Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

HPG: Li Werxelê 2 leşkerên tirk hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de; 2 leşkerên tirk ên dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke ragihand ku: “Di encama çalakiyên hêzên me de; 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

Artêşa tirk a dagirker carekê bi bombeya qedexe ya giran û carekê jî bi çekên kîmyewî, 9 caran bi balafirên şer, 18 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, tank, hawan û çekên giran Qadên Berxwedanê bombebaran kir.”

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên ku hatine kirin wiha ne:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

4’ê mijdarê saet 01:15’an tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil dan.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

2’yê mijdarê saet 13:30’î tîmên me yên bi tevger kemîna ku ji aliyê dagirkeran ve li qada Berxwedanê ya Werxelê hatibû danîn ferq kirin û bi şêwazê gerîlatiya serdema nû, kemîna dijmin bêbandor kirin û li van dagirkeran xistin. Di encama lêdanên bi bandor ên hêzên me de 2 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş ya Cenga Xabûre de;

4’ê mijdarê bi şev helîkopterên êrîşê yên xwestin Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bombebaran bikin ji aliyê tîmên me yên tevger ve hatin hedefgirtin. Piştî derbên bi bandor ên hêzên me, helîkopter neçar man ji qadê derkevin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî;

4’ê mijdarê saet 15:00’an çeperên şer ên Şehîd Felat a Qada Berxwedanê ya Sîda bi bombeyên qedexekirî yên giran hatin bombekirin. Di heman demê de saet di 15:30 de carekê bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker

4’ê mijdarê qada Dola Maran a herêma Garê, qadên Golka û Girê Çarçel ên herêma Metînayê û Qada Girê Bihar 9 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.

5’ê mijdarê Qadên Berxwedanên yên Girê Amediyê û Girê Cûdî 18 caran bi helîkopterên êrîşê hatine bombekirin.

4’ê mijdarê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Sîda, Werxelê, Girê Amediyê, Girê Cûdî û Girê FM bi dehan caran bi tank, obus, hawan û çekên giran hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar