Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

‘Bila jin nekevin xefka leşker û polîsan lewre dewlet dewletê diparêze ’

S.S a ku polîsê bi navê Enes Aydemîr tecawizê wê kiribû, diyar kir ku bila tu jin nekevin xefka polîs û leşkeran, lewre dewlet dewletê diparêze.

Polîsê bi navê Enes Aydemîr ku parastvaniya Amirê Asayîşê yê Midûriyeta Emniyeta Cizîra Şirnexê dikir, di 8’ê nîsana 2021’an de jina bi navê S.S. bi darê zorê li mala xwe ragirt, derb kir û de tecawiz lê kir. S.S’ê, di 12’ê nîsanê de li Navenda Polîsan a Şehîd Mûrat Akançay a Cizîrê giliyê polîsê tecawizkar Enes Aydemîr kir. S.S., sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Doktor Selahattîn Cîzrelîoglû hat kirin. Lê ji ber ku S.S. li gorî “Peymana Stenbolê” nehat miayenekirin, nûveyên derb û tecawiza behsa xeberê nehatin tespîtkirin. Li ser vê yekê, di 21’ê nîsanê de derheqê dosyayê de hat gotin ku hewcehî bi teqîbatê nîne û biryara bêteqîbatê hat dayîn.

Parêzerên S.S., di 20’ê çileya 2022’yan de li dijî biryara bêteqîbatê îtîraz kirin lê ev îtîraz di 9’ê sibata 2022’yan de hatin redkirin. Li ser vê yekê jî S.S.’yê di 1’ê nîsana 2022’yan de serî li Dadgeha Makeqanûnê (AYM) da. Di demekî ku S.S. ji bo darizandina faîlê tecawizê têkoşîna hiqûqê dida, derheqê wê de 3 caran lêpirsîn hat destpêkirin. S.S. ku rastî tundiya fîzîkî û psîkolojîk hat, diyar kir ku polîsê tecawizkar hêj niha jî gefan li wê dixwe û xwest ku were girtin.

Gef lê xwariye

S.S.’yê da zanîn ku li ser medyaya sanal bi polîs Enes Aydemîr re hevnas bûne û Aydemîr ew bi darê zorê 2 rojan li mala xwe ya li Cizîrê ragirtiye. S., diyar kir ku di van rojan de polîs Aydemîr bi darê zorê tecawiza wê kiriye. S., bi domdarî ev agahî dan: “Di vê navberê de li min xist. Di şeva roja duyemîn de piştî ku raketî min bang li komên polîsan kir. Polîs bêyî ku werin malê, agahî dan wî. Gef li min xwar. Ji ber ku xetere li ser min hebû, min nekarî wê kêliyê tiştekî bikim.”

Derheqê wê de lêpirsîn dane destpêkirin

Piştî ku hatiye berdan, S.S.’yê li Navenda Polîsan a Şehîd Mûrat Akancay a Cizîrê giliyê polîsê tecawizkar kir. Lê belê tu encam ji vî giliyê wê derneket. S.’yê diyar kir ku ji bo gilî gelek caran çûye heman navenda polîsan lê li wir jî rastî tundiya fîzîkî û psîkolojîk hatiye. S’ê got ku Komîsertiya Buroya Nava Malê jî li wê geriyaye û heqaret lê kirine.  Bi domdarî S.S. wiha qala pêvajoya piştî tecawizê kir: “Ez ji bo gilî çûm qereqolê lê li wir jî hatim derbkirin. Min xwest xwe biparêzim. Îcar derheqê min de girtek amade kirin. Wan jî giliyê min kir. Tevî ku mexdûr bûm, derheqê min de 3 lêpirsîn hatin destpêkirin. Min jî giliyê polîsên li qereqolê kir.”

Ji hêla psîkolojiyê de bêserûber bûye

Di berdewamê de S.S. bi lêv kir ku hêj niha jî polîsê tecawizkar Aydemîr gefan li wê dixwe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema ku min li ser hesaba xwe ya Youtubeyê bi rojnamegerekî re hevpeyvîn dikir, Enes Aydemîr şîroveyek kir û heqareta ‘dolê Yezîd’ li min kir û gef xwarin. Her ku ez têkildarî mijarê bi çapemeniyê re diaxivim, ew jî heqaretan dike. Ev bû sal û nîvek ez têkokîşîna hiqûqê didim. Ji ber vê bûyerê ez neçar mam ku navberê bidim zanîngehê. Ji hêla psîkolojîk ve gelek bêserûber bûm. Dema faîl dibe peywirdarê cemaweriyê, dozger û dadger hewl didin bi ser bûyerê bigirin. Anku dewlet dewletê diparêze. Di doza Mûsa Orhan de 10 sal hatin dayîn lê bi şertê kontrola edlî hat berdan. Li pişta wan hêz heye û tên berdan. Îpek Er mir lê Mûsa Orhan li derve ye. Ma edaleteke wiha dibe? Ez dixwazim ku polîsê destdirêjî li min kirî were girtin. Polîs û leşker her tim li Deriyê Çiyê û Ofîs ên Amedê hewl didin jinên ciwan têxin xefika xwe. Gelek jinên ku tiştên bi serê min hatine dijîn hene. Banga min ji bo jinan ew e ku nekevin xefika leşker û polîsan. Ew çi sûcan bikin jî bi ser sûcên wan tê girtin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar