Projeya çîrokan a ku di nava xwe de vedihewîne pala xwe dide wan hevpeyvînên bi kesayetên ku bi Rêber Apo re mane, ango çi kêliyek be, çi rojek be, çi cend caran be. Weke tê zanîn di cilda yekemîn de tenê çîrok û serpêhatiyên dayikên li ser asta herêma Cizîrê ya rojavayê Kurdistanê bû. Di cilda duyemîn de dayikên kurd û ereb li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bû. Di cilda sêyemîn û çaremîn de hem dayik hem jî bavik jî hene.
Di cilda sêyemîn û çaremîn de ew dayik û bav behsa wan kêliyên ku dîdarî li gel Rêber Apo kirine hetanî vî temenê xwe qet yek gotin an jî wesifdayînek ji bîr nekirine.
Dayik û bav behsa Rêber Apo dikin
Gelek balkêş û seyr bû ku ew dayik û bav jî çendîn sal di ser wan dîdariyan re derbas bûbûn jî lê hîna jî di bîrdanka wan de zindî ne. Behsa felsefa Rêber Apo, hevaltiya wî ya bi jinan re û heybeta kesayeta wî dikin.
Nêrgiz Ismayîl di van hedu cildên Rûpelên Jînê de bal kişandiye li ser van xalên gelekî girîng. Di heman demê de ev çîrok diyarî wan kesayetên welatparêz ku di salên zor û zehmetiyê de têkoşîna xwe hetanî vê kêliyê berdewam kirine û berdewam dikin, kiriye.
Nivîskar Nêrgiz Ismayîl di xala herî balkêş de jî ku wan dayik û bavan çawa axivîne weha devokiya herêman parastiye, wekî xwezaya xwe hiştiye. Ev jî berhemeke di wê wateyê de girîng e. Wêjeya kurdî ya devokî ku gelekî spehî û bedew e, bi rêka devokiya wan dayik û bavan zindî hiştiye. Mînak devoka Kobanê, Efrîn û Cizîrê wek wan hêştiye û neguhertiye.