Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pîlotê teqawidbûyî şerê heyî nirxand

Pîlotê teqawidbûyî Bahadir Altan anî ziman ku helwestên êrîşkar ên Tirkiyeyê yên li hundir û derve dibe cihê xetereya ku şerê cîhanê yê sêyemîn veguhêzîne ser axa welêt û got ku divê li dijî vê yekê daxwaza ji bo aştiya civakî bê bilindkirin.

Pîlotê teqawidbûyî Bahadir Altan êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe û Rojavayê nirxandin.

Altan diyar kir ku çendî beşeke mezin a Tirkiyeyê şer nexwaze jî lê şer wekî tiştekî pêwîst û “têkoşîna li dijî terorê” li gel tê ferzkirin û got ku li Tirkiyeyê gel şer baş hîs nake.  Altan da zanîn ku haya wan ji sûcên li dijî mirovahiyê yên di dema şer de tên kirin tune ye û got: “Hikûmet ditirse ku ev yek aşkera bibe û bê ferqkirin. Bêguman, delîleke pir berbiçav ku li ser vê lêkolînkirinê tune ye. Ên ku vê peyda bikin heyeteke serbixwe ye. Şebnem Korûr Fîncanci jî ev tişt anî ziman. Lê vê yekê jî tehemûl nakin. Ji ber ku bi derûniya sûcdariyê dixwazin her kesî bêdeng bikin. Di şerê 7 mehan ê li bakurê Iraqê de, duyemîn artêşa mezin a NATO’yê tevî rêberî û piştgiriya PDK’ê jî nikare li hember hêzeke ku tu hêzeka wê ya hewayî tune ye bi ser bikeve. Desthilata AKP’ê dixwaze beriya hilbijartinê serketineke wiha bi dest bixe, da ku wê li hundir bi kar bîne. Lê nikaribû. Ez wiha difikirim ku ew ê serî li her tiştî bide.”

Ji ber bikaranîna çekên kîmyewî Sûriye hat parçekirin

Altan got dibe ku ev yek bibe cihê encamên cuda û got ku hemû şer di encama helwestên welatan de yên ji bo pirsgirêkên xwe yên navxweyî rê li ber mudaxileya hêzên derve vedikin tên meşandin. Altan bal kişand ser perçebûna Sûriyeyê jî û polîtîkayên Esad ên rê li ber vê vekirine û ev tişt anî ziman: “Hêzên koalîsyonê ji ber ku 80 kes ji aliyê Esad ve bi çekên kîmyewî hatin kuştin mudaxileyî wir kirin. Piştî vê Şamê 105 fuze xwarin. Iraq jî bi heman awayî. Sedam li Helebçeyê komkujiya kîmyewî kir. Di cih de êrîşî cîranê xwe yê başûr kir. Di encamê de Iraq bi destwerdana cîhanê derveyî hat perçekirin. Li welatên bi vî rengî, hêzên super xwe li ber êrîşên welatên li nedîtinê datînin da ku civak kamil bibe. Tew mirov dikare bibêje ku wan teşwîq jî dike. Êrîşên Tirkiyeyê xwedî wateyeke wiha ne. Geşedanên şerê li Ukraynayê nîşan didin ku şerê cîhanê yê sêyemîn li ber deriyê me ye. Tirkiyeyê Santrala Nukleerî ya Akkûyûyê bi temamî radestî Rûsyayê kir. Niha jî bi hinceta parastina santralê radar tê çêkirin û kes nikare bikeve vê herêmê. Em dikarin bibêjin ku S-400 jî dê ji bo vê yekê werin bicihkirin û bikar bînin. Wateya vê yekê ev e: Tirkiye wek Baregeha Hewayî ya Încîrlîkê ku dabû DYA’yê, li peravên Deryaya Spî jî baregehekê pêşkêşî Rûsyayê dike, ev jî ev tişt e ku ev welat ji bo hêzên super hêzê dike qada pevçûnê.”

Pêwistî bi rêyên demokratîk hene

Altan, destnîşan kir ku ev geşedan hemû pêwîst dikin ku Tirkiye pirsgirêkên xwe bi rêyên demokratîk çareser bike, lê desthilat berovajî vê yekê dike û di wê baweriyê de ye ku dê pirsgirêkan bi şer çareser bike û wiha got: “Bêbextiya me ya herî mezin ev e. Ev ne tenê gotinên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ye. Çekên nukleerî yên taktîkî jî bi heman awayî ne. Mînak, orgeneralê teqawîdbûyî Erdogan Karakuş di televizyonê de got ku ev çek di destên hêzên bejahiyê de hene. Li Tirkiyeyê di çarçoveya NATO’yê de hin sernavên têkildarî nukleerê hene. Em bi vê jî vê dizanin. Lewma dê rê nede guftûgoyên ku bi rêyên demokratîk pirsgirêkan çareser dikin. Lê mixabin berevajî vê, bedêl çi dibe bila bibe polîtîkaya AKP-MHP’ê welat bi rê ve dibe. Ev hemû îhtîmala ku şerê cîhanê yê sêyemîn li Tirkiyeyê, dîsa bi rengê şerê wekaletê û bi qasî ku Rojhilata Navîn bigire nava xwe û xurtir dike. Ji bo vê jî pêwîstî bi têgihiştineke ku pirsgirêkan bi muzakereyan bi rêyên demokratîk çareser bike, rê nede destwerdanên derve û di warê aborî de welat bi aştiyê ji nû ve ava bike, heye. Lê mixabin, berovajî vê, Tirkiye bi polîtîkaya AKP-MHP’ê ya ku dixwaze bi her awayî li ser desthilatdariyê bimîne tê birêvebirin. Ji ber ku hemû cîhan êrîşan li derve dibîne; Tirkiye bi tenê dimîne, welat daxilî nava şer bûye, ev tişt ne xema wan in.”

Êrîşê her kesê dikin

Altan anî ziman ku heman feraset li Rojavayê jî rû dide û got ku li vê herêma ku destûra tevgera bejahiyî nayê dayîn topbaran û êrîşên bi SÎHA’yan dewam dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Topavêtin di warê leşkerî de xwedî roleke wiha ne; top wekî çeka rênîşanderî li noqteyeke hesas nakeve. Dibe ku li deverên li derdora koordînata hatiye diyarkirin jî bikeve. Ji ber ku guleya topê rêyeke dûr û dirêj dişopîne û diçe. Bandorê ji bayê jî digire. Ger hûn herêmekê bi tevahî wekî dijmin bihesibînin, hûn ê bêserober topan bavêjin wir. Li Iraqê mirovên li seyranê û zarok bi vî awayî jiyana xwe ji dest dan. Li gundan xanî tên bombekirin. Korîdora ewlehiyê jî meseleyeke bi vî rengî ye. Ger hûn li wir her kesî wekî terorîst îlan bikin, divê hûn hemû mirovan bikujin. Her wiha li Efrîna di bin kontrola Tirkiyeyê de ye, bi rêxistina HTŞ’ê, çeteyên Artêşa Sûriyeya Azad bi dest ket. Tirkiyeyê pevçûnên di navbera van çeteyan de temaşe kir û tenê navbeynkarî kir, belkî jî bi zanebûnî destûr daye.”

Divê civak xeteriyê bibîne

Altan destnîşan kir û got ku gava mînakên topavêjan û çekên kîmyewî bi bêhiqûqiya polîtîkaya navxweyî de dibin yek wehameta rewşê dê baştir bê dîtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kesên rojnamegeran, zanyaran digire û bêhiqûqîtiyên li hundir dike, ma dê guh li hiqûqa şer bike? Guh lê nake û dibe ku îmzeyê deyne binî gelek sûcan jî. Divê civak hay ji vê yekê hebe. Divê em hewcedariya ji bo aştiyê li hemû beşên civakê belav bikin da ku desthilat berê xwe nedin van sûcan û şer bi dawî bibe. Di şerekî sêyemîn ê cîhanê de gava çekên kîmyewî jî bên bikaranîn û bandorê li me bike, wê gavê em ê dereng bikevin. Divê li dijî vê yekê daxwaza ji bo aştiya civakî bê bilindkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar