Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Zêhna hatiye şêwedan

Gelo dema em dimirin çi bi beden û laşê me tê? Laşek bê ruh dîtin bandorek çawa li ser mirovan dike? Gelo we qet meraq kiriye, herku diçe rizîn, helan û xirabûna laşekê çiye, tê çi wateyê? Carna em cilekê tînin li xwe dikin û di nava çend salekê de dihele, kevin dibe diçe, laşê me jî wisan kevin dibe.

Ka em hinek din bikevin kuraniya vê, ka em temaşe bikin zêhna me çima ber bi rizîbûnekê ve diçe. Her çawa be wê rojek were û laşê me kevin bibe, birize, bihele û biçe, lê gelek ji me zêhna wan ji zudeye miriye. Gelo çima her ku diçe zêhna me xirab dibe? Laşê me xirab dibe, ji ber ku her tim di nava tevgerê deye û organizmayên fîzîkî tune dibin. Nexweşî, qeza, pîrbûn, tîmarbûna xirab, ev hemû encamên mirina laş in. Lê çima zêhna me xirab bibe, kevin bibe û lewaz bibe? Çima lêşê me tune dibe û zêhna me jî xirab dibe? Ger laşê me mecbûre ku bimire, çima zêhna me jî pêre dimire? Her ku diçe zêhna me xirab dibe.

Evya êdî ne tenê di mirovên bi temen de di ciwanan de jî xwe dide der. Zêhna ciwanan ji zudeye girtî, giran, xemsar û bê berpirsyartî xuya dike. Ger em hinekê vê fêm bikin dibe em jiyana bêdawî ya ku tune nabe, xirab nabe, narize bibînin. Wê demê çima her ku diçe zêhna me xirab dibe? Ger heta niha, civak, malbat, dibistan, sîstemên heyî nekiribin we korbikin, hûn xwedî zêhneke ciwan û zelal in. Hûn gelek tiştan dixwazin bizanin, em mirov çima dimirin, stêrk çima hene, şer, kuştin çima her ku diçe zêdetir dibin, bêbawerî, hesudî çima xurtir dibe… Hûn gelek tiştan dixwazin fêr bibin û bizanin, lê ev hewesa we ya xuluqkarî, lêpirsîn kirin û afirandinê di demeke kin de ji we tê standin. Gelo ne wisane? Tirs, girêdana zanistê, reqabet, tiştek bi dest xistin, ji xwe dûrketin vê dide pêş. Hewesa we bi gotina kesekê, dereceyek kêm girtin ya ezmûnekê, tehdîtên ji kesan tê, bendewariya malbatê bi vana tune dibe. Gelo we ev ferq kiriye? Ev pêhesên he dide diyarkirin ku zêhna we ji zude ye hatiye şêwedan û çavê wê bi perdeyekê hatiye qepatkirin.

Cureyek din yê korbûnê jî teqlît kirine yan jî xwe şibandina kesek din e. Kevneşopiyên we, we fêrî teqlîtkirinê dikin. Bi zêhna paşerojê ve girêdayî me mecburî îtaatkirin û gava xwe li gorî wan avêtinê dike. Bi vê jî zêhna mirovan xwe di ewlekariyê de dibîne. Ji xwe re karek rutîn ku êdî zêhna xwe nedin karanîn dikin. Tişta daxwaz dikin tenê rehetiye lê ev rehetî jî rehetiyek ber bi mirinê ve diçe ye. Dixwaze di ewlekariyê de be, kes aciz neke û bi vê re teqlîtwariya xwe pêş dixe. Di waneyên dîrokê de kesên ku weke qehreman, pêşeng, şerker, qral dibînin û xwe weke wan dikin, yan jî di torên civakî de teqlîda kesên ku weke fenomen didin nîşandan xwe dişibînin wan. Çawa diaxive, çawa tevger dike, çawa dirûne, çawa cixare vedixwe, çawa dikene, çawa cilan li xwe dike… Zêhna wan xwe dixe qalibek wisan de û êdî ber bi xirabbûnê ve diçe.

Li kêleka vê sîstema heyî naxwazin kesên şiyar, bi heves û jîr hebin. Ji ber ku kesên wisa xeterin ji bo wan sîsteman. Kevneşopiya wan ya hezar salî qebûl nakin û dij derdikevin. Ji ber vê dixwazin wana di qilifê xwe de bigirin û şêwazê perwerda wan jî li ser bingehê teqlîtkirin, reqabet kirin û zanistekî barkiriye. Gelo zêhna me dikare dest ji teqlîtkirinê berde? Tişta ku fêrbûye weke girêdana bi cixare, vexwartekên bi alkol, madeyên hişber, dikare dest jê berde? Zêhna me berhemê fêrbûyîna ne. Encama kevneşopî, pêşeroj, paşeroj, dem û dobare kirinê ye.

Beriya zêhna me ji xwe re şêwedanên nû, teqlîdên nû bigire, dikare ji van xilas bibe û xuluqkarî, ciwantî û jîrtiya xwe pêş bixe. Bi vê re ber bi zanabûnek bê dawî ve tevger bike. Ji bo zêhneke wisan mirin ne mijara gotinê ye. Ji ber ku li kêleka wê êdî berhevkariya tiştekê tune, hertişt li xwe barkirin tune. Ji ber ku yê teqlîtwarî, xwe şibandina kesan û fêrbûyînan dide avakirin, ev li xwe barkirine, ji bo zêhneke berhev dike xirabbûn, rizîn û mirin jê revek bê dawiye. Tenê ji bo zêhneke tu tiştî li xwe barnake, komên zanistê berhev nake, mirin bê dawitiyeke. Ew di navendeke bê dawîtiyê de dijî. Ger mirov tiştekê ji dil bixwaze dikare bi cih bîne. Rê û rêbazên wê fêrdibe, ez ê çawa bikarim vê tişta dixwazim bi cih bînim dibîne, hemû zêhna xwe, bedena xwe dide wê û pêktîne. Carna dema mirov tiştekî jê ditirse dibîne, yekser laşê mirov bertek nîşan dide û xwe diparêze. Lê em zêhna xwe ya ku hesudiyê dike qet çavdêrî nakin û tu kes vê ji me re nabêje û naxwazin em bikevin kuraniya vê. Ji me re dibêjin divê ne hesudbin lê her ku diçe em hesudtir dibin. Daxwaza hertim xwe şibandina kesekê, teqlît kirin yan jî bûyîna tiştek, bi xwe re hejarî, şer, kuştin û mirinê tîne.

Me mirovan bi zêhna xwe ji xwe re hewzek biçûk çêkiriye, derdora wê jî bi malbat, hêz, çand, pere, tirs, xweda, ol, pergal û gelek tiştên weke vana daye avakirin û di hindirê wan de bi avake kevz girtî û genî bûyî melevanî dikin. Jiyana ku diherike, bi xweşiktî û hebûna xwe li pey çavê me dor dikeve û em di hindirê wê hewzê de dimînin. Ji jiyanê dor û di wê hewzê de li rêyên ku hewz başe, em ji xwe re îdeolojî, fikir û ji bo wê baş bidin nişandan xwedî felsefe, hiqûq û rêyên cuda ne. Yê dibe sedemê van jî zêhna me ya hatiye şêwedane. Rêya ev fêmkirin jî xwedî li pêhesên xwe derketine.

Nûçeyên Têkildar