kes nîne. Lewma jî îro ne rojek e ku merov raweste an taloq bike ji bo sibê. Divê kes xwe mehkûmî kiryarên pasîf neke. Divê kes bi hinceta îstîxbarat heye, dijmin heye, destûrê nade, xwe mehkûmî pasîfiyetê neke. Divê ev sedem nebin asteng. Şehîd Sara û Şehîd Rûken beriya niha bi çalakiya xwe îspat kiribûn ku ev pêkan e. Îspat kirin ku ji çiya derketin û xwe li avahiya polîsan, li navenda artêşa tirk a li bajêr teqandin û bi fedekarî xwe şehîd kirin. Yanî mûmkîne ku em avahiyên dijmin, ewlehiyên wan û îstîxbaretê wan lawaz bikin û derb lêbixin. Em ji wan pir bi hêztir in. Em bi milyonan in. Em têkoşîneke adil dimeşînin. Li vir jî em bang li ciwanên tirkiyeyê dikin. tirkiye li vir di nava şerekî topyekûn de ye. Niha şerekî topyekûn tê meşandin. Divê tu kes xwe li derveyî şer nehesibîne.

Divê weke ku şer tunebe û derdor jîngeha aştiyê ye tevnegerin. Dîsa ciwanên zanîngehê pêşerojeke bi rêkûpêk ji bo wan nîne. Ji bilî mirin û qetlîamê tu tiştekî din ê sîstemê nîne ku pêşkêşî kurdan bike. Dijmin nahêle li zanîngehan ciwan tiştekî bikin, ji ber vê jî ne mûmkîne ku li zanîngehan legerîna jiyana azad hebe. Ji ber ku rastiyeke dijmin heye ku destûrê nade, ji jiyaneke bi rûmet a azadiyê nefret dike û ji bo wê çi pêwîst be dike. Lewma divê di serî de ciwanên zanîngehê vê rastiyê bibînin. Divê li her devera ku lê ye, dijmin biavêje zindanê. Divê ciwanên zanîngehê bibin kabûsa faşîzmê. Dikare vê bike, ev hêza wî heye. Bi milyonan ciwanên zanîngehê hene. Berî niha bi gelek caran di zanîngehan de derketinên mezin çêbûne. Divê kes li hêviya pêşengekî nebe. Ew pêşeng e, ew bi xwe ye. Divê her kes ji xwe destpêbike. Hemû ciwanên zanîngehê pêşeng in, hemû jinên ciwan pêşeng in. Ji ber vê yekê divê herkes pêşî ji xwe destpêbike. Divê kes gazî kesî neke. Li vir bangên ku ji çiyê derdikevin hene. Her kes pêşeng e, divê her kes ji xwe destpêbike. Divê kes li hêviya perspektîfê jî nebe. Berxwedana gerîla, encamên çalakiyên, daxuyaniyên rêveberiya rêxistina me her roj tên dayîn, ev hemû perspektîfên herî mezin in.

Ji ber vê yekê her kes bi rastî dizane ku çi bike. Herkes baş dizane ku mirov çawa tola xwe hilîne. Ji ber vê yekê divê herkes ji xwe de destpêbikin û dakevin kolanan. Divê bi van çalakiyên xwe yên bi vê rengî em bersiva vê dijminî hov û qirêj bidin. Bi vê wesîleyê em bang li hemû ciwanên Bakurê Kurdistanê bi taybet ciwanên zanîngehê û jinên ciwan dikin ku cihê xwe di nava vî şerî de bigirin û bi berxwedana xwe bersivê bidin hovîtiya heyî. Dîsa em bang li ciwanan dikin ku berxwedana gerîlayan ku li Herêmên Parastina Medya û li tevahî çiyayên Kurdistanê dike, bigihînin kolanên faşîzma tirk, kolan û cihên wan hemû bişewtînin û hilweşînin.”

Banga tevlibûnê

Endama Komalên Jinên Ciwan Sara Serhildan  di dawiya axaftina xwe de wiha bang kir: “Di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de em bang li her kesî dikin ku tola mezin ji dijmin hilînin. Em ji dijmin re diyar dikin ku ewê tu carî bi rihetî ranezê. Ji ber vê yekê divê herkes di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de li dijî dagirkeriyê têkoşîn bike. Em bang li seferberiya tevlîbûnê dikin, seferberiya çalakiyê dikin û bi têkoşîna hevpar a gerîla, gelê kurd û ciwanên kurd faşîzma tirk wê têk diçe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar