Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KCDK-E û TJK-E: Divê hikûmet û polîsên Hollandayê lêborînê bixwazin

KCDK-E û TJK-E bi daxuyaniyeke êrîşa polîsên Hollanda ya li ser mîtînga li pêşiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) şermezar kirin.

Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên li Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke hevpar weşandin û êrîşa polîsên Hollandayê ya li ser mîtînga li pêşiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de der barê mijarê de ev tişt hat gotin: “Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a faşîst ên bi çekên kîmyewî û bêdengiya OPCW, di 1’ê mijdarê de li bajarê Den Haag ê Hollandayê mîtîngek bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat.

Di meşê de ku wêneyên gerîlayên azadiyê yên bi çekên kîmyewî hatin şehîdxistin, hatin hildan û bêdengiya OPCW, Yekîtiya Ewropa, NATO û dewletan hat teşhîrkirin, bi sedan kurdistaniyan kincê spî li xwe kirin, bi vî rengî çekên kîmyewî şermezar kirin.

Nûnerên gelek saziyên demokratîk ên li Ewropayê, KCDK-E, TJK-E, saziyên kurdistanî, yekîtiya hêzê, saziyên baweriyan, dost, jin, extiyar û ciwan tev li meşa şermezarkirinê bûn.

Di kêliya dawî ya meşê de ku bala çapemeniya Hollandayê jî li ser bû, polîsên Hollandayê bi rengekî bêînsaf, bi tundî û bi hespan bi ser girseyê ve çûn û êrîş kirin. Di encama vê êrîşê de ku ne kêmî ya polîsên Erdogan bû 30 çalakger birîndar bûn ku rewşa 2 ji wan giran e, 10 jî bi rengekî cidî birîndar bûn. Heta niha 12 çalakger jî bi neheqî hatine binçavkirin.

OPCW a ku xwe ker, kor û lal dike, li gel ewqas delîlan jî li hemberî kuştina gerîla ya bi çekên kîmyewî bêdeng dimîne, di meşê de hat şermezarkirin. Çalakgeran jî li hemberî helwesta OPCW, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî mafê xwe yê demokratîk bi kar anîn. Lê belê polîsên Hollandayê bi helwesteke ne kêmî ya polîsên tirk tundî kirin. Em vê destwerdanê şermezar dikin.

Em vê destwerdana bi tundî ya hikûmet û polîsên Hollandayê şermezar dikin û li bendê ne ku polîs ji ber êrîşê lêborînê ji gelê kurd û meşvanan bixwazin.

Meş ji aliyê hemû saziyên çapemeniyê yên Hollandayê ve bi baldarî hat şopandin. Tundiya polîsan jî çapemenî matmayî hişt.

Bi navê KCDK-E û TJK-E’yê em bi hezaran mirovên ku tev li çalakiyê bûn, pîroz dikin. Divê bê zanîn ku li hemberî vê neheqiyê, li hemberî êrîşên qirkirinê û bêdengiya di vê der barê de em ê têkoşîna xwe heta encam wergirtinê dewam bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar