Çalakî bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Çand û Yekitiyê ya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya li Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER), Navenda Çanda Mezopotamyayê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya û Platforma Koçê tê lidarxistin.
Girseya gel ji bo meşa ku wê ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve bê lidarxistin, li bajarokê Tilqebînê li hev kom bûn.
Ji bo meşê gelek kes li hev kom bûn. Girseya gel li gelek nuqteyan li hev civiyan û piştî ku li ber avahiya HDP’ê ya Bajarok daxuyaniyê bide çapemeniyê dê dest bi meşê bike.