Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd bûbûn aşkera kir

HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd bûn aşkera kir û got: "Hevrêyên me Bilind, Kendal, Nûman û Ronî bi şerê fedaî rê nedan dagirkerî û dagirkeran. Bi biryardariya xwe ya li ser têkoşînê bûn milîtanên mînak ên şerê azadiyê yê gelê me."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 4 gerîlayên li Zap û Avaşînê şehîd bûbûn ev agahî da:

“Berxwedana gerîla ya dîrokî ya li herêmên Avaşîn û Zapê di dîroka azadiyê ya gelê me de serdemeke girîng îfade dike. Li hemberî van êrîşên dagirkeriyê ku dijmin di şexsê Tevgera Azadiyê de dixwaze gelê me qir bike, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi hemû hêza xwe li ber radibin û berxwedanê roj bi roj mezin dikin. Dewleta tirk a mêtinger ku li hemberî vê berxwedana dîrokî nikare bi pêş ve biçe, bi rêbazên li dijî mirovahiyê êrîşî hevrêyên me dike. Hevrêyên me Bilind, Kendal, Nûman û Ronî ku li hemberî van êrîşan bi rengekî fedaî şer kirin û rê nedan dagirkerî û dagirkeran, bi daxwaz û biryardariya xwe ya têkoşînê di şerê azadiyê yê gelê me de bûne milîtanên mînak. Berxwedan û jiyana destanî ya van hevrêyên me yên hêja ku li herêmên Avaşîn û Zapê şehîd bûn, îro jî ji bo hevrêyên xwe yên têdikoşin bûye çavkaniya moral û hêzê û bûye hinceta wê yekê ku derb li dijmin bê xistin. Di vê berxwedana dîrokî de şehadeta hevrêyên me yên herî hêja û dayina berdêlan bêguman têkoşîna me lawaz nake, berevajî vê yekê kîn û hêrsa me ya li dijî dijmin xurtir dike. Li ser vê bingehê em careke din soz didin ku berdêl çi dibe bila bibe em ê têkoşîna van hevrêyên xwe yên hêja bi ser bixînin û armancên wan pêk bînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Bilind Milî

Nav paşnav: Yûsûf Milî

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Dayik-Bav: Emîne-Davût

Dem û cihê şehadetê: 30’ê Hezîrana 2022 / Avaşîn

Nasnav: Kendal Botan

Nav paşnav: Ciwan Enter Elî

Cihê jidayikbûnê: Reqa

Dayik-Bav: Zara-Enter

Dem û cihê şehadetê: 29’ê Hezîrana 2022 / Avaşîn

Nasnav: Nûman Amed

Nav paşnav: Ramazan Temîz

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Medya-Nezîr

Dem û cihê şehadetê: 15’ê Tebaxa 2022 / Zap

Nasnav: Ronî Botan

Nav paşnav: Nûrûllah Osal

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Nûriye-Mehmet Selîm

Dem û cihê şehadetê: 15’ê Tebaxa 2022 / Zap

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar