Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dem hatiye ku gelê kurd ji PDK’ê re bibêje raweste

Hevseroka TEV-DEM'ê Rûken Ehmed anî ziman ku PDK'ê bi desteserkirina maskeyên gazê piştgirî daye çeteyên dewleta tirk û got: "Li şûna ku fedaiyên gelê kurd biparêzin, dijmin diparêzin."

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed êrîşên dewleta tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û hevkariya PDK’ ê ya bi van êrîşan re nirxand.

Rûken Ehmed di destpêkê de sersaxî ji malbatên 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûn û ji tevahiya gelê kurd ên welatparêz re xwest û got: “Du sal in li hemberî gelê kurd çekên kîmyewî têne bikaranîn. Bi taybetî dewleta tirk a faşîst li hemberî gelê me û gerîlayên me çekên kîmyewî bi kar anî. Di nava du salên dawî de li pêş çavên cîhanê li dijî gel û gerîlayên kurd çekên kîmyewî têne bikaranîn.”

Pîvanên şer têne binpêkirin

Rûken Ehmed anî ziman ku bêdengî tê wateya hevkariya li sûcê tê kirin û ev bang li hêzên navneteweyî û raya giştî ya cîhanê kir: “Em bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar dikin. Em vê bêdengiyê jî weke hevkariya bi dewleta tirk a faşîst re dinirxînin. Bi çekên kîmyewî ne tenê mirov, her wiha xweza jî tê qetilkirin. Bêdengiya dewletên navneteweyî û raya giştî hevkariya bi vê komkujiyê re ye. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li dijî faşîzmê ji bo azadiya gelan li çiyê ne.”

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed diyar kir ku ji hêzên global û dewletên rojavayî wêdetir ew bang li raya giştî ya cîhanê dikin û wiha berdewam kir: “Li dijî şervanên azadiyê yên gelê kurd îro çekên kîmyewî têne bikaranîn. Çekên têne bikaranîn li cîhanê qedexe ne. Pîvanên şer, maf û nirxên mirovan têne binpêkirin. Îro li hemberî gerîla têne bikaranîn, lê sibe wê bibe gefek li dijî tevahiya raya giştî. Dewleta tirk ji ber bêdengiya raya giştî ya navneteweyî wê hêzê bi xwe re dibîne ku çekên kîmyewî bi kar bîne. Lewma divê raya giştî, civak vê qebûl neke.”

Cîhan bêdeng ma

Rûken Ehmed bi bîr xist ku dewleta tirk li Rojava jî çekên kîmyewî bi kar anî û got: “Sala 2019’an li Serêkaniyê li dijî gelê me bi kar anîn. Dîmenên zarokên şewitîn ji aliyê tevahiya cîhanê ve hate dîtin. Ev dîmen bi hezaran carî di çapemeniya cîhanê û medya dîjîtal de hate weşandin û bang li rêxistinên maf ên navneteweyî hate kirin ku li hemberî êrîşên kîmyewî bi berpirsyarî rabin û bikevin nava liv û tevgerê.”

Divê malbat biçin pêşiya saziyên PDK’ê

Rûken Ehmed diyar kir ku PDK’ê maskeyên gazê yên ji gerîlayên HPG û YJA Starê re hatin şandin desteser kirin û da çeteyan. Rûken Ehmed got, “Ji bo gerîlayên Kurdistanê karibin xwe ji çekên kîmyewî biparêzin beriya demekê maskeyên gazê hatin şandin. PDK a ku piştgiriyê dide dewleta tirk dest danî ser van maskeyan. Eger ev maske nehatibûna desteserkirin dibe ku gerîla bi vî rengî şehîd neketibûna. PDK’ê dest danî ser van maskeyan û da dewleta tirk. Ne ji bo parastina gerîla, lê ji bo parastina çeteyan ev maske dan wan. Li şûna bide fedaiyên gelê kurd, radestî dijmin kir.”

Hevseroka TEV-DEM’ê bang li malbatên gerîlayên şehîd bûne kir û got: “Divê malbatên gerîlayên şehîd bûne biçin pêşiya saziyên PDK’ê û ji wan re bibêjin ‘We zarokên me şehîd xistin’. Eger ev maske bigihiştiba gerîlayên azadiyê wê şehîd neketibûna. PDK ji xeta xiyanetê jî wêdetir zêdegaviyê dike. Ji aliyekî ve rê ji dagirkeriyê re çêdike, li aliyê din dest datîne ser maskeyên gazê, li aliyekî jî dike ku balafirên şer ên dewleta tirk bi hêsanî li başûrê Kurdistanê tevbigere. PDK piştgiriyê dide dijmin, ji bo dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîla derbê nexwe. Eger PDK’ê rê nedabûya dewleta tirk, artêşa tirk nekarîbû bihata. Eger PDK’ê piştgirî nedabûya, dewleta tirk nikarîbû gavekê jî biavêje.”

Gelê kurd divê hevkariya PDK’ê qebûl neke

Hevseroka TEV-DEM’ê got, “Divê gelê başûrê Kurdistanê êdî ji PDK’ê re bibêje; raweste. Gelê kurd di şexsê 17 şehîdan de divê dagirkeriya tirk û hevkariya PDK’ê qebûl neke” û wiha dewam kir: “Di rewşeke berevajî de nikare qala parastina Kurdistanê bê kirin. Ji ber ku di şexsê wan de dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya îro li kolanên Rojhilatê Kurdistanê bilind dibe, çavkaniya xwe hêza gerîlayên Kurdistanê ye ku li dijî dewleta tirk şer dikin.”

Têrê nake divê em hîn bêhtir çalakiyan bikin

Rûken Ehmed bal kişand ser çalakiyên gelên Rojava jî û ev nirxandin kir: “Helwesta gelên Rojava baş e. Gelên Rojava dibêje ‘Em hemû gerîla ne, ev êrîş li dijî me hemûyan e’. Îro 17 gerîlayên me şehîd ketibin, divê em bi hezaran bixin şûna wan. Ev wezîfeya me hemûyan e. Li dijî faşîzma tirk û hevkariya wê divê em xwe bi xurtî bi rêxistin bikin. Divê li kolanan, li dibistanan, li saziyan em vê yekê bidin fêhmkirin.”

Rûken Ehmed plana çalakiyan a li dijî êrîşên kîmyewî parve kir û got, “Bi navê TEV-DEM’ê em bi hemû saziyên xwe tevlî seferberiya li dijî êrîşên kîmyewî bûne. Li dijî komplo û êrîşan me plansaziya xwe ya çalakiyan diyar kirine.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar