Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Bi hezaran şêniyên Kobanê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan

Li bajarê Kobanê ya rojavayê Kurdistanê bi hezaran kes bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî daketin qadan.

Xelkê Kobanê ji saetên serê sibehê berê xwe dan Qada Jina Azad a li naverasta Kobanê. Gel li dijî siyaseta hovane ya dewleta tirk a dagirker û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ferz dike, çalakiyek kirin.

Çalakvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên sembola serhildana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê Jîna Emînî di çalakiyê de hildan.

Girseyê heta Qada Aştiyê ya li bakurê bajêr ya nêzî deriyê sînor ê bi bakurê Kurdistanê, meşiyan.

Li wê derê, Endama Rêveber a Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sara Xelîl axivî. Sara destnîşan kir ku asta beşdarbûna xwepêşandanê, bandora fikrên Rêber Ocalan a li ser gel û têkoşîna gel a ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan nîşan dide.

Sara Xelîl her wiha anî ziman ku: “Rêxistinên têkildar, hîna li hember kiryarên li dijî Rêber Apo di girtîgeha Îmraliyê de tên kirin bê helwest in, nîşaneyek berçav e ku ew hevkarên dagirkeriya tirk in. Em bi van lîstokan naxapin. Bi hêz û îradeya gel rizgarkirina Rêbertî pêkan e.”

Li gund û bajarokên cuda yên Kantona Kobanê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her roj çalakî tên lidarxistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar