Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Ji Rêveberiya Xweser peyama 1ʹê Mijdarê

Rêveberiya Xweser bi peyamekê spasiya hemû gelên ku piştgirî dane berxwedana Kobanê kir û got ku: "Em ê bi ruhê berxwedana Kobanê berxwedana xwe dewam bikin.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 1ʹê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê peyamek weşand.

Rêveberiya Xweser di peyama xwe de wiha got: “Berxwedana Kobanê ya bi pêşengiya YPG û YPJʹê qonaxeke dîrokî di xeta têkoşîna ya li dijî terorê de ava kir. Her wiha xeyalên terorîst û rêxistina DAIŞʹê ya ku herêm û Sûriyeyê veguherînin dewleteke olperest, têk bir. Berxwedana Kobanê ya bi îsrar û îrade ya ku jiyaneke azad û birûmet hêman û armanca wê ya sereke bû, peyamek da hemû hêzên ku destek didan terorê. Wê berxwedanê îspat kir ku teqez dê gel bi ber bikeve.

Ev berxwedana dîrokî bingehê sereke yên berxwedanê yên ku di dirêjehiya salên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derketin, ava kir û di 23ʹê adara 2019ʹan de bi têkbirina rêxistina DAIŞ a terorîst li ser erdîngariyê tacîdar bû.”

Rêveberiya Xweser da zanîn ku berxwedana Kobanê hîna jî qonaxeke girîng di xeta têkoşînê ya rasteqîn a gelan û avakirina rêveberiya demokratîk de ye û ev tişt hat gotin: “ Berxwedana Kobanê, Berxwedana Serdemê ya li Efrînê ya ku 58 rojan dewam kir, her wiha cenga li Baxozê armancekê nîşan didin; avakirina rêveberiyê, rizgarkirina herêmên dagirkirî ji teror û çeteyan û têkbirina planên hêzên komploger ên li dijî gelên ku dixwazin azad û demokratîk bijîn. Dema em qala Kobanê û berxwedana wê dikin, divê em her tim serkeftina dîrokî ya sala 2014ʹan bi bîr bînin. Ji ber vê yekê roja 1ʹê Mijarê cîhan rabû û piştgiriya xwe bi Kobanê re nîşan da. Ev piştgiriya cîhanê ya ji aliyê sazî, rêxistin û kesayetan ve vê yekê aşkera dike ku hêza gel di yekbûna helwesta wê de ye.”

Her wiha di peyamê de ev tişt hatin gotin: “Roja piştevaniyê bingeheke berxwedana Kobanê ye. Ruhê berxwedana Kobanê, îradeya wê hişt ku gel li hemberî hêzên tarî û planên wê bibin yek. Ev berxwedan û şêweyê wê hişt ku helwesta cîhanê bibe yek ku ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve mînakên kêm ên vê yekê derketin. Ji ber vê yekê berxwedana Kobanê ji bo tevahî mirovahiyê bingeha berxwedana li dijî terorê û alîgirên wê ye. Di demekê de ku em berxwedana gelê xwe ya Kobanê bi bîr tînin û em hemû hêzên cîhanê yên ku piştgirî daye vê berxwedanê, her wiha ciwanên ku ji Bakur, Başûr, Rojhilatê Kurdistanê û herêmên din bi hêza berxwedanê wekî lehiyê herikîn Kobanê, bi bîr tînin. Di salvegera 8ʹemîn a vê rojê de em vê helwestê cihê rêzdarî û hurmetê dibînin. Em teqez dikin ku piştgiriya ji bo Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye dayîn heta niha bandora wê ya mezin heye. Gelê me di biryara berxwedan û xweparastinê de li ser wê bandorê dimeşe. Di parastina xeta berxwedanê ya Kobanê de em bi heman şêwazî û heman hêzê berdewam dikin.  Bi teqez piştevahiya bi Kobanê re li dîroka  berxwedanê ya gelê me zêde dibe.”

Peyama Rêveberiya Xweser bi van gotinan bi dawî bû: “Em di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de teqez dikin ku em ê bi ruhê berxwedana Kobanê, berxwedana Efrîn û Serêkaniyê û li hemû herêmên ku berxwedana pêkhateyên gel lê deketin, dewam bikin heta ku serkeftin li dijî terorê misoger bikin û planên wê yên bi armanca  têkbirinra îradeya gelê me vala derxin. Di dawiyê de em diyar dikin ku li gel piştgiriyê em ê di biryara xwe ya vê têkoşînê de dewam dikin. Ji ber ku ev piştgirî bingehekî xurt a ber bi rizgarkirina bindest û xilaskirina mirovahiyê ji hêzên terorîst ve ye. Bi vê boneyê em hemû şehîdên pêkhateyên gelê xwe yên ku li Kobanê û gelemperiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê giyanê xwe feda kirine, her wiha hemû keç û xortên berê xwe da vê berxwedanê bi bîr tînin. Em teqez dikin ku em ê bi vî rihê dewam bikin heta ku îradeya xwe ya demokratîk û civakeke azad ava bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar