Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Bi rihê 1ʹê mijdarê li hemberî dagirkeriya tirk têbikoşin’

Koordînasiyona Kongra Star a Rojava 1ʹê mijdarê Roja Cîhanê ya Piştevaniya Berxwedana Kobanê silav kir û got: “Çawa hemû hêzên cîhan li hember tarîtiya DAIŞʹê bûne yek û mirovahî ji vê xetereyê xilas kirin, pêwîst e îro jî helwesteke tund li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bê girtin.”

Koordînasyona Kongra Star a Rojava bi boneya 1ʹê mijdarê daxuyaniya nivîskî weşand.

Kongra Star bi vê boneyê şehîd Arîn Mîrkan û Rêvana bi bîr anîn û got, di şexsê Arîn Mîrkan û Rêvana de berxwedan jin îro bûye semboleke navdewletî.

Daxuyaniya Koordînasyona Kongra Star a Rojava wiha ye:

ʹʹÇeteyên DAIŞʹê sala 2014ʹan ji bo tunekirina destkeftiyên gelê kurd û gelên herêmê bi piştgiriya dewleta tirk bi tang û topên xwe êrîşî Kobanê kir. Serokê dewleta tirk digot Kobanê ket û wê bikeve ji bîr kiribû ku gelê Kobanê xwe bi fikir û ramanên azad yên Rêberê PKK’ ê Abdullah Ocalan perwerde kiriye.

Gelê Kobanê û şervanên azad 133 rojan li dijî hovîtiya DAIŞʹê li ber xwe dan, têkoşiyan û mohra xwe li serdema 21ʹ emîn xist. Ruhê piştevaniya gelê azadîxwaz û şervanên YPG û YPJʹê û îsrara di têkoşînê de her wiha rola berxwedan sembolîk Arîn Mîrkan û Rêvana ya rihê xwedawendên Îştar û Înana zindî kirin.

Arîn Mîrkan û Rêvana li hember hişmendiyên paşverû, destdirêjî, tundî, revandin û kolekirina jin teslîmiyet red kir û bi çalakiya xwe ya fedayî navê berxwedana Kobanê kir berxwedana jina azad û di şexsê Arîn Mîrkan û Rêvana de berxwedana jin îro bûye semboleke navdewletî. Berxwedana Kobanê ya ku bi serkêşiya YPGê û YPJê bi pêş ket bû raperîna wijdana hemû gelên cîhanê. Ji lewre jî li seranserî cîhanê piştevanî bi gelê kurd û Kobanêre bi pêş xist û bû sedema hevpeymanên bi Koalisyona Navneteweyî re li dijî DAIŞʹê. Ev hevpeyman kete xizmeta mirovahiyê û DAIŞ hate tunekirin.

Lê belê vê carê dewleta tirk xwest tola tunekirina û binkeftina DAIŞʹê hilîne û rûyê xwe yê rast aşkere kir û bi hemû rengên sîlahên qedexekirî û kîmyesal êrîşî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir û dagir kir û hemû kiryarên dijmirovî û dijexlaqî li herêmên dagirkirî pêk tîne. Ji bo vê yekê divê helwesteke tund li dijî dagirkeriya dewleta tirk ya ku destekê dide DAIŞʹê bê girtin û pêşî li xetereya li ser mirovahiyê bê girtin, ji ber ku DAIŞ li herêmên Bakur û Rojhilat û herêmên dagirkirî amadekariya êrîşeke berfireh dike û xwe nû dike.

Banga me ji bo tevahîyê gelên azadîxwaz heye ku li hember dagirkeriya dewleta tirk a li ser herêmên Rojava ku bi rihê 1ʹê mijdarê Roja Cîhanê ya Piştevaniya Berxwedana Kobanê têbikoşin. Çawa ku hemû hêzên cîhanê li hember tarîtiya DAIŞʹê bûne yek û mirovahî ji vê xetereyê xilas kirin, pêwîst e îro jî ji bo rûmeta mirovahiya azad û ji bo tunekirina DAIŞʹê bi heman rihî xwedî li Kobanê û şoreşa gelên azadîxwaz derkevin û destekdayîn bi hêzên QSD, YPG û YPJʹê re bê dayîn ”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar